Luqman Silêman
Di bêjin carekî mirovek hebû bi şev û roj kar dikir nanê wî nedigiha devê wî. nan hebû dew nebû şîv hebû taştê tu nebû di kir û ne dikir nedigha hevalê xwe bi şev û roj baz dida yeka wî nedibû di do, roj li dûv roj paşde divegra hevalê wî pêş de diçin yê wî ew bi paşde vedigerê.
Rojekê ji xwe re go bi xwe dê ezê herim li Xwedê bi gerim ta ku ez wî bi bînim ez li mala xwe venagerim û dema min dît ezê jê bi pirsim? Ka bê çima ez têr nabin û halê min xweş nabê hevalê min pêş dikevin û têr dibin roj bi roj ez bi şûnde vedigerim.
Emê bêjin bila navê wî tevger bê. Tevger rojekî serê sibê hin nan û pêxwarin xiste tûrikê xwe ji mal derket û da ser rêkî çû wê herê li Xwe dê bi gerê ka bê wî nabînê. Tevger çû di tewtihê ji xwe re xweş dikê û ketiye xeyalên kurê bê binî carkî serê xwe rakir dî va gurekê gurî ji hev ketî wê li pêşiya wiye li ser devê rê giha rasta gur gur jê pirsî? ha pismam tê bi kude herê.
Tevger lê vegerand go hal hewalê min û feqîriya min eve ezê herim li Xwedê bi gerim ta ku ez wî bi bînim ezê jê bi pirsim ka bê çima ez wisa feqîrim.
Gur go pirsek min heye ez ji tere bêjim dema ku te Xweda dît tê pirsa min jê bikê..?.
Tevger go bi soza Xwedê ku ez wî bi bînim ezê pirsa te jê bikim lê pirsa xwe ji min re bêje..?.
Gur go dema ku te ewdî tê jêre bêjê çima ez ne sax dibim û ne ez dimrim ez mame di vî halîde halo gurî û bê taqet ti dibînê ez bi zorê bi rêve diçim yan bila rihê min bistînê û yan bila min saxbikê…
Tevger go ser çava welahî ku ez bibînim ezê jêre bêjim.
Tevgerê me bi rêya xwe çû û gurê gurî ma li wir bê ka çend roja çen şeva tevger çû giha gundekî li malekî bû mêvan xwediyê malê şîva wî çêkir şîva xwe xwarin xwediyê malê jê pirsî? pismam ti ji kûve tê tê bi kûve herê..?
Tevger go ji te tê veşartin lê ji Xwedê nayê veşartin hal hewalê min eve ezê herim li Xwedê bi gerim ka bê çima ez feqîrim ez bi virde bi wir de bazdidim lê nanê min nagihê dewê min şîv heye firavîn nîne.
Xwediyê malê jêre got wele pirsek min jî heye ezê ji tere bêjim ku te Xwedê dît tê pira min jî jêbikê?.
Tevger go pek li vê ecêbê çawe ez nabêjim ka tu ji birayê xwe re bêje ser çava.
Xwediyê malê go parçek erdê min heye ez her sal têxim genim genimê min çê dibê xwe li bejna mirova dixê mirov guneh dikê herê nav diseridê simbila wî bostekî dirêj dibê lê dema ku roj dijawar dibê dibê û demê ku wê liba wî were dagirtin û ev genim roj bi roj hişk dibê û simbila wî nayê dagirtin û wek ku çêbûyî wisa jî hişk dibê ez nizanim çima wisa li vî genimî tê.
Tevger jêre got dema ku ez dihatim min gurek bi rê de dît wîjî êşa xwe ji min re got û ji min xwest dema ku ez Xwedê bibînim ji Xwedê bi pirsim?.
Xwediyê malê go pismam ya gur çibû..?.
Tevger go gur gurî bûye ne sax dibê û nejî dimrê ji min re go dema ku te Xwedê dît tê jê bi pirsê ka çima ne ez dim rim nejî ez sax dibim ya gur ev bû.
Wê şevê li wir raza roja dî tevger xatirê xwe ji xwediyê malê xwestin û çû giha bajarekî çavê xwe li mala melik gerand mal naskir çû dîwana melik dîwan dagirtiye ewjî li nav wa rûnişt ji xwe re axivîn ta bû çaxê xewê mêvan ji he bela bûn ma melik û tevger bi tenê melik ji tevger pirsî? pismam ti ji kûve tê, tê bi kûve here?
