Bûyerpress
Carekê ji hêla rêjîma Sûriyeyê ve, carekê jî ji hêla çekdarên rêxistina DAIŞê ve pirtûkxaneya wî hatiye têkdan û berhemên wî jî di nav de hatine şewitandin. Lê belê li ser şopa xwe rijd maye û dest ji helbestê bernedaye.
Helbestvan Can Ibrahîm, di sala 1969’ê de li gundewarê Kobanê ji dayîk bûye. Qonaxên xwendina xwe li Reqayê diqedîne û demeke dirêj li wir dimîne. Paşê di 2011’ê de careke din vedigere Kobanê.
Ji sala 1988’ê ve dest bi nivîsînê kiriye û aniha berhevokeke wî ya helbestan bi navê “Lorîn” heye. Jê û pê ve, berhemeke wî bi zimanê kurdî û yek jî bi zimanê erebî hêj destnivîs in.
Ji sala 2015’ê ve li bajarê Qamişloyê bi cih bûye û di xebat û çalakiyên wêjeyî de her beşdar e.
QEDERA ERZAN
Di bin baskên şevê da
Şevek dirêj..
Û ji hev kişyayî
Şeveke seranser..
Û bi baskên xwe westiyayî
Li guhdariya pêgên bilez..
Pêgên bêwar!
Xelekên karwanên melûl..
Û istûxwar û westiyayî
Li her dû piyên xêza..
Rêçika tarî siwar in.!
Bi awirên Ehrîmanê ne bi xêr
Berî li mijê kor..
Û lêgera wenda.!
Pişt li dîwarên mane kavil
Li ser maseya bazaran..
Qedera me pir erzan e.!
Çi talan e..çi wêran e..
Qedera gelê me erzan e.
■■■■■■■
Şax.. bi şax
Kolan.. bi kolan
Palikandin û gera..
Li cîhekî xewê
Û xew dûr e ji wan çavan
Di quncikê xewar de..
Tenê pirsek di pişt perda dil de
Payî û dilşikestî maye..
Pirsek bêdeng..
Pirsek sirgûn.!
Û çav hêsrên xwe dadqultînin
Li veşartina girî..
Di demsaleke.. qîr û qetrane
Nalîna dapîrin şiyar
Û hawara ji qolincên şevê peyda
Ku bi her janekê re hatî istirane
Çi talan e..çi wêran e
Qedera gelê me erzan e.
■■■■■■■
Çi wêrek e qeder..
Di bextê gelê min de
Çi wêrek e keser..
Di rûyê dijmin de
Li ser doşeka ji toz û axê
Li gel hevaliya xewneke
Bi hêvî û aram
Serî li ser buxçika derdan
Û bi kul û kederan nixamtî ne
Girî û gazinin zarokên birçî..
Awazên şevê ne.!
Li guhdariya bersiva:
Tenê de razên razên
Wê xezal we têr bikin
De razên nivşên xêrnedî.!
Çi talan e..çi wêran e
Qedera gelê me erzan e.
■■■■■■■
Gelo çend birîn li wî qilafetî
Vebûn û zuha bûn..
Û çend mîr..
Di mîrgeha xewnan de westiyabûn
Her ku şev..
Bi sirûde jiyanê re kal dibin
Fîxanin çûk û bilbilan lal dibin
Tenê misdana eniya pîrequrçî
Wek ku ji istiriyan diteziya..
Û her ku bal kûr li waran vedgerin
Bi her çixaran re kulên xwe..
Dipêçin û dişewtînin
Û bi dûmana çixaran re..
Keserên bextreşiyê berdidin
Di nav hevîrê bîranînan de..
