Bûyerpress
AZAD -A-Z-X.
Berî narvîna yekem, serxwezayê (Metaphysic) jiyana serxwezayê (Metaphysic life) heye. Di serxwezayê de, afrînerê sermedî heye, ew jî Xweda ye. Ew xwezaya sermedî, ne destpêk û pêşî heye, ne jî dawîn û dûmahî heye. Ez nizanim û nikarim li serxwezayê, şîrove bikim, ka narvîn rû didin yan na. Di baweriya min de, bîr û hişên mirovan zivêr dibin, dema derbasî serxwezayê (Metaphysic) dibin. Ji ber ku jiyana serxwezayê, ji hêz û şiyanên mirovan mezintir û bêhempatir e.
Ev jiyana binxwezayê (Under Metaphysic) her tişt girêdayî li ser demê ye, dem dibûre, dem bê rawestan e, dem çirke ye, derbasî xulekan dibe, xulek dibin kêlîk. Kêlîk dibin demjimêr, demjimêr pir dibin, dibin roj û şev dibin meh, sal û çerx… Ev jiyana em tê de, di hundirê gerdûnê de ye.
Cîhan hebûna heyber û hemû tiştên şênber û razber e. Dîroka mirovan ji gelek bûyeran saz bûye. Dem û çaxên berî dîrokê heye. Piştî dîrokê, gelek bûyerên dîrokî hene, tê zanîn ku ne bi vîn û xwestina mirovan dibin narvîn.. Nimûne: Wekî dagirkirina Kurdistanê, ji bal dijmin ve. Navlêkirina zarokan, ol û ayîna mirovan. Bobelatên sirûştî, wekî: bomelerz û teqîna volqanan, lehî û bahozan…
Narvîna yekem: Dema her tişt rû didin, ne bi vîn, ji ber xwe ve saz dibin. Narvîna mirovan a afrîneriyê, dema mirov nûjen tên jiyanê. Anku cara yekem ji dayîk dibin. Narvîna mirovan a xwerist û xwezayî ew e ku mirov salt sade ye, bê zanîn û agahî, bê nav e. Xwezaya mirovan a destpêkê, bê guneh û sûc derbasî cîhanê dibin, ji berî dîrokê ve.
Narvîna duwem: Lê ji piştî dîrokê ve, ciyawaziyeke mirovahî heye. Hinek mirov tên jiyanê, hestnazik û dilsoz. Hinên din jî, behremend û xwedî jîrî, bîr û hiş mezin tên jiyanê. Hinên din jî çak û baş û aştîxwaz tên jiyanê. Bi demê re karên baş dikin. Hinên din jî nebaş û şerxwaz tên jiyanê. Bi demê re, sitemkariyê dikin û dibin sedemên gelek nexweşî û nearamiyan di cîhanê de.
Narvîna sêyem: Bi awayekî fîzîkî rû didin. Mîna vê piyala şûşeyî ya li ser mêzeyê (mase), dema li ser keviya mêzeyê be, dê bi rûdaneke asan bikeve û bişike. Lê dema piyala şûşeyî, li nava mêzeyê asê be, dê ti carî nekeve û neşike . Lê dema kesek hat û bi zorê destê xwe li piyalê da, piyal dê bikeve û bişike. Pirtûk û lênûs, pênûs û her tişt jî wisan.
Di jiyana mirovan de, gelek tişt rû didin ne bi vîna mirovan. Lê ya baş û bibe sûde ji mirovan re ew e ku mirov haydar û amade bin, berî kêliyên ku narvîn rû bidin. Ka em ê bi çi awayî planan bi hêvîdarî ji xwe re deynin, berî ku narvînên dijwar, armanc û hêviyên me têk bibin. A baştirîn ew e ku mirov zana bin, çarenûsa xwe bibînin, bi şiyan û vîna xwe. Narvîna xwe di paşeroja xwe de deynin, ango narvîna xwe bi destên xwe biafirînin. Dema me dît ku zanîna me serdest û bilind e, narvîna me dê rast, baş û sûdar be. Lê dema kesên bîr û baweriyên wan şaş bin, bêhêvî û reşbîn bin, ji nişka ve tûşî aloziyên narvînî dibin. Ew xwe dibînin ku ketine rewşeke perîşan û bêçare de. Lê dema li azadiya xwe digerin, nikarin ji rewşa xwe ya heyî rizgar bibin. Sedem ew e, ji ber ku berî rûdana narvînê, bêhêvî bûn, reşbîn bûn, nezan bûn.
