Hekîm Ehmed
-Hêviya Nuh:
–Me hêvî mezin bû ji mezin, rîspî û kalan. Heyhat û hezar ax.
Sist bûne rehên şêr û piling, gur û şepalan. Tev bûne malkambax.
Kes nîne ji bo gelê kurd bike xebatê. Wek Ristem û Ihsan.
Me hêvî ji kesî nema bê xortên welatî. Ew hîmê welêt in.
yektî me divê, me rê ew e, em dê biçin her. Yezdan arîkar bit:
Serdestî ji bo me ne pir e, em dê bibin, ger cîhan bi neyar bit.
* Ji helbesteke Osman Sebrî, bi navnîşana (Hêviya Nuh), Hawar hejmara (57).
Bêguman, gava lehengekî weke apo Osman Sebrî helbestê binivîse, wê ew halbest ne weke yên nivîskarên din be, ji ber ew dikare rewşa gelê xwe bixwîne, û destnîşan bike, pirsgirêk çi ye? Sedem çi ne? Û derman çi ye?
–Me hêvî mezin bû ji mezin rîspî û kalan. Heyhat û hezar ax:
Li vir, apo diyardeyê (têkçûna hêviyan) pêşkêş dike. Helbesta pabend û bi taybetî ya navtêdanê wilo yekser mijara xwe bi awayekî diyar pêşkêş dike, ji ber ev helbest kalsîk e jî hevwate li dû hev tê de rêz dibin (mezin- rîsipî- kal),
–Sist bûne rehên şêr û piling, gur û şepalan. Tev bûne malkambax. Xêzên dirêj dîsan havwateyan pirdikin ji bo lihevhatina terazûyê , lê nivîser karîbû bi vê xêzê sedemên têkçûna hêviyan bêje. Ew sistbûna rehan ango lawazî û hêvîbûn li ba kal û mazinan.
–Kes nîne ji bo gelê kurd bike xebatê. Wek Ristem û Ihsan:
Encam diyar dike , kesayetiyek serkêş tune ye, dîrokê jî tîne bîra xwêner wek pîvanekê ji kesayetiya pêşrew ku wek Ristem û Ihsan be.
-Me ji kesî nema bê xortên welatî. Ew hîmê welêt in:
Rewşenbîrekî siyasî mîna Osman Sebrî radighîne ku hêvî nema ji nivşên berê heye, hîmên welêt xort in, bêguman ev bûyereke mezine, nexasim gava em bînin bîra xwe ku di wê demê de mezin di civaka xwe de destlatdar bûn, xort jî kêm xwendevan û rewşembîr hebûn.
–yektî me divê, me rê ew e, em dê biçin her. Yezdan arîkar bit:
Ji destpêkê ve û bi taybet di vê xêzê de (em, me) dubare dibe, ev nîşanê dide ku apo Osman bi wijdanê gelejmar (yê gel û civakê) daxive, lavija (yezdan arîkar bit) diyar dike ku helbestvan daxwaza xwe (yektî) zehmet dibîne.
–Serdestî ji bo me ne pir e, em dê bibin, ger cihan bi neyar bit:
Di vê xêzê de çareyê dide pêşiya me(Serdestî), lê em dihestin ku li vir li hemberî neyar û cîhanê nivîser bi hêztir e ji çaxa ku yekîtî ji gel û rêberan dixwest.
-Li dawiyê gelo em dikarin bêjin ku dîroka kurdan xwe vedgerîne, her nifşek xwetêkçûyî dibîne? Yan jî tevî têkçûnan her nifşek ala xebatê dide nifşekî nuh bi hêz û hêvî be?