Bûyerpress
Bi behaneya şerê li dij PKKê, topbarana firokeyên Tirkiyê li ser deverên Herêma Kurdistanê berdewam e, herî dawî jî di encama evê topbaranê de 3 welatiyên bajarokê Şêladizê ku her 3 birayên hev in, şehîd bûn.
Li gorî ku hat ragihandin, di hefteya bihurî de li gundewarê Şêladizê ku girêdayî Amêdiya Duhokê ye, ji malekê 3 birayên hev ku bavên 14 zarokan in, di encama topbaranê de şehîd bûn.