Mehmûd Badilî
Min kevalek riswa
wek şewata bendewarekî
tenê bi te mijûl
di pêjna dilê xwe de
bixwîne.
Min
sîperekî boz
wek şervanekî çiyayî
tenê bi azadiyê mijûl
di talda maçên xwe de
binivîne.
Min sura bayekî
wek destê dayikekê
tenê bi zîziyê mijûl
di xwêdana destê xwe de
vêxîne.
Min alek rengîn
wek arezûya miletekî bindest
tenê bi serxwebûnê mijûl
di giyanê xwe de
binexşîne.
Min hêlînek germ
wek çavên du evîndarên şeyda
tenê bi evînê mijûl
li ser şaxên jiyanê
biçirisîne.
Min gernijandinek guneh
wek dergûşeke çelînî
tenê bi xwe mijûl
li ser sînga xwe bilorîne.
Min asoyeke bê alî
wek xewna rêwiyekî
tenê bi hêviyê mijûl
li keskahiya navika xwe
biçêrîne.
Min êşa penaberekî
wek aramiya darek tenha
tenê bi xwendina şopên rêbiwaran mijûl
bi guhê gumana xwe ve
daliqîne.