Mihemed Şêxo
Diviya em di pêşî de çend radestan rêz bikin ku ramana Kurdî çi ye? Ji kê dertê?
Ku ti li kolan yan sikakeke Kurdî pêrgî niştecîkî Kurd bê û jê bipirsî çawe ew di vê rewşa hestiyar de dirame, wê derhal ew xwe bavêje bextê hin navdarên Kurd û xwe bi sivkayî ji bersivê reha bike, hinga, wê navên mîna Barzanî,Talbanî û Ocalan wek sêgoşîkî, bête gêra hebûnê!!!!
Lê ku mirov vekolînekê di bîranîna giştî ji gelê Kurd re bi kar bîne, wê çiqas pirsyarên giring di hişê me de gur bibin, wê şûrê demê dîrokê dubeş bike ta bighêje Qadî Mihemed, Simkoyê Şikakî, Mehmûdê Hefîd, Ihsan Nûrî Başa, Şêx seyîdê Pîran, Bedirxanî, Ehmedê Xanî, BabeTahirê Iryan û Zerdeştê Kal.
Bê dudilî, ew kesê di rêveçûna miletekî de akameke pelandî berz bike, roleke wî di wê rêveçûnê de tê berçavkirin, ne giring e ew kes ji êl û eşîran be yan ji ol û desthilatan be!!! Li vir gotineke nirxbuha ji Farington re heye, pêwist e ku em bînin ber çavan ew jî ev e: “Ku ramyar li Rojava bê der ew feylesûf e, lê ku ew li Rojhilat bê der ew pêxember e”.
Piraniya kelepûra Kurdî bilêvkî ye, tanî sala 1959an Z, nêzî 500 pirtûkên kurdî çapkirî hebûn, navên wan di pirtûka xwe de ya bi navê (pirtûkxane) daner Narîman, ew tomar kirine. Destnivîsên herî giring piştî sala 1960î Z, dema rojhilatnas û dilsoza kurdan Rodîngo nameya xwe li ser Memê Alan amade dikir, hinga wê ew gencîna ku Eliksander Jaba ji zanyarê bêhempa Mehmûdê Bayezîdî xwestiye dibîne ,ew qîr dike hezkerên kelepûra kurdan da toz û tevna pîrê ji ser vî şûnmayên ji dur û yaqûtan vemalin!!!!
Di dema nakokiyên di navbera Imperatoriya Osmanî û ya Farisî de, çar mîrnişênên Kurdî têkildarî Osmaniyan hebûn, ew jî ev bûn: Botan, Baban, Hekarî, Badînan û Soran, didu têkildarî Farisan bûn Erdelan û Mûkiryan. Wiha ji mêj de hestê netewî li cem Kurdan hebû, çimkî weke hemî rojhilatnas dibêjin ku mercên gel yan milet di kuran de heye, çi ji aliyê ziman û jiyana hevpar ve û çi ji aliyê hestên netewî û vîna hevjînê ve, lê mixabin ev milet her tim nikarîbû xwe ji nakokiyên navxweyî aza bike, tim ew xwe bi xwe diketin pêsîra hev ta yekî weke Ehmedê Xanî ji germa hinavên xwe bangek xurt bi tundî li riwê demê xistiye:
ʺLek pêk ve hem îşe bê tifaq in, Dayim bi temerud û şiqaq in!ʺ
Ku em hêjî vekolin, dîsan em dê bextreşiyek xiniztir bibînin, çaxê Iskenderê Meqdonî Evista ku li ser çermê diwazdeh hezar mangan hatibû nivîsandî şewitandiye û ji bilî heştê û du hezar peyv pê ve saxlem nemane!!!!
Xwênerek wê bibîne ji mafê xwe ku awirek tûj ji me bide, gava bibêje: Gelo ma ev bobelatên borî hemî rast in? Yan xapûr,talan û wêranî timî para me ye!!! Ev çi narvîn e yawo!!!! Narvîna Kurdan tim reş e!!!
Piştî pirsa vî xwênerê bextewer, em ê ji dîroka niha ku hîna dilme ye çend nimûnan nîşan bikin, dexsa yekemîn dema ku PDK û YNK xwîna birakujiyê herikandin ta çiya bi ser dayik û birîndaran de giriyan. Dexsa diwemîn di nav PKK û PDK de bû, dîsan gelek berjewendiyên gel têkçûn û qemûşka birînê bi destê kurdan rabû. Dexsa siyemîn weke ewrekî ye, niha ji ser Kurdistanê ve xwe divemitîne, ew dibêje ma gelo kengî wê nîr ji min re lihevhatî be, da ez vê barana reş bi ser vî gelî de berdim, belkî vê carê ew nema êdî rabe, çimkî gelek dijminên Kurdan alî min dikin û çend dek û xefk li dora wan û di nav wan de çandine, ew bi xwe mijûl in û hay ji wan rîpan nînin..!
Di vê hevçerxa ku em tê de dijîn, wê teqeze bibe, ka em wek gelê Kurd dizanin ku hestek heye navê wî hestê netewî ye. Em hemî di bin baskên wî hestî de dijîn, ku em vî hestî bi her du awayan, yê şênber û razber, xurt nekin û mifayê ji taqetkirinên borî wernegrin, de bila ev çiya bi ser me de bihêrifin, çimkî ew her tim ji me re astegehine hêja bûn, em ji neyaran diparastin, lê me ew neparastin!!!
Ez bi hêvî me çi kesê vê gotarê bixwîne destê xwe deyne ser bextê xwe û bizaveke nêzîkayîyê di nav miletê me de dest pê bike, çimkî ev stûbariya me hemiyan e, bijî ew xewna şêrîn yekîtiya Kurdan û bimire xwekujî.