Bûyerpress
Duh yekşemê li bajarê Minbicê, 4 çekdarên nenas êrîşî baregeheke şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî kir û piştî şerekî kurt di navbera her du aliyan de, çekdarekî nenas hat kuştin û her sê çekdarên din bi paş ve vekişiyan.
Hat ragihandin ku li dorhêla bajarê Minbicê, 4 çekdaran êrîşî baregeheke şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî kir, di encama şerekî kurt de çekdarek hat kuştin û her sê çekdarên din reviyan.