Bûyerpress
Ebas Mûsa
Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirkiyê û komikên çekdar ên girêdayî wê ve, dîmenên ku ji nava Efrînê têne weşandin ne dîmenên şer û rizgarkirinê ne, lê tenê dîmenên talanî û dizîyê ne.
Dema ku mirov meseleyê ji nêzîk ve dişopîne û bi hûrgilî lê vedigere, helbet pirsa herî girîng ku tê bala mirov ev e: Gelo çima komikên çekdar ên Idlib, Heleb û deverên din ên Sûrîyayê hatine bajarekî aram mîna bajarê Efrînê? Gelo hatina wan ne ji ber tiştekî û ne di ber tiştekî de ye? Ma gelo ewlehîya Tirkiyeyê ye ku dihêle ev komên “Artêşa Azad” berê xwe ji Xûta û Idlibê biguherin û bidin Efrînê?! An jî dixwazin qencîya Erdogan lê vegerînin û wî razî bikin?!
Dibe ku ev herdu pirs bersiva beşdarîya van koman di êrîş û dagirkirina Efrînê de bidin. Lê pirseke din heye, pirseke kûr û dûr e, pirseke girêdayî wijdanê van sûrîyan e, pirseke girêdayî hevwelatîtî û niştîmanperwerîya wan e, girêdayî jîyana me ya hevbeş e… Ma ne piranîya wan dibêjin em şerê dabeşkirin û parçekirina Sûrîyeyê dikin?
Ev pirs dibêje: Ma gelo kesê bi çavên biratî, hevwelatîtî û niştîmanperwerîyê binêre, dê çawa li talanê te bixe?!
Carinan Talanî Talanîya Wijdanî ye
Bi derbasbûna Efrînê re, di cihê cih de talanî û dizî dest pê bûn. Tiştê ku li ber çavan di dîmen û vîdeoyan de xuyanî dikir ew bû ku tiştê ku diqewime ne jixweber e, lê karekî bi xinizî dibe, ma kî dide pêşîya xerîban û êrîşî hevwlatîyê xwe dike, paşê jî dixwaze wî binpê bike?
Bi hezaran şênîyên Efrînê îro ji warên xwe koçî seranserî deverên Sûrîyeyê bûne, lê helbet di rojeke nêzîk de dê vegerin. Di wê demê de, erebên êrîşker dê bi çi rûyî xwe şanî efrînîyan bidin? A dîyar ew e ku perdeya fedîyê bi wan re qetîyaye, lê pirsgirêk ne girêdayî kesekî yan dudyan e, ji ber ku erebên li derveyê êrîşê -ku ew jî ne hindik in- piştgirîya dizek û talankeran dikir; ev piştgirî jî bi gelek rengan e, carinan bi rêya ragihandin û nivîsînê, carinan bi rêya bêdengîyê ye.
Siberoja Kurdan Li Hember Çanda Talanîyê
Çanda talanîyê di bin sîya navê Xwedê de ne çandeke xerîb e, ji ber ku operasyona bi navê “Şaxê Zeytûnê” bi xwendina ayetên pîroz ên Quranê dest pê kir û nîşana kuştina pîroz e ku berdewamîya Hemleya Enfalan a Sedam Hisên e.
Îro komên islamî li Efrînê ne, ew komên islamî yên ku DAIŞê motka xwe li nava wan danîbû yan DAIŞ bi xwe bûn, hatine Efrînê û ji talan û dizîya wan a sîstematîk dixuye ku ne dikarin bibin cîranine baş ne jî hevwelatîyine baş.
Gelo em ê ji bo siberoja xwe ya bi van kesan re çi bibêjin?! Ma kesê li ser tank û balafirên dijmin were da ku bajarên xwe bi erzanî bifiroşe dê çawa karibe jîyana hevbeş saz bike?!
Ma gelo talanî jîyana hevbeş têk nabe?!
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1