Bûyerpress
Laleş Qaso
Nasyonalîzma ku bi Şoreşa Fransî re dest pê kiribû, bi şerên Napolyon li Ewrupayê û dinyayê belav bûbû û bi prensîpên Abraham Lincolh di rengê miletperwerî û welatparêziyê de li Amerîkayê rûnişt. Rûyê dinyaya barbar yekser hate guhertin û bi sedan xelkên bindest azad bûn. Birêvebir û ronakbîrên bindestan, nasyonalîzma burjuwaziya fransî mîna serûmê di mejiyê xelkê xwe de bi kar anî û kelehên zilmê hilweşandin.
Lê mixabin, ji bilî çend kesekî, hema hema temamê birêvebir û ronakbîrên kurdan jî ji Selaheddînê Eyûbî û hetanî niha, di bin baskên nasyonalîzma islamê de car carê li kurdayetiya xwe geriyan û bi şeg û pegên misilmanên zalim re, xelkê xwe jî bi xwe re birin helakê.
Di warê nasyonalîzmê de problema kurdan pir mezin e. Bi serkêşên doza kurdî û ronakbîrên me re ne karekter û têgihiştineke nasyonalîzma birêvebirên Şoreşa Fransî, ne ew têgihiştina nasyonalîzma bolşevîkên gundî û ne jî bi beqal û çeqalên me re piçek nasyonalîzma almanî, îtalî û frenkoyî çêbû.
Giuseppe Mazzinekî îtalî û Heinrich von Treitschkchekî almanî ji me kurdan derneketin. Serkêşên doza me mîna Mele Şêxmûsê ku bi tenê doza bexişandina stilîliyên xwe li Xwedê dikir û di mizgeftê de ji bo wan ha ha dikebirand, bi miletî nefikirîn û di herêma xwe de asê man û hey man! Mixabin em hîn jî ew in.
Li Ewrupayê 500-600 sal berê, feodal û arîstokratan sînorên di navbera gund û gundan û bajar û bajaran de rakiribûn; birêvebirên me yên başûrê welêt hîn jî nikarin sînorên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rakin! Ku îro Mazzinî sax bûya û li vê rewşa me bineriya -li vê rewşa ku ji çar aliyan de tirk, ereb û farisan kurd zeft kiribûn û dinya jî bi barê kurdan rabûbû, lê kurdan jî xwe bi xwe li hev nedikir- dê ji birêvebir û ronakbîrên kurdan çi qasî hêrs bûbaya gelo?
Li Amerîkaya 140-50 sal berê, bi sed milyonan insanên ku ji her derê dinyayê civiyabûn, miletekî pêşketî û dewleteke biserketî hatibû holê. Di gel ku insanên me yên başûrê welêt jî, bi hezaran sal bi hev re jiyabûn, û bi ser de jî di vê rewşa kambax de ku islama erebî, tirkî û farisî bi komunîst û faşîstên xwe ve rabûye ser tapanan û bi temamê qeweta xwe ve êrîşî welatê me dikin, birêvebirên me hîn jî hikûmeteke pevgirtî saz nekiriye. Li gora min di vê rewşa îro de, ev yeka han xerabiyeke mezin e bi miletê me re! Em bi miletî di ser Pira Selatê re derbas dibin û birêvebirên miletê me jî giraniya hişê xwe berdane ser qirêja malê dinyayê. Heger ji wê roja ku Sedam di çopa tarîxê de werbûbe û hetanî roja îro, birêvebiran meseleyên sînoran, Kerkûk û her wekî din safî nekiribin û di damezrandina qanûnên Iraqî de çend xalên cidî bi dest ereban ve berdabin, sebebê vê yekê deshilatdariya ku ji du hikûmetan pêk hatiye ye. Problem hemû ev e û ev jî hemû li ser bidestxistina mal û maldariyê ye. Birêvebiran ji bîra kiriye yan jî pê nizanin ku gava hikûmetên xwe bikin yek, dê temamê dewlemendiya Kurdistanê û heta tev li insanên wê jî hemû bi wan bimîne û bi ser de jî dê di Rojhilata Navîn de bibin burjuwaziyên herî mezin.
Birêvebirên me helbet tiştên delal kirine, lê mixabin ji ber timaya malê dinyayê di ya herî delal de teqinîne û vê teqana xwe jî bi ajîtasyona kurdayetiyê ji xelkê me vedişêrin. Bê çi bi wan nakeve! Qey bi rastî jî ji bîra kirine ku Başûrê Kurdistanê, li ser termê bi sed hezaran insanên me yên ku misilmanên jenosîd kuştibûn, bilind bûye!
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15