Kurd û narvîna sêyem: Ma berî narvîn Kurdistanê dorpêç bike, bi destên dijminan dagir bike, çawa bû? Bawerî heye ku kurd berî vê narvînê, xwedî şaristanî bûn. Bi zanist û baweriyên Xwedayî bûn. Ji rewişt û zanîna Zeradeşt û pirtûka wî Avesta diyar dibe. Kurdan sitemkarî li ti gelan nekiriye. Kurdan êrîşî ti welatên biyanî jî nekiriye. Bandora kurdan, bi qencî û mirovperwerî, bi alîkariya mirov û welatên hawîrdora xwe kirine. Kurd berî dagirkerên welatê xwe, mirovpewer bûn, mirovahiya wan bilind û bi rewişt bû, azad bûn. Ciyawaziyeke mezin di navbera kurdan û van dijminên kurdistanî de heye. Wiha diyar dibe ku rastiyeke berbiçav e. Piraniya kurdan bi zorê û ne bi vîna xwe bûne musilman . Ango ola islamê bûye narvîna kurdan. Islam bûye sedemên dagirkirina Kurdistanê. Hem bûye sedemên paşketin û nezanîna mirovên wê, bindestkirin û koletiya wan, kuştin û dîlkirina wan. Musilmanên desthilatdar dijminên kurdan in, islamê dikin alav, da ku êrîşî ser wan bikin, wan bikujin û malên wan talan bikin, wan dîl û bindestî xwe bikin. Ji hezar salî ve, jixwe niha dîroka dijminkariya wan, vedigere serdema xwe..
Dema mirov li rewşa xwe ya kurdî dinere, mirov xwe kurdê rastîn û dilsoz dibîne. Jiyana mirovan bê rûmet û bê azadî ye. Ev desthilatdarên ku fermanê li me dikin, dijminên me ne. Qanûn û yasayên dijminkarî li ser me danîne. Mafên me yên sirûşt û rewayî, ji me standine, mîna zanîna bi zimanê zikmakî û xwezayî yê kurdî, azadî. Nemirovahiya xwe li ser me tewzimandine. Hemî tiştên girêdayî vîn û şiyanên me yên neteweyî, bi zordariya xwe lawaz û bê hêz kirine. Nimûne: Dema em hatine vê jiyanê, me çavên xwe li vê cîhanê vekirine, me xwe bindestên dijminan dîtiye. Welatê me kirine çar parçe, her tişt ne bi vîna me saz kirine. Çi narvîn û çi dijmin!! Dijminine nijadperest, faşîst, xwînxwar û mafxwar, sitemkar, êrîşker, dagirker. Gel û welatê me bêhempa tûşî kuştin û kambaxiyê kirine. Bi sedan komkujî û malwêranî bi destên wan li welatê me çêbûne. Me kurdan jî ji ber sitemkariya wan, bêhempa xwîn rijandiye, can kiriye bi gorî welat û dozê. Helbet, tev bûne pakrewan û şehîd.
Her cara ku me azadiya xwe xwestiye, wan hemî hêza xwe bi kar aniye, da ku berxwedan û şoreşên me têk bibin. Lê nikarîbûn vîna me bişikînin. Ferman û serdestiya wan ji me re narvîn e. Vîn û berxwedana me, ji me re pîroziya dozê ye.
Lê dema ku em li welatekî biyanî yî mîna: Ewropa, Amerîka, Afrîka… bihatina jiyanê, eger zayîna me ne li welatê me bûya, wê demê zayîna me dê di bin qanûn û yasayên dadperwer û mirovahî de bûya, ne di bin destên dijminan de bûya.
Pendnameyên felsefî yên ku min nivîsîne:
1- Dema ku te xwe nas kir, tu yê narvîna xwe nas bikî. Tu yê bizanî ku narvîna te, ne bi vîna te bi te re rû daye.
2- Heger tu xwe nas nekî, tu yê ti carî narvîna xwe nas nekî.
3- A rast û durist ew e ku tu bi xwe narvîna xwe, bi raman û bîr û baweriyên xwe biafirînî, berî rûdana wê.
4- Zanîn û rewşenbîriya cûr bi cûr a mirovan, çareseriya serkeftî ye, berî rûdana narvînan.
5- Kesên reşbîn û bêhêvî, zû rû bi rûyî narvînên bobelatî dibin. Di baweriya min de, narvînên nebaş ne bi vîna Xweda ne. Narvînên baş û erênî dayîna Xweda ne.
6- Heger tu ne afrînerê narvîna xwe bî, kesên zordar û dijminên mirovahiya te dê bi kîna xwe te dîl bikin û çarenûsa te nediyar bikin.
7- Her demê li çareseriyê bigere, tu yê bi azadî bibî serwerê narvîna xwe.
8- Bi dest û ramanên dijminan, kurd û narvîn bûne hevdemên hev. Lewra kurd rû bi rûyî kuştin û kambaxiyê dibin.
9- Dema ku kurdan xwe nas dikir û piştre dijminên xwe nas kirin, dê dûv re narvîna xwe nas bikin. Kurd dê bizanin ku ev narvîn bi zorê ye, ne bi vîna wan e.
10- Dem hatiye ku kurd narvîna xwe bi berxwedana xwe, bi vîn û dilsoziya xwe di serkeftina dawî de biafirînin.
11- Ne ku bextê kurdan reş e, bextê kurdan sipî bû, dema ku mirovahiya kurdan ji ya van dijminan cuda bû. Van dijminan bi hêza kîn û dijminatiya xwe, bextê kurdan reş kiriye, çarenûsa wan tarî kiriye.
12- Narvîna her zarokekî\e kurd e; dema nûjen tê jiyanê, gelek dijminên wî pê re tên jiyanê. Zayîna zarokên kurd di bin dest û fermana dijminan de ye.
13- Bang bo azadî ji vê narvînê, piştî vê navînê jiyaneke romantîkî heye.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatiye weşandin. 2018.07.01