Bûyerpress
Topbaran û êrîşa dagirkeriya Tirkiyê bi komikên xwe yên çekdar ve li ser Efrînê dest pê bû. Bi destpêbûna evê êrîşî re, li seranserî deverên Efrînê kara xweparastin, berxwedan û xweragirtinê dihat kirin. Lê mirovek hebû ku bi dirêjahiya evê êrîşê ji mezela xwe derneket û xerîkî nivîsîna romana “Efrîn…Destane û Birîn” bû. Nivîskar Merwan Berekat bi mebesta ku evê bûyer û qewama trajedîk belge bike, bi hemî hêza xwe derbasî qada romanê bû û kêliyên dîrokî yên berxwedana Efrînê li romana xwe bar kirin, “Berxwedana Serdemê” di hundirê peyvê de vejand.
Merwan Berekat di mijdara 1964’ê de li gundê Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrawa (Çiyayê Lêlûn) ji dayîk bûye. Xwendina seretayî li gund kuta kiriye û ya amadehî li Helebê domandiye. Di 1981’ê de derbasî Peymangeha Bazirganiyê dibe û di pê re Wêjeya Ingilîzî jî dixwîne, lê belê ji ber “sedemên ewlehî” her du beşan jî bi dawî nake. Bi qasî deh salan di dibistanên deverê de mamostetî kiriye, lê rêjîma Sûriyeyê bi sedema xerîkbûna bi zimanê kurdî, ew du caran ji kar bi dûr xist û nehêla ku mamostetiya xwe bidomîne. Di sala 1982‘yê de bi awayekî jixweber fêrî zimanê kurdî bû. Di sala 1989’ê de bi fermî dest bi nivîsînê kir û êdî nivîsîn wê di piraniya kovar û rojnameyên Rojavayê Kurdistanê de hatin weşandin. Yek ji damezrînerên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ye. Bi dehan ji nivişt û pirtûkên hêja berhem dane, hin ji wan çap bûne, hin jî hêj destnivîs in. Tûrikê berhemdariya wî şaxên têvel li xwe digire, wekî: berhevokên helbestan, lêkolîn, zimannasî, daneheva parçeyên folklorî, deqên wêjeyî û roman.
Di hundirê rêzên evê hevpeyvîna jêrîn de, li ser rewşa Efrînê berî û piştî êrîşê hin rastî tên gotin. Her wiha der barê biryardan û çawaniya nivîsîna romanê de, M.Merwan Berekat bawerî û hêçana xwe dibêje.
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
– Wekî bajarekî Kurdistanî, Herêma Efrînê ji berî sala 2011’ê çawa bû, di hundirê evê herêmê de xelk çawa dijiya û ta çi radeyê ew kirasê kurdewar li bejna Çiyayê Kurmênc dihat?
Her gundek ji gundên Efrînê Kurdistanek tê de heye; ango Kurdistana Mezin tê de heye. Di her gundekî de navên zarokan Amed, Hewlêr, Mehabad, Dicle, Ferat, Sîpan û Zagros hene. Di her gundekî Efrînê de, navê tevahiya xaknîgariya Kurdistanê peyda dibe. Tişta herî balkêş di Efrînê de ew e ku hemî xelk bi kurdî dipeyive. Efrînê kurdewariya xwe parastiye. Efrîn bi hemî awayan bajarekî Kurdistanî ye. Efrîn hêlîna neteweyî ye; di 1957’ê de dema ku yekem partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê ava bû, 4 kes jê ji Efrînê bûn. Bi dehhezaran ji ciwanên Efrînê bawernameyên bilind wergiritine. Belku xwendevanên Efrînê bi qasî yên Bakurê Kurdistanê hebûn. Ji 2006’ê hetanî 2014’ê, tenê li Efrînê me 8400 kes fêrî zimanê kurdî bi 3 astan kirin. Xelkê Efrînê xwendevan e.
– Sala 2011’ê bû destpêka qonaxeke nû ji hemî deverên Rojavayê Kurdistanê re. Di pê sala 2011’ê re Efrînê çi danehev kir û xelkê Efrînê çawa pêşwaziya guhertinên nû kir; ango ta çi radeyê hûn ji vê serdema nû re bûn bersiv?
