Bûyerpress
Merwan Berekat
Bê guman darên zeytûnê tu carî napejirînin ku kelmêş û mêşan di nav rûpelên xwe de veşêrin û ne jî gelî, newal û çiyayên Efrînê razî dibin ku rûvî û çeqelên gurî di hemêza wan de bimînin û tê de cih bigirin. Vêca çima herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê dewleta Tirk ve bû armanca dagirkirinê û ew qas çeteyên çekdar ên ku dijî sirûşt û mirovatiyê ne, derbasî nav pîroziya Efrînê kirin, her weha bi lez dest bi guhertina wê ya demografî kir?
Dema ku mirov navê Çiyayê Kurmênc bi lêv dike, nemaze kesê ku baş vê herêmê nas dike, serast têdigihe ku herêmeke di hemû waran de dewlemend e. Li Herêma Efrînê 15 milyon darên zeytûnê hene. Her weha bi milyonan darên fêkiyan ên li deşt û çiyayên wê, jêderên aborî ne. Ango herêmeke çandiniyê zor li pêş e û xelkê Efrînê bi şêweyekî zanistî karê çandiniyê dikir. Bi sedan kargehên cûr bi cûr ên bêrîn, sabûn û guvaştgehên zeytûnan hene. Her weha kargehên dirûna cilan û li van şeş-heft salên dawî gelek kargehên biçûk li herêmê zêde dibûn.
Herêma Efrînê di warê zanistê de herêmeke li pêş e. Kesên ku zanîngeh û doktora xwendine û ji hemû cûreyên zanistî, bi dehhezaran in. Bê guman tu carî dijmin û neyarên gelê kurd naxwezin ku kurd di warê zanînê de bi pêş bikevin, ji ber ku civak û welat bi zanînê ava dibin.
Herêma Çiyayê Kurmênc cihê wê gelekî stratecî ye û çawa ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye, Herêma Efrînê jî cîgera wê ye. Ji ber ku tenê 37 k.m nêzîkî Deryaya Sipî ye û li gorî gelek nexşeyên ku ji aliyê hin navendên stratecî ve hatine diyarkirin, diyar e ku sînorê Kurdistanê di herêma Çiyayê Kurmênc re digihe Deryaya Sipî.
Ji dehsalan ve rêjîmên ku desthilatdariya Sûriyeyê kirine bi hemû planên xwe hewil dan ku demografiya Herêma Efrînê biguhêrin û rêjeya kurdan lê kêm bikin, lê ew bi ser neketin. Tevlî hemû hewildanan, lê wan nikarîbû rêjeya ereban ji 5% zêde bikirina. Ya din, bi dirêjiya qeyrana Sûrî Herêma Efrînê pir zêde ji aliyê çekdarên tundrew, hevalbend û piştgirên wan ve bû armanc û xwestin ku wê jî mîna gelek herêmên din bikin hêlûna qirêjiya xwe, lê hemû hewildanên wan jî têk çûn. Ji aliyekî din ve avakirina Rêveberiya Xweser û hin karên wê yên erênî wek: parastina herêmê ji çete û dizkerên serdemê, fêrkirina zimanê kurdî di dibistanên fermî de û hwd… ev tiştên han li heza neyar û xêrnexwezên gelê kurd -di serî de li ya dewleta Tirk, hevbend û koleyên wê- nehat. Ji ber wê jî Tirkiyê bi şêweyekî hovane û bi razîbûn û erêkirina hin dewletên herêmê û yên cîhana ku bi derewan doza mafên mirovan dikin, artêşa xwe ber bi herêma Efrînê ve têve da û dagir kir û tavilê dest bi guhertina wê ya demografî kir.
Gelek kurd dipirsin: Tiştê ku li Herêma Efrînê çêbû û hîn jî berdewam e, ma gelo gunehê tevgera siyasî ya kurdî tê de çi ye? Ew tam bi erkên xwe rabû, yan na? Ev pirs û belku pirsine din jî hebin, bê guman rewa ne û ji mafê milet e ku besivê jî bibihîze.
Di baweriya me de hin gunehên tevgera siyasî ya kurdî ne tenê di rewşa ku li Efrînê çêbûyî de hene, lê belê di tevahiya rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî hene. Vêca ew guneh çi ne?
– Di van her heft-heşt salên ku derfeteke zêrîn ji kurdan re çêbû de, partiyên kurdî nikarîbû yekrêziya xwe ava bikirana, lêvegerek ava bikirana û bi navê kurdan li civînên ku ji bo çareseriya qeyrana Sûriyeyê dihatin lidarxistin, amade bibana. Carinan hin kar di wî warî de hatin kirin, lê mixabin yek ji wan karan neçû serî. Vêca tiliyên lome û berpirsyariya wan têkçûnan dirêjî hev dikirin. Neyaran tevgera kurdî kir pir alî û her aliyekî jî bi şêweyên cûr bi cûr şerê hev kir û hîn jî ev rewş berdewam e… sed carî mixabin!
– Tiştê seyr dema ku dewleta Tirkiyê bi hemî kole û çeteyên xwe ve Herêma Efrînê topbaran û bombebaran dikir, ew kar li heza hin partiyên kurdî dihat! Piştî ku Efrîn hate dagirkirin û ji kurdan hat valakirin, hin serkirdeyên wan partiyan bê fedî gotin: Efrîn ji terorîstan hate rizgarkirin??!!
– Dema ku xelkê Efrînê ber bi herêma Çiyayê Lêlûnê, bajarokên Nibil û El-Zehrayê û herêma Şehbayê ve der bû, li çol û çiyayan di bin serma û baranê de bê xwerin, av, derman û hemû gerekiyên jiyanê yên rojane ma, di heman demê de mulkê efrîniyan ji aliyê dizkeran ve dihate dizîn… di wê demê de, partiyên kurdî bêdeng man û bi erkên xwe yên mirovatî jî ranebûn. Piraniya serkirdeyên hin partiyan bi pereyine pir û bi şêweyine şermedar xwe gihandin bajarê Helebê.
– Piştî ku meh û nîvek di ser wê rewşa êşdar re derbas bû, hin efrîniyan xwest ku li gund, bajarok û bajarên xwe vegerin û gotin: Bila em li nav axa xwe bimirin, çêtir e ku em koçber bimirin. Lê mixabin dîsa partiyên kurdî bûn du alî; hinan doza vegera xelkê kirin û hinan jî navnîşana “îxanetê” bi vegerê ve kir û nehiştin ku xelk vegere.
Ku rewşa tevgera siyasî ya kurdî wisa bimîne, bê guman gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dê hîn rastî gelek tiştên nebaş mîna yên ku li Efrînê bûne, were. Hêvî ew e ku tevgera siyasî ya kurdî bi hemû partiyên xwe ve lêvegereke rasteqîn ji xwe re çêke û ji rewşa xwe ya ku ber bi pûçbûnê ve diçe derkeve. Dibe ku rêjeya gunehkariyê ya hemî partiyan ne wek hev be, lê bê guman hemî gunehkar in û di ber vê rewşa ne dirust de berpirs in.
Efrîn dê vegere, rewşa wê wiha namîne û pilana guhertina demografî ya dewleta Tirkiyê weke dixweze bi ser nakeve. Belkî Herêma Efrînê weke berî dagirkirinê nemîne, lê Çiyayê Kurmênc dimîne Çiyayê Kurmênc.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15