Bûyerpress
Çekdarên rikberiya Sûrî li bajarokê Şerayê yê Herêma Efrînê, welatiyên bajarok ji xaniyan derxistin û bi behaneya lêgerîna li endamên YPGê, careke din mal û mulkên welatiyan talan kirin.
Ji nava bajarê Şerayê hat ragihand ku çekdarên rikberiyê xelkê Şerayê ji malan derxist û li gel erebên ku li bajarok bi cih bûne, piraniya kel û pelên di malan de dizîn û birin.