Janên xwe distirên û dibêjin
Li ser maseya bazaran
Qedera me pir erzanne
Çi talan e.. çi wêran e
Qedera gelê me erzan e
Qedera gelê me erzan e
LI VIR
Li vir didirûm
Ez kerasekî
Li bejna welatê kevnar
Kêl bi kêl
Bi tayê evîna xwe
Dikim yek
Qurskên Saykis Bîko
Li vir tariya şevê
Ez dikujim
Bi evsaneyên
Mirazxwazan
Serma çeleyên dijwar
Koçber dikim
Bi bihara peyvên xwe
* * *
Bi bayê kesera
Ji kûraniya dil
Dûr dixim
Ewrên reş
Bi germaya argûnên zivistanê
Ku sar nebû bi derbasbûna
Bask çermên şevê
Şilahiya livên min bi hêsiran
Mijûl û kelegirî dibim
Perên baskên min şikestin
Û bayekî tûj ji hilma min
* * *
Li vir singên konên bêrîvanan
Vegirtî ne li ser çetel û istûnan
Pêgên pêxember û pakrewanan
Ne newala qertel
Û hov keftaran
Li vir warê şahbazên mihrevan
Nimêj û buhişta dilên zelal
Warê sincirandina
Olperestan
Diz, rovî û çeqelên
Tirsonek
* * *
Tenahiya min û rastiya raman
Li ser dûrbûna min
Ji ava gerekî
Li rûyê din sist û melûl dibim
Guvaştina dil li dû penaberan
Ji qolinc û sanciyên deryan
Bi bêdengiya pêlên xedar
Li şop vegera tûr û buxçan
Li ser gemiyên mirinê dicivin
* * *
Li vir sond û soza min
Li paş deriyan jiyana bêromet
Xeyala buhşte derew
Meraqa mejiyên qelis
Parsa der…… bi der
Xurbet a sar û bêûd
Li vir şad û serxweş dibim
Bi istranên her dû yaşepîran
Baqî Xido û Mişte Nûr
Dîlana çîçekan bi awazên geş
* * *
Dest bi dest avahiya însan
Birîn bi dîtina hev zuha dibin
Hemû çav li bejna azadiyê ne
Hemû dil warên jînê ne
De bes e îdî qedera bikul
Oxira hemû rengên mirinê ji vir
Li vir nixmandina darbesta min û te ye
Li ser parçedîwarên mayî
* * *
Bîranînên me ne
Navên min û te ne
Tev çîrokên me ne
Êşên min û te ne
Ken û giriyê me ne
Lîskên min û te ne
Xemil û xêzên me ne
Hêviyên min û te ne
DE BES E
Ji min tê ku ez bigrîm
Û bikime qêrîn û hawar
Ji kola xwe ez danaynim vî barî
Ji min tê ku ez bigrîm ..
Û bigrîm.. û bigrîm..
Ta ku giryê min jî bigrî ..!
* * *
Di gewriya min de maye
Peyveke girêday û derneket
Roj bi roj ji laşê min dixwê
Û hêdî hêdî berve mirinê
Min dikşînê
* * *
Vê şevê maye dilopek hêsir
Di nav bijangên min de û nerjiya
Li ber çavê min dinya kiriye miiij
Û hêdî hêdî berve korbûnê
Min dikşînê
* * *
Qey dayka min navika min xistibû
Nava malikên helbestan
Ku di her şevê de hestên min dinalin
Û hêdî …hêdî berve dawiyê
Min dikşînê
* * *
An jî ji pêsîrên hilbirî
Ez mêjandibûm û
Bi westandinê ez şîrevekirbûm
Û hêdî …hêdî berve birçîbûnê
Min dikşînê
* * *
Ji zenglê xaçkirina Îsa de
Û di azana bergera Xwedê de
Were ji dilê min vexwe evîna Evesta û
Bigre destmêj
Tewaf..û
nimêj..
* * *
Di civata şêx û melan de
Her car kefenê min dibirîn
Bi xwediyê sim û sindifan re
Diketim çanda kêm û
Hêdî.. hêdî
Rê li min dibirîn
* * *
De bes e girêdana qemçikan
Li ser eniya, ji janan qurmiçî!
