Bûyerpress
– Koda zêrîn çûye bi dû kevçiyê darîn ketiye.
– An bike û nepirse an jî neke û netirse.
– Aş ji du keviran û hevaltî ji du biran.
– Felek ku ji yekî re li hev bîne nabêje tu kurê kê yî.
– Hindik hindik dê bigihe gundik.
– Kar bike bi bingehî da li ber te nebe lehî.
– Mala pîro xweştir e ji mala mîro.
– Ji zivistanê heta havînê sed kum bê xwedî dimînin.
– Baran ji ewrê reş tê û kar ji dilê xweş tê.
– Çek ne ya hemû kesî ye le nefs ya hemû kesî ye.
– Dan çi qas bikele nabe birinc.
Ev gotin di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatine weşandin. 2018.07.01