Bûyerpress
Tevahiya neteweyên dinyayê û di nava wan de kurd jî, Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî ku di 21’ê Sibatê de ye, pîroz dikin. Ji bo kurdan ne tenê ev roj, lê belê rojeke taybet ji bo pîrozkirina zimanê kurdî heye, ew jî di 15’ê Gulanê de ye.
Di sala 2006’ê de ji hêla hevgirtin û kombûnên rewşenbîran ên Bakurê Kurdistanê ve roja 15’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” bi fermî hat ragihandin û ji wê hingê ve hemî kurmancên dinyayê vê rojê pîroz dikin.
Ji ber ku di 15’ê gulana 1932’yê de yekemîn hejmar ji Kovara Hawarê derket ku tê de cara pêşîn peyvên kurdî bi tîpên latînî yên alfabeya Mîr Celadet Bedir-Xan li ser pelê çap bûn, ji lew re ev roj wekî “Roja Zimanê Kurdî” hat hilbijartin.
Di heman rojê de (15’ê Gulanê) li sala 2014’ê, Rojnameya Bûyerpressê jî bi beşên kurdî û erebî ve li bajarê Qamişloyê derket û hetanî roja îroyîn ku gihaye hejmara 78’ê, xeabtên xwe didomîne.
Dezgeha Bûyer a Ragihandinê vê roja pîroz û nirxbilind li tevahiya zarên neteweya kurd pîroz dike û paşerojeke geş û rewşen ji ziman û rojnamegeriya kurdî re dixwaze.