Û rûniştina bêkêran
Li ber koziyên germ
Û xewnên beravêtî
Di şevên zivistanê de
* * *
De bes e birîna çîrok û çîvanokên
Li ser ejdeh û dêwan
Mirîdî û sofî mendiya şikeftan
Û rojîvekirina
Bi xurmakê di çîlan de
* * *
De bes e talîzoka avis
Bi her dû cêwiyên sert
Pûk û zîpikên dijwar
Êdî bela xwe ji min veke
* * *
Ji nav lêvên birîna di laşê min de
Kêma kolan diherikê
Xapandin û talana bi biratî
Û ji sahiya dil di her bazarê de
Ez dimam ketî
* * *
Ka wê çi hilm bê ji şîrava gulan
Di şana mêşan de
Û ji bejin û pelên rîhana nixamtî
Di çarşiya nexasan de
Bi destê bazirganan
Dihatin kirîn û firotin!
* * *
Ji similên şûtik ..
Qilçix ..û pûş
Wê çi nan bê werbêjkirin
Û li ser kîjan sêlê
Wê bê bêraştin
Di bervaciya şîret û şaran de
* * *
Di berbanga açixî de asîman
Dawên tariyê hildimale!
Aşkere dikê laşên reş
Di bin kerasên spî de veşartî
* * *
Û her îmze û pêçkirina li ser
Dîrokeke xwar û jihevketî
Bi her rengên qurskan
Hatî pînekirin
Bi zengara salan
Ji Nemrûd ta Eyad
Ku li ser rûkeniya min bi hovetî
* * *
Vê şevê bext û qeder
Vê şevê bext û qeder
Porê min vedpincirîne
Li ser şanogeha demê
Min dibe û tîne
Berdin girêdana fût û eban
Û çong berdana
Li ber zarên pêkeniyê
* * *
De bes e di siya şermiyê de oldarî
Ku kerasê qeşmeriyê li min dikirin
û
Derbaskirina min
Di bêjinga sekeratê re û
Hêdî …hêdî berve tunekirinê
Min dikşînê
KÊLIYEK RÊWÎ
Tenê carek
Erêê carek..
Xwezî carek..
Vegere hola dil
Di beriya eşqa min û te de!
Min azad ke..
Ji fermana veqetandinê
Ji êşa dûrbûnê
Tenê carek..
Bibe mihvana min
Di kêliyek rêwî de
Di navbera:
Oxirkirina heyva fedyok û
Zayina roka kenok
Bi hûnandina:
Teşiya çîvanokên min û te
Li ser çonga sibeha xewrevok
Tenê carek
Geş ke jiyana min
Bi hêvanê:
Kenê xwe yî dînok
Erê.. erê
Di evîna tîr de
Destarê xwe
Li paş vedgerînim
Dikevim nav
Mijê bîranînan
Li qeraxên gola çavê te
Tenê carek
Tê bala min
Avjeniya min
Di derya dilê te de
Di rojên ku derbasbûyî
Ji tîbûn û rewrewka
Havîna û payîza
Bê te çilmisî
Bask firî me
Di asîmanê pesnên te de
Xunavî dikeve
Dilê min î miçiqî
Tenê carek
Erê carek
Xwezî carek
Min karîba
Bexçakî gulan
Di dilê te de, biçanda
Larîn û jînar
Ji ser lêvên te
Bida hev û bikira
Gurzek rûpel
Ji çîroka xwe ya bedew re
Tenê carek
Bi çavdîtina te
Min birîh û bijangên
Helbesta xwe kil kira û
Ji biskên
Sist û berdayî
Li ser rûyê te
Ji xwe re niviştek
Bipêça
Ku biba arvanê dilê min
Di tenahiya min û kavilê
Liv û tevgera te
Tenê carek
Min karîba
Sancî ji şevê hilîna
Bi şêweya evînê û
Bext bi te ra spî kira
Di merdiya biharke rengîn
Bi fïxanên kenê te
Tenê carek..
Erê carek ..
Xwezî carek..!
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatine weşandin. 2018.05.15