Bûyerpress
Di demekê de ku gelek nûçe û gotegotên piştrastnekirî -ku xwe nasipêrin jêder û aliyên fermî- der barê lihevkirin an jî danûsitandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûrî de belav dibin û tên weşandin, hem dilgiranî hem jî gelek pirs li kolana Rojavayê Kurdistanê xwe didin pêş.
Der barê evê mijarê de, di civîna çapemeniyê ya heftane de, Berdevkê Fermî yê Têkiliyên Dîplomasî yên Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Kemal Akif di 12’ê tîrmehê de ragihand ku tu rêkeftin di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûrî de çênebûye û hêzên rêjîmê derbasî tu taxên bajarê Hisiçayê nebûne.
Di heman demê de Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demoqratîk Ilham Ehmed ragihand ku aniha danûsitandin di navbera berpirsên rêjîmê û Meclisên Xwecihî yên Tebqayê de hene, da ku karmend û pisporên Bendava Tebqayê careke din vegerin ser karê xwe.
Ehmed her wiha tekez kir ku ev danûsitandin di çarçoveya mijarên xizmetguzarî de ne û dibe ku di hin milên din de jî hebin, “lê der barê dosyaya ewlehî de, ev dosya gelekî hestiyar e, girêdayî dozên neteweyî û bidestxistina demoqrasiyê ye û hetanî aniha li ser maseya danûsitandinan nehatiye gengeşekirin.”
Di heman çarçoveyê de Hevserokê Desteya Cîbicîkar li Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan da zanîn ku ew ji hevpeyvîn û danûsitandinan re amade ne, da ku karibin Sûriyeyeke nenavendî û demoqrat bidin avakirin.
Li aliyê din, rêjîma Sûrî bi tevahiya rayedar û dezgehên xwe ve, hêj daxuyaniyeke fermî yan jî helwesteke zelal li ser mijara danûsitandinên bi Rêveberiya Xweser re eşkere nekiriye; ne piştrast kiriye ne jî red kiriye.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15