Bûyerpress
Piştî ku fermadnariya HSDê destpêbûna Helmeta Bahoza Cizîrê ragihand, êdî bajarokê Hecînê û gundên derdorê yên li rojhilata Çemê Feratê ku li jêr kontrola DAIŞê ne, ji hêla HSDê ve bi giranî tên topbarankirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hem hêzên HSDê hem jî hêzên Hevpeymana Navdewletî amadekariyên lezgîn dikin û deverên kontrola DAIŞê topbaran dikin.
Li gorî hin jêderan ji nava HSDê, dema ku deverên rojhilata Feratê bi temamî bêne kontrolkirin, gundên Herêma Cizîrê yên li ser sînorê Iraqê ku li jêr kontrola DAIŞê ne, dê bêne kontrolkirin.