Danehev: Luqman Yûsiv
Roja Xweda Hemê da dinyayê derew pê re kirne heval !. Ji ber ku navê wî bi yê derewîn derket, kurê wî halo jê xwest: Bavo, ji ber çîrokên te yên ne di rê de em nema dikarin serê xwe di nav xelkê de rakin ; ji ber vê yekê û ji niha û pê de çi civata tu heriyê, ezê bi te re werim, ji bo cara ku tu di gotinê de germ bûyî (derewa te hate xuyakirin) ez xwe bikixwîn . Bi vî rengî tê bi hişê xwe werî û tê ji gotina xwe(derewa xwe) vegerî. Êvarî bi şev Hemê kurê xwe da rex xwe û berê xwe da şevbêrka odê. Axê ji hemê xwest ku serpêhatîkê ji yên pê re derbasbûyî ji civatê re bêje. Hemê kete ber salfa xwe û nêçîrê de û halo got: Bi serê we van zilaman, di rojekê ji yên buharê de, min xwe avête ser pişta mehîna xwe, min tajiyê xwe bi rex xwe xist û min berê xwe da nêçîrê. Hîn min nêzîkayî li çiyê nekiribû xizalek ji ber min rabû.Min da ser pişta wê, ji dehm de min dît hinekan tîrek avêtine lingê mehîna min û hiştine bi sê lingan!. Min mehîna xwe bi sê lingan ajot û careke dî min xwe nêzîk kir lê mixabin tîreke dî avêtin û mehîna min hiştine bi du lingan. Min guh li wan nekir û careke dî min serê mehîna xwe berda û ji nûvre min da ser pişta xizalê !. Dema kur dît ku bavê wî tê de germ bû û herkesî di civatê de di derwa wî de anîne der, bi dengekî bilind xwe kuxand hişt ku bavê wî raweste, lê hingî bavê wî tê de germ bûbû awirek ji kurê xwe veda û halo jê re got: Xwe ne kuxêne, ez bi xwedêkim ku ez saxbim ezê mehînê bi zikxişkê gihênime xezalê !!.