Wezareta Pêşmerge bersiva hindek ji rapor û nûçeyên ku dibêjin hêzên (PKK) derbasî Herêma Kurdistanê bûne û dest dane Pêşmergeyan li dijî Daiş da.
Berpirsê giştî yê ragihandinê di wezareta pêşmerge de Helgurd Hikmet ji bo malpera partiya dimuqrat Kurdistan got: “Pêşmerge şerê tirolîstan li ser dirêjahiya 1050KM dike, rast e miletê kurd li her derê bi me re sekinîn, lê hêzên Pêşmerge bi tena xwe şerê Daişê dikirin û tu hêz pê re tune bû”.
Helgurd berdewam kir:” Hêzeke ji (PKK) li Mexmûr û ser sînor hebû lê berevaniya xwe dikir, û ew li wan deveran e ta ku berevaniya xwe bikin, alîkarî bi herêma Kurdistanê re di vê çarçoveyê de kirin ta ku berevaniya xwe bikin”.
Hikmet tekez kir:” Nûçeyên ku dibêjin (PKK) ji Qendîlê derbasî herêmê bûne ji bo alîkariya Pêşmergeyan ne rast in. Tu hêz ji bilî Pêşmergeyan di eniyên şer de tune bûn”.