Efrîn wekî ku hebû xwe parast. Xelkê Efrînê ser hev bû, li dij hev ranebû. Ev jî ji bo pir kesan çavêşiyek bû. Hin guhertin çêbûn; zimanê kurdî derbasî dibistanan bû û tişta herî balkêş ku ji bo me xewn û xeyal bû, vebûna Kulêja Wêjeyê li Efrînê bû. Keça min jî ji sala yekê hetanî ya sêyan lê dixwend.
– Berî ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê dest pê bibe, tevahiya dunyayê jê hay bû ku êdî êrîş dest pê dibe. Di demekê de ku tang û topên Tirkiyê li hawîrdorê Efrînê dihatin rapêçan, di wan kêliyên dawî de xelkê çi dikir, çi amadekarî dihatin kirin?
Ez li gundewarê Efrîn bûm û hêj ez lê me. Xelkê Efrînê bi şêweyekî giştî ne di wê baweriyê de bû ku rewş bigihe vê rewşa ku aniha em tê de ne. Lê mixabin bû… Bersiva evê pirsê bi hûrgilî di romana min de hatiye.
Her bêjeyeke ku di romanê de hatiye nivîsîn, bi şewata dilê xelkê hatiye nivîsîn; her peyvek êşek e, her tîpek birînek e.
– Êrîş û topbarana Tirkiyê dest pê bû û te jî dest bi nivîsîna romanekê kir. Di demekê de ku hinan kara şervaniyê dikir û hinên din jî kara penaberiyê dikir, te roman nivîsî. Di wan kêliyên zor de, te çawa û ji ber çi ev biryar sitand?
Ez di wê baweriyê de bûm ku hin destane li Efrînê dê dest pê bikin û divê ev destane li ber ba neçin, bi çi şêweyî be divê bêne belgekirin. Roja yekê 20’ê berfanbarê bû, dema ku balafiran derdora gundê me bumbebaran kir, ji dêvla ku xelk bireve hemû derketin ser banên malan da binêrin ka çi heye. Cama mala min bi xwe jî şikest. Êvarê ez derbasî hundir bûm û bandoreke pir bihêz li min bû. Yanî çima Efrîn? Dayîka te li pêş çavên te be û mirovek were zererê bigihînê, tu yê çi bikî? Em gur bûn, tengijîn, rabûn, daketin… lê min got divê ez tiştekî bikim, ji ber ku berxwedan ne tenê bi tivingê ye. Du rojan ez li hundir mam û min tiştek nekir, tenê dema dengê topbaranê dihat, ez derdiketim. Min zanîbû ku birîn dê çêbibin, lê min nizanîbû ku ew qas dê kûrtir bibin. Ji lew re di pê destpêbûna êrîşê bi du rojan, hema herî pêşîn min navnîşana romana xwe nivîsî “Efrîn… Destane û Birîn”. Carinan sê roj û sê şevan ji malê dernediketim. Paşê ez neçar bûm ku dakevim gundan û li nava bajêr bigerim, da ku nerînên xelkê bigirim. Min li çavên xelkê dinihêrî, di çavên her kesekî de gelek bersiv hebûn, lê pirs windayî bûn. Dema ku ez diçûm bajarê Efrînê ez hestewar nedibûm ku şer heye, ji ber ku her tişt normal bû û her kesî karê xwe dikir. Dema ku ez ji bajêr derdiketim, min dinasî ku tiştek çêdibe; xelk şêt mabû û gelek pirs li ser zimanan hebûn. Dema ku ez êvarê vedigeriyam malê, min nêrînên xelkê, tiştên ku min dîtin û di çavên xelkê de xwendin, gotinên li ser zimanê xelkê, bêdengiya xelkê û xebata wan hemî bi rengekî wêjeyî dinivîsîn. Min li ser pelê nedinivîsî, hema bi dest xwe re min li ser komputerê dinivîsî. Carekê min dinivîsî û li derdora gund topbaran çêbû, hundirê malê tev hejiya; eger min komputerê xwe negirtiba, komputer jî diçû û roman jî diçû… Her bêjeyeke ku di romanê de hatiye nivîsîn, bi şewata dilê xelkê hatiye nivîsîn; her peyvek êşek e, her tîpek birînek e.
