Bûyerpress
Kutlûrname
Zeynulabidîn Zinar
Di nava Kurdan de, bê guman diviya ku ji her malbatekê yek an du zarok bi Xwendina Medreseyê perwerde bibûna. Çi kesê ku bixwenda, heta ku medrese diqedand, di navbera 80 û 100 pirtûkî de bi dersîtî dixwend. Ji wan 15-20 pirtûkên kurdî û du-sê pirtûkên farisî ne tê de, yên din tev bi zimanê erebî bûn. Dema dersdar ders dida şagirdên xwe, hew qas pirtûkên bi zimanê erebî werdigerandin zimanê kurdî. Bi vê yekê hem dersdar û hem jî şagird, mecbûr diman ku peyv û hevokên kurdî ku bersiva peyv û hevokên erebî didin di wergerandinê de peyda bikin. Ev hawe zorî dida ku hem dersdar û hem jî şagird hem di zimanê erebî de û hem jî di zimanê kurdî de berepêş herin.
Di wergerandina zimanê erebî bi zimanê kurdî de, zehmetiya dersdarên Medreseya Kurdî nebû. Ji ber ku ew kultûra sedsale ya medreseyê wisa riya wergerandinê bo wan hêsan kiribû ku heta wergerandina Felsefeya Yûnanî jî pir bi hêsanî bi zimanê kurdî dikirin.
Hin caran eger li medreseyekê kêmasiyek di wergerandinê de derketiba, li herêmê kîjan dersdarê bi nav û deng hebûya, alîkarî jê dihate xwestin û naveroka wê babeta ku nehatiye zanîn çareser dikirin.
Jixwe di Medreseya Kurdî de şaxekî xwendinê hebû ku jê re ”Edeba Behsê” ango uslûba axaftinê dihate gotin. Yanî piştî ku xwendina medreseyê kuta bibe, ev kes dê çewa bipeyive û awayê axaftinê ji bo her naverokekê çawa dê çêbibe bi dersîtî dihate xwendin. Vê yekê jî tesîreke mezin li bipêşxistina zimanê kurdî dikir. Ev haweyê uslûba axaftinê, dersdarên medreseyê gelek caran di rojên înan de li mizgevtê ji xelkê re jî digotin ku divê axaftina mirov nerm be û peyvên sik û hişk neyêtin bikaranîn. Wek mînak:
”Bavê min di zemanê xwe de dersdarekî xuyanî bûye. Di salên 1959-60’î de, min dîtiye ku heta 70-80 feqeyan jî li ba wî dixwend. Hin caran dema ku gundiyan şer dikir û ji hev zivêr dibûn, dijûnên pir xirab bi hevûdu dikirin. Bavê min roja înê weha digote wan: ”Di şûna ku tu ji yekî re bêjî (biborin) kurê kerê, bêje kurê nemirovan. Hingê ew yek zêde zivêr nabe û dijûnê li te jî venagerîne. Di navbera we de ne şer çêdibe û ne jî xirabî…”
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01