Tevger go ezê herim li Xwedê bi gerim. Melik ma behitî go tê çawe here li Xwedê bigerê û ti çijêre bêjê? Tevger go min soz li xwedaye ta ku ez wî nebîn im û jê ne pirsim ka çima ez wisa feqîr hiştime ez li malika xwe venegerim ez bi şev û roj baz didim û ez nagihim hevalê xwe.
Melik go pirsek min jî heye tê ji Xwedê bikê dema ku te ew dît…?
Tevger go ser çava dema ku ez dihatim min gurek birê de dît wîjî ji min re got dema ku te Xwedê dît tê bi pirsê çima ez gurîm e ne ez dimrim û nejî ez sax dibim û yekî gundîjî gote min tê ji Xwedê bi pirsê parçek erdê min heye ez hersal têxim genim û genimê min çê dibê û di seridê mirov guneh dikê lê binêrê lê di dawîde ew genim hemî hişk dibê liba wî nayê dagirtin ez libê jê naxwim.
Ev ya yê gundî bû deka vêce ya xwe ji min re bêje ezê ya tejî jêre bêjim.
Melik go ez melikê vî bajarî me lê kes ji xelkê bajê ji min natirsê ti hêviya ji min nakê min divê dema ku te Xwedê dît jê bi pirsê ka bê çima ev xelkê bajêr ji min natirsin.?
Tevger go ser çava.
Roja dî tevgerê me ji bajêr derket û çû giha çemekî dî va masîkê wek gakî li ber çeme li dora wî hemî masiyê piçûkin li dora wî dicin û tên nahêlin xwe berdê ciyê kur hema ewe nafetisê li qefê.
Masî go pismam tê bi kûve here..?
Tevger go ezê herim li Xwedê bi gerim ta ku ez wî bi bînim û ezê jê bi pirsim çima wisa ez feqîrim.
Masî go weleh pirsek min jî heye ez ji tere bêjim tê bigihînê berdestê Xwedê .
Teveger go belê ezê pirsa tejî bigihînim ber destê Xwedê çimkî ti neyê pêşî vê pirsê bi min re dirêkê ji Xwedê re…
Masî go ewê dî kîne.?
Tevger go ya gur û ya zilamê gundî û ya melikê bajêr ji masîre gotin û jêre got dema ya xwe jî ji min re bêjê masiyê delal ya te çiye?
Masî go wek ti dibînê ev masiyê piçûk nahêlin ez ji ber çem xwe berdim ciyê kûr tim ez li ber keviya va çema me çiqas ez di xwazim herim ciyê kûr da ku ez xwe di nav avê de noq bikim ev masiyê piçûk xwe tavêjin pêşiya min ez nikarim herim ez li qefê dimînin ez ji te di xwazim ti ji Xwedê bi pirsê çima ev masî nahêlin ez ji qefê herim ciyê kûr.
Tevger go ser çava ezê bêjim.
Tevger çû kabê çiqasî çû Xwedê dî ku ew venagerê rabû berdevkê xwe şande pêşiya wî go here jê rebêje bila vegerê mala xwe min mal dayê min şensê wî rakir.
Berdevkê Xwedê hate pêşiyê jêre got Xwedê gotiye bila vegerê min mal dayê min şensê wî rakir.
Tevger go ne qewêtî bi min re hene ezê wan jî ji tere bêjim?
Berdevkê Xwedê go ka bêje ew çine?
Tevger go min masîk li ber vî çemê ha dî gote min tê ji Xwe dê re bêjê ez li ber vê qefê qeliham hingî ez di xwazim xwe berdim binê va gol û çema ev masiyê hûr dikevin pêşiya min nahêlin ez herim ez nizanim çima ev masî wisa li min dikin?
Berdevkê Xwedê go di serê dûvê masîde direk herî buha heye dema ku ew masiyê mezin xwe berdê binê wa gul û çema ew dir wê bi çirisînê wê ew masî hemî herin li dûvê wî bi Kevin û wê hemî bimrin ji lewma ew masî nahêlin ku masiyê mezin xwe berdê ciyê kûr?
Tevger go min birêya xwe de gurekî gurî dît ji min re go tê ji Xwedê re bêjê çima ez ne dimrim û nejî ez saxdibim.
Berdevkê Xwedê go bêje gur divê ew dil û mêlakê mirovekî bê aqil bi xwê wê sax bibê?
Tevger go yekê gundî ji min re go parçek erdê min heye ez têxim genim û genimê min çê dibê û di seridê mirov guneh dikê lê binêrê lê beriya ku ez wî biçinim hemî hişk dibê?
