Bûyerpress
Helmeta Bahoza Cizîrê li başûrê Hisiçayê bi hemî hêza xwe berdewam e, herî dawî jî Hêzên Sûriyeya Demoqratîk gundê Himêdiyê rizgar kir û tenê bi qasî 5 kîlomitreyan ji bajarokê Dişîşê dûr mane.
Ji dema ku hêzên HSDê bi palpiştiya hêzên Amerîkî, Fransî û Îtalî berê xwe daye başûrê Hisiçayê, hetanî aniha bi qasî 10 kîlomitreyan bi pêş ve çûne, 5 kîlomitreyan ji başarokê Dişîşê û 14 kîlomitreyan ji sînorê Iraqê dûr mane.