– Di seqa û atmosfera şer de, nivîsîna romanekê hêçan û tecrubereyeke balkêş e. Tu çawa vê serbihoriyê dibêjî?
Ez ê çi bibêjim! Tecrubeyeke pir biêş bû. Ev roman ne tenê di nava topbaranê de hatiye nivîsîn, lê belê dêya min jî nexweş bû û li nexweşxaneyê dima. Rojane divabû ku ez herî kêm yek demjimêrê li bal dêya xwe rûniştama û min dermanê wê peyda bikira. Hetanî aniha ez li xwe şêt dimînim ku çawa min nivîsî! Min xew nedikir. Min û xewê me dijberiyeke pir mezin bi hev re kir; hetanî sibehê ez hişyar dimam. Lê dîsa dibêjim ku ez sipasiya malbatê dikim, ji ber ku dema ez diketim hundirê xwe û min komputerê xwe vedikir, êdî hew tu kes bi ser min de dihat. Rojên dawiyê yên herî zehmet bûn, ji ber welatiyên gundên derdora me penaber bûn û du malbat di mala min de bi cih bûn. Bi rastî tecrubeyeke wisa ye ku nayê pesindan.
Di heman rojê de hem bavê wê hem jî destgirtiyê wê şehîd dibin.
– Qehremanên romana te kî ne, çi dikin û bûyerên ku roman li ser wan ava bûne çi ne?
Roman ji destpêkê ta dawiyê ez dikarim bibêjim ku şerek e di navbera tarîperestî û ronahîperestiyê de. Destpêkê ez bi şêweyekî wêjeyî derbasî romanê bûme û min nivîsiye ka Kurdistana kevnare çawa bû, çawa ku warê rojperestî û ronahiyê bû. Her wiha min nivîsiye ku çawa kurdan şerê tarîtiyê kiriye. Wisa dom dike hetanî ku digihim berî destpêbûna êrîşê. Paşê rojnamevanek derdikeve û der barê êrîşa li ser Efrînê de ji hemî çîn û pêkhateyên civakê nêrînan werdigire. Lê kesa ji destpêka romanê hetanî bi dawiyê dimîne, nojdarek e ku navê wê Bêrîvan e. Bavê Bêrîvanê şivan bû. Dema ku şer dest pê bû, bavê ewî şivanî jî jê re gotibû ku tu yê pezê xwe ber bi Çiyayê Hawarê ve bibî û her wiha gotibû ku çar berxên nêr di nava pez de hene, tu yê her rojê berxekî ji şervanan re serjê bikî û bikî xwarin. Lê bavê Bêrîvanê jî pezê xwe dide kesekî din û ew jî diçe şer. Destgirtiyê Bêrîvanê jî leşkerekî Erka Xweparastinê ye. Di dawî de bavê Bêrîvanê di şer de birîndar dibe û wî tînin Nexweşxaneya Avirîn. Bêrîvan bavê xwe derman dike û dibîne ku şervanekî birîndar anîne nexweşxaneyê, ew jî destgirtiyê wê ye. Di heman rojê de hem bavê wê hem jî destgirtiyê wê şehîd dibin.
Bêrîvan roja din gustîlkê ji tiliya xwe derdixe û dixe ya nîşanê, her wiha dibêje: “Ji vir û pê de navê min Tolêstîn e, divê ez tolê bistinîm.” Îcar Bêrîvan dixebite û di pir cihan de tolê disitîne. Bêrîvan li eniyên şer jî birîndaran derman dike û tola xwe ji birîndarên dijmin disitîne. Ji vê yekê yê bijîşk dibêje Bêrîvanê ku ev ne ji sincên kurdan, ne jî ji sincên nojdaran in ku birîndaran bikujin. Bêrîvan baş bersiva xwe dide, lê di dawî de wê ji Nexweşxaneya Avirînê bi dûr dixin. Bêrîvan xebata xwe ranawestîne û nojdariya xwe bi awayekî xwebexş didomîne. Bûyerên Barîn û Avestayê jî di romanê de derbas dibin. Paşê xelk li pey hev rêz dibe û di Çiyayê Xewnan re derbas dibe. Careke din li Çiyayê Xewnan Bêrîvan û çend hevalên xwe yên nojdar çend kevir dane hev, sitargehek lêkirin û birîndarên ku hene di wir de derman kirin. Dawî derman xelas dibe, îcar Bêrîvan pişta xwe dide zinarekî, nerînên xwe li Deşta Cûmê û Darên Zeytûnan dimeyîne û dibêje: “Birîna mezin û kûr Efrîn e, dermanê wê tenê rizgarkirina wê ye.”
