Anahîta Şêxê
Gelo şoreş û hest çi ji hev re dibêjin di vê demê de? Dema Rojava bi kenê pakrewanan, xewnên şoreşgeran û bi hestên nivîskarên wê vêdikeve.Rast e li vî welatî tiştek naçe ava, ne ken, ne dîlan, ne xwîn, ne mirin û ne baran.
Hemû di pêşbirkekê de ne, ev pêşbirka hebûnê herdem berdewam e, ji ber ev der bingeha çiraxê ye, tîrêja kenê xweda û xwedwendan e, ev der dergûşa afirandinê ye.
Lewra heger bi vexwarina fincana qehwê re, hest di kêlîka berbangê de vejiya, veneciniqe.
Bi vekirina dîwarê fêsbûkê re … û ji bîr neke bi oxirkirina pakrewanan re, bi vedana konê penaberan re, di maça dawî de û di pişta ebcediya Kurdî de.Te nas kir şoreş û hest çi ji hev re dibêjin? Di van kêlîkan de dastan û efsaneyan davêjin ber hev … ta ko hest bafirin û li ber bayê xewnên te dûr dûr bifirin.
Wisa … û di vê gengeşê de çirûskên (Dikim û nakim têra te nakim) ji giyanê (Ehmed Bavê Alan) vejiyan, piştî qolincên dirêj di hinavê hestên wî de.Lê belê ez ne bawer im tu ji dil bi van çirûskan re ne kenî, ne girî, ne fetisî, ne bezî û di dawî de winda nebî.
Di gelek deverên hestên wî de tê matmayî bimîne, tê ji xwe bipirse: Gelo di kîjan kêlîkê de ev dîmen hatiye afirandin, ev çi sirûş û sîber in yên ko ev hevok bi hev re hûnand in?… Wek di çirûska wî ya (Niha) de: ( Niha ez hatim bîra xwe ).
Hest û reng rengareng in di libên tizbiya çirûskên wî de, tu dibînî ko kesk e maç, zer e fort, sor e jibîrkirin û şîn e barana felsefê.Ji (245) liban ev tizbî pêk tê, her libek bajarek e, her libek pakrewanek e, her libek westanek û sibehek e.
Her wiha dema tu di kolanên hastên wî de dimeşî, tê rawestî, amade bî, bilukimî û li hev bigerî, ev rewş di peyama (pakrewanê te me) de eşkere dibe, di vê peyamê de bi awayekî bêhempa hest hatiye nivîsandin:
(Berî tu min bispêrî axê / nerîna dawî li çavên min binere / ewqas çîrok hene / xwêdana aniya min / westan û zayîna welatê min e).
Çirûskên hestên wî cûrecûr in , tê pê re bilind bibî, pê re dakevî, mîna guliyên sinbilan li ba dibe, li ber coşa bayê havînê. Ev e, felsefa wî ye, te li ba dike.
Ji aliyekî din ve (Felsefa wê) wiha dibêja:
(Şevê dinê, min di xew de xew dît / ku tu min di xewna xwe de dibînî / mîna dizan ez derbasî xewa xwe bûm.. / tenê ji bo te bibînim…/ tu nehatibû).
Tê zanîn ko ne herkes dikare li hespê tîpan siwar bibe û ne herkes dikare pisporê maçan be …Ji nivîsê re mêrxasên wê hene, ji maçan re xanedanên wê hene … û di qeşengiya rûyê hestên (Ehmed Bavê Alan) de tu vê dihingivînî dema dibêje:
(aram be/ hişmend be/ li gel ciwantirîn û dirêjtirîn maç/ ko bejina xwe bighîne 45 deqan ).
Ne diyar e, çawa di deverina de xwedî hêz û pêşketin e? û di deverine din de gundî û tirsonek e ?
Ev tişt parçak ji wî ye, normal e xwe bera nav çirûskên wî bidin, wek ko diyar dibe di (Ez dizanim) de:
(Bi hevalê min re peyamek devkî şandiye / bêbavo xwînşêrîn e / ez dizanim).
Di heman demê de Bavê Alan dengekî dixe navbera rewşa kurdî û rewşa xwe ya heyî de, dema bi çavekî siyasî, konevanî rewşa xwe dinixîne, di (hevpeyman) de:
(Çawa şandên kurdî di lozan û sîver de û niha di cinêv (1-2) de / ji kurdan re tişt ne kirin/ min jî di dîdara te de tiştek qezenc ne kir).
Tu pirtûk, dîwan, roman û nivîs tune ko nabe cihê rexin û nirxandinê, normal e ko nivîsa me jî bibe cihê rexnê, lê tenê mebest ji vê nivîsê danasîn e bi çirûskên (dikim nakim têra te nakim), kêm zêde hemû dergeh di rûyê we de vekirîne.