Berdevkê Xwedê go tê jêre bêjê ew erdê wî hemî zêr dibin dene dema ku serê zivistanê di çînê ew baş û xweş çê dibê ji ber binê wî hemî zêrin û zêr germê çê dikê lê dema ku diniya gerim dibê binê erdê gerim dibê û tavjî ji jor de didê genim ji lewma genimê wî hişk dibê ser gerim û bin gerim?
Tevger go melikê bajêr go tê ji Xwedê bi pirsê kabê çima xelkê bajêr ji min natirsin?
Ber devkê Xwedê go melik pîreke ne zilame ji ber ku zarok ji bevê wîre çê nedibûn û dema ku ew çêbû bavê wê ew wek lawika xwedî kir û di nav lawikan de mezin bû ji xelkê weye ku ew lawike dema ku bavê wê mir û ew bû melik ji lewma zilamê bajêr jê natirsin?
Tevger go evin bersivê wa ?
Berdevkê Xwedê go evin bersivê wan de tujî here Xwedê da te?
Tevger vegra hat masî çav lê kir go ha pismam ti hatî işele te Xwedê dît?
Tevger go belê min Xwedê dît.
Masî go te pirsa min jêre got?
Tevger go belê min pirsê we hemiya jê kirin.
Masî go deka ji min re bêje?
Tevger go ya te di serê dûvê tede direka herî buha heye ji lewma ev masî nahêlin tu ji qefê herê wa ciyê kur.
Masî go ez di bextê te û Xwedê de were vê dire ji dûvê min derxe û ji xwe re bibe bila bela va msiya ji min vebê?
Tevger go na min navê Xwedê gotiye here mal min date.
Masî go kuro Xwedê ev day te lawo were man e ti di bêjê Xwedê gotiye ev dir pir hêjaye masî kir û ne kir tevger ew dir ji dûvê wî ne derxist û berê xwe da mal.
Tevger hat giha cem melik wê şevê ma li cem melik ta ku dora wa valebû melik go ha îşele te Xwedê dît.
Tevger go belê min dît.
Melik go te pirsa min jêkir?
Tevger go belê min jêkir Xwdê go ew pîreke zarok ji bavê wire çê nedibûn û dema ku ew çêbû hingî di xwestin ku lawik jêre çêbê lê keçik jêre çêbû bavê wê melik rabû ew di nav kurika de xwedî kir û ji xelkê weye ku ew xorte ji lewma dema ku bavê wê mir ew kirne melik.
Melik go ya wayên dî çibû?
Tevger ya masî û yê gundî û ya gur hemî jêre gotin.
Melik go deka were min li xwe mehir bike û emê herin wê dira masî ji xwe re bînim û ev bajar wê bimîn ê ji min û tere?
Tevger go na ezê herim mal Xwedê gotiye here mal min da te.
Melik go heyran Xwedê ev daye te were min li xwe mehir bike û emê herin wê dirê jî ji xwe re bînim va Xwedê da te?
Tevger xwe neda ber melik kir û ne kir tevger go bi kîrê mêşê ezê herim mal Xwedê gotiye here mal min da te.
Roja dî berê xwe da malê giha cem yê gundî ji wîre jî go Xwedê tehala halo gotiye ya masî jêre got û ya melik jêre got û jêre go Xwedê gotiye ew erdê wî hemî xizneye ji lewma genim ê wî hişk dibê.
Yê gundî go heyran deka were ez û te wek di bira emê wan zêra ji xwe re derxin?
Tevger go na ezê herim mal Xwedê gotiye here min da te?!
zilam kir û ne kir tevger xwe neda ber wê şevê li wir ma roja dî berê xwe da mal giha cem gur, gur go pismam ti bi xêrhatî îşele te dermanê ne xweşiya min aniye?
Tevger hemî jêre got ji ya masî û ya melik û yê gundî û go yê tejî Xwedê gotiye bila dil û mêlakê mirovekê bê aqil bi xwê wê sax bibê.
Gur go deka ezê mirovekî bê aqil ji ku bînim.
Tevger kete ser rê berê xwe da malê pişta wî kete gur.
Gur ji xwe re go bi sê navê Xwedê ji vî bê aqil tir peyda nabin masî ew dir dayî wî naniye û melik gotiyê were min li xwe mehirbike wî ne kiriye û yê gundî gotiye were ez û te weka di bira emê vê xiznê ji xwe re vekin wî qebûl nekiriye ma kanî yê ji vî bê aqiltir hema da xwe û xwe avte tevger û ew da erdê dil û mêlakê wî derxistin xwarin di cîde sax bû.
Yê gundî jî çû ew xizne ji xwe re vekir û çû cem melik ewjî li xwe mehir kir û çû ew dira di dûvê masîde ji xwe re anî û serê we sax…………..