Bûyerpress
Partiya Demoqrata Pêşeverûya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî), duh înê li bajarê Qamişloyê Hevdîtineke Şêwirdariyê da destpêkirin, bi armanca ku karê kurdî yê hevbeş were aktîvkirin.
Endamê Polîtbîroya Pêşverû Faris Osman ji Bûyer FM re ragihand ku armanca wan ji vê hevdîtinê ew e ku hîmê pêşîn ê lihevkirineke kurdî – kurdî were danîn.