Bûyerpress
Nûşîn Bêcirmanî
Dijminatiya Tirkiyê ji gelê kurd re, ne ya îro û duh e, lê ji dema osmaniyan û Mustefa Kemal ve û ta îro roj berdewam e. Ev dewlet, tim li dij helwest û berjewendiyên gelê kurd rawestiyaye, pîlan li ser hûnandine; bi hemî tundî û hovîtiya xwe ya naskirî êrîş birine ser xak, gund û bajarên miletê kurd. Ev tundî li hember gelê kurd û tevahiya miletên ku Tirkiye ew dagir kirine, rû daye. Nimûne jî li ser vê gelek in .
Desthilatdariya Tirkiyê her û her êlên kurdî kirine du bend. Dema şoreşek vêdiket an heremeke kurdî serê xwe li hember tirkan bilind dikir, bi tundî bersiva wan dida. Tirkiyê xaka Kurdistanê (beşê mezin ) dagir kiriye, ne tenê wiha, lê belê destdirêjî li parçeyên Kurdistanê yên din jî kiriye; mînakeke nêzîk: Dema ku rapirsîn li Başûrê Kurdistanê çêbû, rijîma Tirkiyê -tevlî ku hezar asteng û nakokî di navbera wê û rijîma Îranê de hebûn- bi Îranê re yekrêzî pêk anî, da ku referandoma Herêma Kurdistanê ji nav bibe.
Her wiha îro jî, bi mebesta şikandina Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê berê leşker û çeteyên xwe da xaka Efrînê… bi behaneya ku şerê terorê dike.
Êrîşa rêjîma Tirkiyê û çeteyên wê, xaline girîng ji me re diyar dikin, pêwîst e ku em li ser wan rawestin da em xwendineke durist bidin rewşê.
1- Ev şer ji encama lihevkirinekê di navbera hêzên herêmî û navdewletî de ye. Rûsya ronahiya kesk ji Tirkiyê re vêxist. Amrîka jî maf da Tirkiyê ku ewlehiya xwe biparêze. Îran û rêjîma Sûrî jî ne li dij bûn; ji ber ku Efrîn û Xûta bi hev hatin veguhertin.
2- Ev êrîşa tund ne ku ji ber parastina ewlehiya Tirkiyê û şerê terorê ye, lê belê ya rast ew e ku Tirkiye ji dema avabûna xwe ve û hetanî roja îroj, li dij hemî destkeftên kurdan radiweste. Ma gelo Şoreşa Şêx Se’îd “PKK” bû? An jî referandoma Başûrê Kurdistanê “YPG” û “YPJ” bû ?!! Ji her kesî re diyar e ku berpirsên tirk bi zelalî digotin û dibêjin: “Em ê li hember hemî destkeftên kurdan şer bikin.” Di vê bareyê de, em gotina Serokê Tirkiyê Silêman Demerêl ji bîr nekin dema digot: “Eger konekî kurdan li Efrîka jî hebe, ez ê hilweşînim…”
3- Berxwedana Efrînê li hember dagirkeriya Tirkiyê, berxwedaneke dîrokî bû ji hêla YPG û YPJê ve. Bi piştgiriya hêzên siyasî li Efrînê, hembêzkirina miletê kurd ji vê berxwedanê re û beşdariya milet bi xwe jî di şer de, wêneyekî Efrîna leheng ji cîhanê re diyar bû.
4- Girêdana miletê kurd li Efrînê bi xak û warê xwe ve, helwesta dawî ji wan re koçberî û dûrketina ji gund û bajarên xwe bû.
Ev xalên jorîn hem li ser xakê, hem jî di ragihandin, siyaset û têkiliyên navdewletî de baş li ser hatiye rawestandin. Lê gelo bersiv dê çi be? Ev pirs di raman û hişê her kurdekî de diçe û tê.
1- Berî her tiştî, rawestandina êrîşên li ser ekranên telefizyonan û rûpelên facebookê, ji ber ku tu sûd jê nayê wergirtin. Her kes, partî, rêxistinên civaka sivîl û çarçewên kurdî, gerek li xwe vegerin û bi xwendin û karekî nû li hember vê pirsgirêkê rawestin.
2- Divê ku hemî penaberên Efrînê vegerin gund û bajarên xwe. Di vê qonaxê de ev bersiva herî giring e, da ku hewildanên guhertina demografî werin pûçkirin… ev ji hêlekê ve. Ji hêla din ve ev kurdên ku dê vegerin malên xwe, dê ji her berxwedan û serhildanekê re amade bin.
3- Kûrkirina rêveberiya hevbeş di hemî karên dibin û yên bibin de, da ev rêvebiriya hevbeş ji gelê kurd re bibe çandeke sereke û rojane, ne rêvebiriyeke tekalî be.
4- Miletê kurd li her çar parçeyên Kuridstanê, di hin şeran de şikestiye, lê cenga ji bo doza kurdî hîn neşikestiye. Ji ber vê yekê gerek e em bêhêvî nebin, ji ber şikestina di şerekî de ne jidestdana cengê ye. Em xweş bawer bin bi şervanên kurd û piştgiriya milet ji wan re. Ev doz û hemî dozên miletê kurd dê bi ser bikevin û ev milet dê her mafê xwe yê rewa bi dest bixe.
5- Di dawiyê de dixwazim wê yekê destnîşan bikim ku eger em li dîroka desthilata Tirkiyê vegerin, em ê gelek bûyerên trajedîk bibînin, wekî: terorokirina Sakîne Canciz û du hevalên wê li Parîsê, rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar, bêrûmetiya li hember aleya kurdî û gelek qewamên din… Ev dide xuyakirin ku êrîşa li ser Efrînê, êrîşa li ser kurdayetiyê bi xwe ye.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1