Bûyerpress
Helmeta Bahoza Cizîrê ku bi sedema êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ji berî du mehan rawestiyabû, duh sêşêmê fermandariya Hêzên Sûriyeya Demoqratîk ragihand ku êdî dest pê dibe.
Di civîneke çapemenî de Berdevka Helmeta Bahoza Cizîrê Lîlwa Ebdela û Fermandarê Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî Ebû Xewla, ragihand ku Helmeta Bahoza Cizîrê dest pê dibe, da ku deverên rojhilata Feratê ji DAIŞê bêne paqijkirin.