Bûyerpress
Hin şexsiyetên wisa ji Medreseya Kurdî derketine ku ew êdî bûne malê dinyayê, wek Selhedînê Eyûbî yê Kurdî ku bûye hîmdarê duyemîn ê ola Îslamê û wek Îsmail Cizîrî (1136-1206) ku ew wek bavê robot û computerê hatiye pejirandin. Her wiha ev e çend kesayetiyên li jêrê ku berhemên Medreseya Kurdî bûne:
– Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826), hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bûye.
– Ehmedê Xanî (1651-1707).
– Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).
– Feqe Reşîdê Hekarî.
– Feqiyê (Mihemed) Teyran (1590-1660).
– Mele Ehmed Huseyn Bateyî (1417-1491).
– Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?..)
– Mele Seîdê Kurdî (Norsî).
– Mele Ûnis Herqetênî (1785-?).
– Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843).
– Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832).
– Pertew Begê Hekarî (?.. -1806).
– Selîm Silêman (Sedsala 16-17).
– Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).
– Şêx Diyaedîn (Navdarê bi Hezretê Norşênî).
– Şêx Ebdulqadir (1908) Nehrî.
– Şêx Elî Herîrî (1010-10789).
– Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).
– Şêx Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640).
– Şêx Seîdê Pîranî.
– Şêx Ubeydulah Nehrî (1880).
– Seyîd Taha Nehrî.
– Xaris Bedlîsî (1758-?) û bi hezareha kesên wisa…
Piştî Peymana Qesra Şêrînê (1639) ku xwezaya Kurdistanê di navbera osmanî û sefewiyan de hate dabeşkirin, dîsa Medreseya Kurdî jiyana xwe domandiye; ne faris û ne jî osmanî têkilê kurdan nebûne û kurd û Kurdistan înkar û mandela nekirine. Lê piştî 1923’yan ku bakurê Kurdistanê ketiye nêv nexşeya Tirkiyê, rewşa Medreseya Kurdî bi temamî hatiye guhertin.
Piştî 1925’an, Mistefa Kemal bi navê “Kanuni Tedrisat” ew medreseyên kurdî dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan medreseyên kurdî ev bû; asîmilekirina kurdan û qutkirina kurdan ji her tiştên wan ên kev, xasma bêxeberhiştina kurdan ji pêşiya wan.
Îcar Medreseya Kurdî ji sedsala yazdehan ta nîvê sedsala bîstî, rola ku di parastina ziman û çanda kurdî de kiriye, em ê pir bi kurtî li jêrê binivîsin:…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15