Çîmen Mûrad
Tu Çûyî
Eva tu çûyî,
bê deng tu çûyî,
qey te dizanî tu yê ji vê cîhanê bar bikî,
û ew kenê li ser lêvên te,
wê dîlana xeman li pey xwe bihêle,
û rûhên dilsoz,
wê nobetê li şeva te ya dawî bikin,
wê wek mûmên vêketî,
şiyar û bêhedan bimînin,
ew çirsandina min di deqa dawî de,
di çavê te de dîtî,
îro bi hezarên gotina xatir ji min xwest,
serpêhatiyên xweş û yên nexweş,
wekî barana biharê ser min de barand,
û pirsên bêbersiv di serê min de honand,
gelo gotinek mabû,
ya te hê ji min re ne gotî ?
gelo birînek mabû,
bê derman mayî ?
gelo di jiyaneke dî de,
wê hebê ez te dîsa bibînim ?
gelo ev agirê min niha bi saxî dişewitînê,
wê rojekê vemire ?
ax eva tu çûyî,
bê deng tu çûyî.