Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî a Kurdî li Suriya di derbarî hevpeyvîna taybet ya Siud Elmela bi rojnameya Buyerpress re daxuyanek belav kir.
Yekîtî dibînin ku wî zirar gihandiye hemû partiyên kurdî yên ku di Encûmena Niștimanî Kurdî de, herwiha nakokî zêde kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Pêwîst bû ku sekretêrê(PDK-S) bi karê yekîtiyê rabe û herwiha xizmeta yekrêziya kurdan bike, di vê hevpeyvînê de jê dihat xwestin ku projeyên nû ji bo yekitiya kurdan pêșkêș bike, aktîvkirina rola Encûmana Kurdî di van rewșên awerte de yên ku herêmên kurdî tê de dijîn, û êrîșên komên çete, herwiha pilanên rêcîmê bi hemû alavên xwe, û siyaseta (PYD) ya bi tena xwe di hemû biryar û seferberyan de, tenê ji bo jiyana siyasî bidawî bîne û bercewendiyên xwe biser bixîne.
Partiya Yekîtî daxuyaniya xwe wisa bi dawî kir: ” Ew lêborîn peyvên wî tekez dike, serast nake”.