Bûyerpress
Nivîskar Ibrahîm Qasim, pirtûkxaneya bavê wî ya ku bi berhemên klasîk dagirtî bû, bala wî kişand û bi saya ewê pirtûkxaneyê fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî bû.
Di sala 1978’an de dest avêt pênûsê û hestên xwe di malikên helbestê de bi cih kirin. Hevdemî nivîsînê, tevlî kombûn û rêxistinên rewşenbîrî jî bû û gelek çalakiyên wêjeyî li dar xistin.
Hetanî aniha 5 pirtûkên wî hatine çapkirin: der barê helbesta kurdî de du lêkolîn û sê berhevokên helbestan.
Di sala 1961’ê de li gundê Hemze Begê yê Devera Koçeran ji dayîk bûye û aniha li Dêrika Hemkoyê dijî. Ew aniha Endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê ye.
Serî Derxe
Dîsa werim ba te ez
Dê bijîm jîna te ez
Li ser sînga wekî rok
Dîsa dê binalim ez
Eger tu yara min bê
Hebûn û navêt min bê
Dilbera dilê min bê
Xencer di canê min bê
Ser kete nava porê
Noq girtiye bi zorê
Dil herfî û helya
Di vê jîna wek gorê
Binê gera pir tarî
Bê ziman û zeharî
Serî hilde binêre
Wer mêze ke vî halî
Serîhildan çawa ye
Çi hatiye çi maye
Di şikefta pir tarî
Wek şikefta cina ye
Serî gêj e ranabê
Ku cîhan tev xirabê
Her du çokên min şikandin
Halê me wê çawa bê
Ey keça porî pir bir
Têlên dilê min qot kir
Te dame ber sîngên xwe
Te ev canê min sot kir
Eger xebat wiha bê
D’ binê şikeft û gera bê
Tirs ji kî ye birader
Ev dijmin qet ranabê
Tirsonekê bêzirav
Ev şaxê te çi belav
Serî derxe j’ bin porê
Ber çavên te bû gerav
Serî d’ bin porê maye
Pişt li te pir tewaye
Li pêşî çavên dijmin
Karê te tev xuya ye
Serî hilde û bitirse
Ji xwe re tu bipirse
Ji dijimin xwe biparês
Dijiminê te ne qels e
Hene di nav we de pir caş
Hember we xwe dikin baş
Xwefirotiyê dijimin
Xebatê ew didin paş
Xweşik ew tên naskirin
Dema tê barê mezin
Ser pişta wan giran e
Lewra bi lez direvin
Yên Wek Te Nînin
Mafî ji neyar nexwaze carek
Têkil neke xo di rêk û warek
Serbest biçe pêş xulam neçar in
Aza tu hebî ne kurd hejar in
Sar nabe tu yan çi êl û malek
Pîroz e xebat bi şap û şalek
Biryar nebê tu bidî çi dijmin
Piştê nede wî bimîne hişmin
Serbest biçe pêş derîne derdî
Ev tirk û ereb diçin bi gerdî
Lewma di ezab neçar dimînin
Rêzî û silav ji te r’ dişînin
Bêbext e neyar tu baş bizane
Dorpêç dike pez ne wek şivan e
His kir binûsim li ser reqî te
Rêber û serok xwezî wekî te
Hingî me heban berî hezar sal
Kurmanc nediman feqîr, hejarhal
Kurdan di dinê hebane dewlet
Serbest bijiyan bi mal û serwet
Perwîze dilî ji ber tu merd î
Bawer bi te em hilîna kurdî
Helbet di dilî tu roh û can î
Min wênekê te di dil de danî.
Kî Arê Min Vemirand
Karê ne berçav em tên firoştin
Şaqis dimînin em têne kuştin
Karê ne ser rê kî bo me anî
Bejna xwe wî bir ev rêç e danî
Arê min ê gur kî wî mirandî
Ev şer û pevçûn kî hilgurandî
Xwîna gelê min va tête noştin
Cerg û dilê min tev têne sotin
Kûştin û wêran her dem bi ser de
Sîfir û Lozan tê hîn ji vir de
Êşa dilê min hew qa bi dax e
Wek vî gelê min hew qa b’ semax e
Ev çend hezar sal ew mabû bindest
Wek şêr şiyar bû car dî dirawest
Çi bikim mixabin min got bi rastî
Kurd em ne ser hev kanî biratî.
