Bûyerpress
Duh înê Çaremîn Kongreyê Yekîtiya Ragihandina Azad bi dawî bû, tê de Sîpan Can û Evîn Yûsiv ji bo Hevserokatiya Yekîtiyê hatin hilbijartin.
Kongreyê Yekîtiyê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, ji bilî hilbijartina hevserokatiya nû, her yek ji Roj Mûsa, Ebdela Şêxo, Ibrahîm Xelîl, Meryem Temer û Hêvî Semîr wekî nûnerên Herêma Cizîrê ji bo Meclisa Yekîtiya Ragihandina Azad hatin hilbijartin.