Bûyerpress
Dildar Şeko
Di gel têkçûna Sovyetê (1988), duyemîn statûkoya parvekirina cîhanê (1948) jî têk çû.
Ji wê rojê û hir ve, bi serperiştiya dewletên sermayedar, cîhana me ji bo avakirina statûyeke nuh ya nêvdewletî bi kêferateke mezin tevdigere. Ev tevger, ji tevgera berjewendî û parastina berjewendiyan bêhtir, ji bo derbaskirina vê sedsala 21’an bi selametî û ji bo berhingarîbûna tevgerên metirsîdar ku li dawiya sedsala 20’an, li jêr navê “îslama siyasî-radîkal” peyda bûye.
Ji bo berhingarîbûna bizavên tundrew û ji bo dabînkirina ewlekariya sermaya cîhanî ya sedsala 21’an, di destpêka salên 1990’an de, ji aliyê welatên sermayedar ve, projeyek bi navê “Projeya Mezin Ya Rohilata Navîn” di gorepana siyasiya nêvdewletî de hate bicihkirin. Li dûv naveroka vê projeya navbirî, “Li Rohilata Navîn, sînorên heyî ne siruştî ne. Pêdivî bi sererastkirina nexşeya deverê heye.”
Her wisa ev proje, bi dagirkirina Kuweytê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve, bêyî bihête binavkirin, bi şêweyekî sergirtî di rojeva nêvdewletî de aktîv dibe û her wisa giringiya kurdan jî roj bi roj zêde dibe.
Lê mixabin ku aliyên siyasî yên kurdî, di van 28 salên bûrî de, nekarîn li dûv daxwazê wekû hevtayekî (mûxatibekî) cidî tevbigerin û bi siyaseta nêvdewletî re biguncin û xwe bidin herêkirin..
Vêca; di evan rojên em tê re derbas dibin de, mêjûya hemî aliyên siyasî yên xwedî rol (çi serkeftî, çi binkeftî) bi hûrbînî dihête nivîsîn..
Wekû rewşenbîr, wekû nivîskar, -çi li Başûr, çi li Rojava-, ji ber nebûna çanda parvekirina agahiyan û ji ber pawankirina siyasetê ji aliyê hêzên kurdî ve, heta niha ji aliyê deverên peywendîdar ve bi rengekî herî sivik jî be, der barê geşedanên siyasî-dîplomasî de -bi gelemperî- cemawerê kurd bi hemî çînên xwe ve, bi duristî nehatiye agahdarkirin.
Deverên peywendîdar, di axiftinên xwe de, di daxuyanên xwe de, bi dirêjahiya van heft salên rabûrî, der barê geşedanên siyasî û dîplomasî de, sergirtî jî be, peyameke hêjayî nirxandinê negihandine civaka kurdî.
Ji ber vê çendê, wekû çavdêrekî aktîv ku berjewendiya xwe ya niştîmanî berçav digire, ji naçarî, ez ê jî li dûv agahiyên raportmenên nêvnetewî ku bi mijarê ve peywendîdar in, nerîn û pêşbîniyên xwe bihênim zimên.
Temet ku ji raportmenên bi mijarê ve girêdayî em têdigihên, ji niha û pê de li devera me şer (ji bilî şerên cî bi cî) dê ji holê rabe. Ev bazara nêvdewletî ya ku dest pê kiriye jî dê heta bi salên 2025-27’an bidome.
Di hindurê van salên bazarê de, gengeşe dê bêhtir li ser Sûriyeke federatîf be.
Vêca; li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn ku ji nêz de bi kurdan ve peywendîdar e, dabînkirina statûkoyeke nuh ya nêvdewletî di van rojan de dest pê kiriye. Piştî heft salên wêranî û derbederî, maseya bazarê li gorepana siyasî, li ser xwîna sedhezaran mirovî hatiye danandin û ji bo hem bidestxistin û parastina berjewendiyên xwe û hem jî ji bo derbaskirina vê sedsalê bi şêweyê kontrolkirî, hêzên peywendîdar, bi serûcan dixebitin.
Hêjayî gotinê ye ku li ser vê maseya bazarê fayîla Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dê bi berfirehî bibe cihê gengeşe û axaftinê.
Baş e; di vê gorepana siyasî de û li ser vê maseya bazarê cihê me kurdan heye, yan na?
Heger cihê me hebe gelo dê di çi astî de be?
Heger tunebe jî gelo ji bo çi dê tune be!?
Di van heft salên rabûrî de, wekû akterekî sereke û aktîv, ji ber ku bi şêweyekî erênî û li dûv daxwazê bi rola xwe ya leşkerî rabûne, dibe ku kurd wekû guhdar li derdora vê maseyê cih bigirin.
Çima ne wekû akter, çima wekû guhdar?
Her du aliyan (Başûr û Rojava), di encama serkeftinên berbiçav ên leşkerî de:
- a) Nekarîn di karûbarên avadankirina navxweyî de cemawer bi rêkûpêk bikin û ji bo paşerojê bi hest û helwestên niştîmanî amade bikin.
- b) Nekarîn di karûbarên siyaseta navxweyî de jî, der barê hevkarî û rêveberiya hevpar ya partiyan de, li dûv daxwaza cemawerê kurd siyaseteke serkeftî ya niştîmanî biafirînin û li hemberî her rûdanekê, her geşedanekê peyamên xwe yên amadebaşiyê ji bo hêzên nêvdewletî bigihînin.
- c) Nekarîn şandeyên dîplomatîk yên di karên xwe de pispor pêk bihênin û dîplomasiyeke teknîk, serkeftî ya ji bo parastina destkeftiyên leşkerî, ji bo danandina têkiliyên nêvdewletî û helsengandina van têkiliyan bi şêweyekî fermî dayênin û her wisa di berjewendiya welat û welatiyan de jî bi rê ve bibin.
Ji ber van egeran, dê nikaribin wekû akter li ser maseya bazarê rûnin, nerîn û daxwazên gel pêşkêşî nerîna civata nêvdewletî bikin.
Bi kurtayî, di van heft salên rabûrî de, siyaseta kurdî serkeftî nebû û gihişt sînorê xwe yê îflasê. Ji ber van egeran, êdî ew dem hatiye ku siyaseta kurdî (bi taybetî bizava azadî), ser ji nuh de siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike û bêyî mirandina zeman pêdivî ye li derdora bernameyeke ku berevaniyê ji berjewendiya niştîmanî dike, ango li ser bingeha hest û helwestê birjûwaziya niştîmanî xwe berhev bike.
Heger na, bingeha alternatîfa siyaseta klasîk a kurdî, ji aliyê hêzên ku pêdiviya wan bi Kurdistaneke xurt heye, dest pê dike û dest pê kiriye!..
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15