Şîn û Zayîn
Şîn û zayîn bi hev re
Di beyanî de
Di ronahiya mirî de
Mij û moran e
Nahêlin mirov wê bibînê
Derd dikêşandin
Dil diarandin
Dişewitandin
Dil bi kul
Li ber rojava
Li ber banga mela
Gelek giryabû
Şîn û zayîn bi hev re
Di beyanî de
Şîn û dîlan
Mirin û jiyan
Hev girtin
Gihiştin hev
Û hatin li ba hev
Li ser canê mirî de li ser pêçeka
Mendalekî de
Min xwe nedît
Xwe neparist
Di nîva şeva tarî de
Bê hoş û mest bûm
Min xwe neparist
Ez serxweş bûm
Va ez digrîm
Va ez dikenim
Ji bo çi
Nizanim
Ev çend sal bûrîn
Li ser salên ne xweş de
Birîn kûr e
Hatiye sotandin
Ah oxên tê de kevn in
Kevnar in
Her tişt hebû diyar bû
Piştî dem bûrî
Winda bû
Dixazim ji bîr bikim
Lê bê çare me
Jînek nû
Û yarên nû
Ne wek yên berê
Pir ji wanan dihat xwestin
Lê tu nekirin
Yarên nû
Ew jî ji wan tê xwestin
Tiştên nû
Di nav kul û derdan de
Di nav şahî û…
Hin ji wan nû ne û hin ji wan kevn in
Min bi dest yek nû kir
Ew jî vale bû
Tiştek tê de nebû
Tenê rengek dî
Pirsek dî
Landikek dî
Va ez xwe pê şad dikim
Û dihejînim
Ji kî re
Ez nizanim
Dilê Min Dîsa Şika
Çaxê axa
Dengê bega
Qeb qeba kewa
Dîsa şîn da
Dilkeviro
Serhişko
Vegera çaxa bega
Dîsa rengê Beko
Da min bikê kolê xwe
Dilî min dîsa şika
Kew serek min e
Îro berdevkê min e
Bêbext e dijî min e
Bi min dilîzê
Li ser pişta min îro siwar e
Girê dama ez
Bi toq û hefsaran
Bê tirs û fedî
Li ser stûyê min
Gelek bi hêz e
Şûnde hiştim
Bi hezarê salan
Xwediyê masê ew jî kew e
Razayî ye ne şiyar e
Dilpola ye serî bivir e
Cihê min bihar e
Lê wek xemare ye
Çi bela van serxweşa ye
Gundî kirin tarîvar e
Zikzikî paşpaşkî
Jînê dixwazin
Na bawer ke kursî dixwazin
Girtin şer
Ketin bedena hev
Ji hev kuştin
Xwîn li hev miştin
Bi serê mezinê min
Yanî kewê te
Li min hilgirtin bar
Şax berdan gund û şar
Çav berdan kursî û pera
Lewra ala min rûxa
Hatin
Li vê dê bandev û ewr e
Dadigirê cîhan
Dengê birûskê
Ev ba gund û bajaran
Ji rahan hildikê
Û gul û kulîlkan
Ji wê da ha hatin
Bi xwe re anîn baran û ba
Nema çûn ji vê derê
Kuştin bi hezaran
Der heqa vê qadê
Lê qada min negirî
Û nekir hawar
Da sitemkaran
Sed hezar poşmanî
Ma di rûyê wan de
Weke Rostemê Zal
Weke Dêwê Guhderz
Weke Kawa weke Berzan
Sitemkar hatin ji wê da ha
Çandin di xaka me de
Top û bombe
Şewitandin gund
Û şehar
Nesekinîn ev mêtinger
Kuştin zarok û kal
Nesekinandin ev şer
Şewitandin baxçe û dar
Di zikê gelê min de
Vekirin pencere û derî
Xwîn di erdê re meşî
Bû roja pakrewanan û şehîdan
Min ji bo dayika xwe
Ango welatê xwe
Kirye gorî
ZARÎN
Ey zarîna har
Tu çi neyar î
Ji ser kendalan
Ji ser zinaran
Li çol û beyaran
Li ser gund û bajaran
Di welatê min
Çima dibarî
Ey qeyranê ji ser min rabe
Dema min werê
Te wê jîn nebê
Dema min werê
Dawiya keserê
Wê nalîn nebê
Ey qerana har
Gelek bi tirs î
Lewra dilê min
Ji min dipirsî
Dengê te heye
Keftar û hirç e
Gelek dijwar e
Bilind û zirt e
Dengê te heye
Humîn û xurt e
Dengê te heye
Bi top û tivingê
Zîrek û xurt î
Di şer û cengê
Dengê me heye
Ger em bi yek bin
Ev hêza me ye
Ger bi serek bin
Dengê me gîha
Qefqas û Çînê
Agir ronî da
Li ser zemînê
Ey zarîna har
Derkev ji welat
Ji şar û gundan
Tû wek xezebê
Te qehra min gihand
Dil û kezebê
Gulek Şînhat
Xwêdanek hûr li ser enya wî de hat
Û derket
Bû dilopek giran
Û ma
Higî bû mezin bû
Ji jor hate xwar
Ket ser kevirek mezin
Û ma
Berî sibehê berî banga melê
Gulek şîn hat
Bi çar pelan
Wê bên da
Ji berî roava ji berî banga melê
Dîsa wê canê xwe ji dest da
Zuha bû li ber sirê
Çilmisîn pelên wê
Ji wê dê rabûm min bar kir
Di nîva şevê de vegeriyam
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatine weşandin. 2018.06.01