Ebbas Kiyarustemî
Ji Erebî: Qadir Egîd
Xêzkeke sor
li ser spîbûna berfê ye,
nêçîreke birîndar
– 2 –
Di destpêka rohilatê de
ciwanîke spî
ji mehîneke reş
jidayik bû.
– 3 –
Wê bahoz gulên gilyazan
bi xwe re bibe
spîbûna ewran .
– 4 –
Li paş her pêleke bilind
sê pêlên kin in,
li paş her sê pêlên kin
pêleke bilind e.
– 5 –
Min heyv verêxist
ta di hundirê ewrekî tarî de
winda bû,
min mey noşî
û raketim.
– 6 –
Di destpêka rohilatê de
heyv bêmad dibe,
bi banga keleşêr re
stêrê jinav dibe.
– 7 –
Dema tariyê xwe veda,
ba bi bêhna gula şevê
tije bû.
– 8 –
Ta bilind e wî nas nekin,
di nîvê şevê de
balindeyek distrê.
– 9 –
Di şeva zivistana sar de
bûka baranê,
bê sako ye.
– 10 –
Şev.
– 11 –
Ji hilata yekem tîrêja heyva payizê
li ser pencereyan,
camên wan
lerizîn.
– 12 –
Dema bi gulan
diramim
bahozên sar dibarin,
radibim û pencereyê asê dikim.
– 13 –
Di yekem êrîşa bahozên
payizê de
komin ji pelê daran
xwe avêtin odeya min.
– 14 –
Di xew de dibînim
ku di bin pelên payizê de
binaxkirî me,
ku laşê min
Bi xunçeyan dipişkive.
– 15 –
Di piyê gumlikê min de,
yê bi têla cilan ve
daleqandî
du pelên payizê xwe veşartin.