Bûyerpress
Sitêrname 15
Narîn Omer
Hunermenda dengxweş Tara Caf, di sala 1958’an de li Bexdaya paytexta Iraqê hembêza dayîka xwe pîroz kiriye, lê malbata wê bi xwe ji Helepçayê ye. Lê belê tu caran ji warê xwe qut nebûye û her timî seredana Helepçayê kiriye, her wiha sitranek jî li serê gotiye.
Ji ber ku dêya wê turkmen bû, di destpêkê de ne bi kurdî ne jî bi erebî gelekî nedizanî, lê belê paşê xwe baş fêrî kurdî kir.
Di sala 1976’an de bi malbata xwe re li pêlên biyaniyê siwar dibe û li Brîtanyayê bi cih dibe.
Malbata hunermend Tara pir ji muzîkê hez dikir û li piraniya cureyên sitranan ên kurdî, erebî, turkmenî û ingilîzî guhdar dikir. Ji lew re evîna saz û muzîkê dilê wê girt û berê xwe da awazjeniyê. Hunermenda me di vê biwarê de wisa dibêje:
“Ez di asoyên malbateke hunerhez de xwedî bûme. Li ser dengê sitranbêjên mezin, bi sitranên klasîk û nûjen û li ser meqamên resen mezin bûme…”
Her wiha dibêje:
“Dê û bavê min guh da xwişka min a ji min mezintir û piştre ew bû sazvana amûra piyanoyê.”
Li ser hezkirina wê ji gîtarê re, hunermenda me dibêje:
“Dema ku di dibistanê de me seredana Muzexaneya Iraqê kir, çavên min li gîtarê ketin. Hezkirina gîtarê bi dest xwe re kete dilê min û hestên min hejandin. Ez li dora wê zîvirîm, wekî ku di cîhanên cadûyî de bigerim û negihêjim rastiya wê. Bavê min di Wezareta Derve ya Iraqî de kar dikir û gelek caran seredana welatên Ewrupayê dikir, ji ber vê hindê ez li ser muzîka rojavayî xwedî bûme û min baş bi muzîkê dizanî. Ji wê kîlîkê ve hezkirina gîtarê di dilê min de mezin bû û şaxên xwe kûr berdan.”
Der barê danasîna gîtarê de, wisa pêzanînên xwe tîne zimên:
“Gîtar ji amûrên ceng, nêçirvanî û segvaniyê hatiye dariştin. Em ê hizir bikin ku mirovekî hestnazik li ser rewiştên nêçîr, segvanî û cengê fêr bûye û di kûrbûna hestên xwe de xwestekan dirêse ku ew ji herikandina xwînê û ji kuştinê bireve, bi dûr bikeve; ev kesê bêzarmayî teştekî li pêş xwe nabîne ji bilî ku têlên kevanan bişidîne û sist bike, bi vî awayî awazên oldarî dibihîze û bi çend hewildanan awazên nazik û hestyar pê re derdikevin ku li ser peyama canê wî diaxifin.”
Hewildanên wê di warê jenandina amûrên: mandolîn, granko û bizqa kurdî hene, lê hezkirina wê ji gîtarê re bêdawî ye.
Tara xwendina xwe ya akademiyê nadomîne û dixwaze xwe bi xwe hînî muzîkê bibe. Lê belê wê yekê tekez dibêje ku xalê wê Nedîm Dîmêrêl bandoreke mezin lê kiriye; ji ber ku ewî ew fêrî lêxistina gîtarê bi destê rastê û şêwazê flamenkoyê kiriye.
Zaravayê hewramî ku di roja îroyîn de hejmareke gelekî kêm ji hunermendan pê disitrîne (cotyar û karkerên hewramî jî sitranên folklorî yên hewramî dibêjin), hunermenda me bi vî zaravayî hunera xwe pêşkêş dike, ji ber ku ev şîreta bavê wê ye. Bi vê yekê diyar dibe ku çi qasî hunermend Tara dilsoz û wefadara doz û xaka xwe ye.
Dema ku mirov li dengê Tara guhdar dike, mirov hizir dike ku dengê wê û gîtarê bûne yek deng û bi hestekî nazik avjeniyeke kûr dikin.
Tara dixwaze ku ji gelên cîhanê re huner û saza gelê xwe bide nasîn, ew jî bi rêya beşdarbûna di aheng û festîvalên cîhanî û herêmî de li Ewrupa û Amerîkayê. Ne tenê wisa, lê belê bi dengê xwe alîkariya dezgehên civakî û xêrxwazî dike.
Em qevdên xweziyan di bîroka wê de diçînin ku bi hemî zaravayên zimanê xwe bisitrîne, da ku deng û saza wê bigihe tevahiya kurdên me li seranserî deverên cîhanê. Ji ber ku dê cihê mixabiniyê be eger ev deng û behre belav nebin û derbasî hest û hizrên gel nebin.
Hunermenda me çend albom û kaset belav kirine û di kar û xebata xwe ya hunerî de hêj berdewam e. Em hêvîdar in ku ew her dem serkeftî û dengxweş bimîne, ji ber ku karê wê yê herî girîng û pîroz e.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01