Bûyerpress
Zinarê Xamo
Tiştê Tirkiye li Efrînê dike JENOSÎD, qirkirin û jiortêrakirina kurdan e.
Tirkiye li Tirkiyê û li Sûriyê li hember kurdan bi rengekî organîze û sîstematîk siyaseteke JENOSÎDê dimeşîne.
Maneya jenosîd a ferheng û ansîklopediyan wiha ye:
“Jenosîd, ji ber sebebên dînî, irqî, mezhebî û kulturî jiortênefîkirin û qetilkirina grûpeke etnîkî û miletekî ye.”
Tirkiye him li Tirkiyê û him jî li Sûriyê ji ber etnîsîteya kurdan -yanî ji ber ku kurd kurd in- zulmê li wan dike, mohra terorîstiyê li wan dixe, wan ji werên wan nefî dike.
Ji ber ku gelê Efrînê kurd e, Tirkiye Efrîn dagir kir û mal û milkên kurdan talan kirin.
Ji ber ku efrînî kurd in, wan ji gund û bajarên wan derdixin û erebên Xûtayê û Dûmayê li gund û bajarên wan, di malên wan da bi cih dikin û nahêlin kurd vegerin malên xwe.
Ev JENOSÎD e!
Ev sûcekî li hember mirovahiyê ye.
Ji hikûmeta Kurdistana Başûr tiştek sadir nabe, divê meriv ji bo beşên din ên Kurdistanê tu hêviyê ji hukûmeta Kurdistana Başûr neke.
Gerek hemû partiyên kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê, bi kêmanî yên tên, tavilê, bi lez bicivin û ji Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Dadgeha Mafên Mirovan a Navnetewî alîkariyê bixwazin, her wiha tiştên Tirkiye û çeteyên wê yên islamî li Efrînê dikin bi rapor û belge bigihînin van dezgehan.
Ji bo dîplomasiyê, çûna Neteweyên Yekbûyî, xebetên li Ewrûpayê divê tavilê heyeteka netewî were çêkirin û ev heyet dest bi xebatên xwe bike, înformasyonê bide medyaya dinyayê, ji dinyayê alîkariyê bixwaze. Zulma Tirkiye li kurdan dike, sûcên Tirkiye û çeteyên wê dikin top bike û li medyaya dinyayê belav bike, bide Neteweyên Yekbûyî.
Tiştê Tirkiye nuha li Efrînê, li Tikriyê li hember kurdan dike, JENOSÎD e, ev vekirî ye, divê serokên me bi dengekî bilind vê yekê ji dinyayê ra bibêjin. Divê her kes bizane ku li Kurdistana Bakur û li Sûriyê Tirkiye çi tîne serê kurdan…
Tiştê Tirkiye nuha tîne serê kurdan ji qirkirina ermeniyan ne kêmtir e. Tirkiye gundan, bajaran ji kurdan vale dike, bi sedhezaran kurd mecbûrî koçberiyê dike.
Ji ber ku kurd e li Tirkiyê zulmê li însan dikin, digirin, dikujin, dixin zîndanan, yanî terorîze dikin.
Tenê ji ber ku kurd in vê zulmê li însanan dikin, wekî din tu sûc û sebeb tune ye.
Tenê ji bo ku kurd e, ji însanan ra dibêjin “terrorist!”
Hikûmeta AKPê ji her kurdê mixalifê xwe ra dibêje ”terorîst”, partiyeke 6 milyon ray girtiye, terorîst dibîne.
Li Tirkiye 10 hezar însan ji ber ku kurd in di zindanan da êrsîr girtine.
Parlamenteran, serokên belediyan ji bo ku kurd in ji wezîfeyê digirin, ceza dikin.
Ev JENOSÎD e, neyartiya qewmekî ye, terorîzekirina miletekî ye.
Divê em li jenosîda xwe temaşe nekin, divê em haya dinyayê pêxin, alîkariyê bixwazin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15