Bûyerpress
Êvara duh sêşemê gundên rojavayê bajarê Kobanê ji hêla Artêşa Tirkiyê ve bi giranî hatin topbarankirin, di encamê de şerekî giran di navbera şervanên YPGê û leşkerên Tirkiyê de rû da.
Li gorî ku hat ragihandin, 15 top û rokêtek li gundên Aşme, Çariqlî û Qeranê yên rojavayê Kobanê ketine û di ecnama şerê di navbera YPG û leşkerên Tirkiyê de, leşkerek hat kuştin.