– Der barê çapkirin û weşandina romanê de, li kû û kengê tê çapkirin?
Ev tenê ne pirsgirêka min û vê romanê ye, lê ev pirsgirêka hemû nivîskarên kurd e mixabin! Bi sedan berhemên wisa hene ku hêj nehatine çapkirin û negihane ber destên xelkê. Tu kes li berheman bi xwedî dernakeve û tu kesî ji xwe re nekiriye xem. Lê eger berhemeke evînî bûya, dibe ku xelk lê bibeziya.
Mirov wekî çiyayekî rût e, tiştek lê tune ye. Lê ku tu bixwazî buhareke rengîn lê çêbibe, divê ku baran lê were. Lê ku tu bixwazî hêj kanî jî di wî çiyayê de vebin, divê ku baran pir xurt lê bike. Lê eger ku tu bixwazî ava ewan kaniyan were vexwarin, divê ku ew ewrên ku baran ji wan dibare, ewrine paqij bin. Ji lew re dema ku kanî der dibe û diherike, ma ne bi herka xwe re kulîlkan li derdora xwe dibişkivîne. Lê mixabin li nava kurdan û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, kesekî ku li tîpan xwedî derkeve tune ye. Ma ne ev berhem têne nivîsîn da ku xelk bixwîne..!
Eger ez li şûna mîr Celadet bûma ku rêzimana kurdî nivîsiye, min ê cînavka “ez” rakira, bila tuneba!
– Wekî welatiyekî Efrînê ku hetanî vê gavê tu di hundirê bûyerê de dijî, bi nerîna te gunehê kurdan di dagirkirina Efrînê de çi bû?
Bi lihevnekirin, neyekrêzî, partîtî û mejiyê xwe yê teng hemû partiyên kurdî di der dagirkirina Efrînê de berpirsyar in. Eger em yek rêz bûna û lêvegereke me ya siyasî hebûya, bê guman em ê ne di vê rewşê de bûna.
Eger ez li şûna mîr Celadet bûma ku rêzimana kurdî nivîsiye, min ê cînavka “ez” rakira, bila tuneba! Ha ev rewşa em tê de, ji encamên ezeziyê ye. Xelk aniha heyîrî maye; hin dibêjin em ê vegerin malên xwe û hin jî dibêjin na. Îcar di navbera “vegerin” û “venegerin” de gelek çîrokên êşdariyê çêdibin.
Ta zinarek hebe ez ê bimînim û ta bihostek ax jî hebe ez ê li serê rûnim.
– Bi destpêbûna êrîşa li ser Efrînê re bi sedhezaran xelk penaber bû, lê hetanî îroj tu li Efrînê mayî; tişta ku te bi xaka Efrînê ve dide girêdan çi ye?
Bira can ez di nava vê axê de mezin bûme, bêhan vê axê ketiye xwîn, damar û giyanê min. Li ser kevirên vî çiyayî lîstime û min kulîlkên vî çiyayî bêhn kirine. Darên min ên zeytûnan hene. Tu carê ez nikarim xwe jê bibirim. Ta zinarek hebe ez ê bimînim û ta bihostek ax jî hebe ez ê li serê rûnim. Eger ez mirim jî bila ew zinar bibe kêla min û ew bihosta axê jî bibe gorna min.
– Berxwedana ku li Efrînê bû, bi yek hevokê bipesinîne?
Miletê ku li ber xwe nede, miletekî mirî ye.
– Divê çi bihata kirin hetanî ku Efrîn neketa?
Bersiva evê pirsê di romanê de heye.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15