Bûyerpress
Shahînê Soreklî
Niştimanperwerî tiştekî baş e. Ji bo milletekî li dû mafên xwe yên neteweyî pêwîstî ye. Di van salên dawîn de hestê neteweyî li nik kurdan bilind û berfirehtir bû. Ev tiştekî baş e. Nivîskar û siyasetmedarên kurdan bi salan ji bo bidestxistina wê encamê di kar de bûn. Lê mixabin hestê niştimanperweriyê ji bo hinekên tênegihîşt yan mêjîşuştî ji aliyekî ve tenê çermî ma, yanê çerm derbas nekir. Ji aliyekî din ve sînorên niştimanperweriyê derbas kirin û ket nav sînorên faşîzmê.
Niştimanperwerî hezkirina ji miletê xwe ye, evîndariya bi welatê xwe re ye, têkoşana ji bo mafên rewa yên gelê xwe ye. Niştimanperwerî ne kûrkirina pêlên kînê û nefretê ye, ne riswakirina neteweyên din e, ne xayînkirina kesên xwedî baweriyên din e. Yekî elmanî maf heye bibêje “Ez ji Elmanya hez dikim, ez ji zimanê milletê xwe hez dikim, ez amade me ji bo parastina welatê xwe li ber xwe bidim, …” lê dema bibêje “Deutschland über alles in der Welt” (Almanya li ser her tiştê li cîhanê re ye), wekî di dema recîma nazî de hat gotin, wê demê dibe faşîst. Ta roja îroj, 73 salan li dû dawîhatina recîma Hitler, hîn jî durişma “Deutschland über alles in der Welt” wek sîmbola naziyan û şermezariyeke bo dîroka elmanan dihêt hesibandin û îroj li Elmanya qedexe ye. Faşîzm ziyaneke weha digihîne milletekî ku şopên wê yên nerînî dikarin bi sedan sal bimînin.
Mixabin hinek ji kurdan, her weha endamên hinek gelên din, tenê nerindiyên aliyên bi wan re dijmin dibînin, ne yên xwe. Dema ez rojên îroj li facebookê dinihêrim, ez gelek şanên faşîzmê di nav kesên kurd de dibînim. Ev kesan weha dizanin ku bindestiya kurdan maf dide wan ew gotina bixwazin bikin, yan dibêjin “dijminê me jî ji kurdan re weha û weha dibêje, kurdan dikuje, welatê me dagirtiye…” Mirovê aqilmend û têgihîşt divêt zanibe ku her tişt ne hema ji reş an spî pêk dihêt. Di navbera wan de gelek reng hene. Ya din, heta ger di nav tirk, ereb û farisan de aliyên faşîst hebin, me maf niye tevahiya milletê tirk, ereb yan faris riswa bikin û her weha, … Riswakirina gelemper (عام) ne tenê faşîzm e, lê ziyanafer e (يؤدي الى نتائج سلبية) û kînê û nefretê di nav milletan de kûrtir dike, neyariyê berfirehtir dike, siberoja nifşan ji aramiyê bi dûr dixe.
Kurd û milletên din bi sedsalan li kêleka hev jiyane û bixwazin-nexwazin ew ê her li kêleka hev, yan bi hev re bijîn. Kûrbûn û berfirehbûna kiryarên faşîst di nav komên rojhilatnavînî de dê misoger bikin ku aramî û aştî ji tevahiya herêmê dûr bimînin. Beşên din li dunyayê dê pêşvetir biçin û komên hevrik û şerfiroş dê hev bixwin û paşvetir biçin. Dem hatiye ku hişmendên miletên Rojhilata Navîn rê li faşîzmê bigirin, kêşeyên hene bi axaftinê û li gor mercên adilmend çareser bikin, li hember hev bi tolerans (tehemul) bin.
Mixabin hatina komên tundrê yên wek DAIŞê derfetên berfirehtirkirina faşîzmê zêde kirin. Rêxistinên îslamî yên tundrê rê li pêşkevtin û berbihevhatina miletan teng kirin. Ger endamên miletên herêmê bi raman û kiryarên xwe ve nehên guhertin, ew ê rê ji vegera rêxistinên tund û yên faşîst re vekin û tevahiya herêmê dê têkeve nav tarîtiyeke malwêrantir. Ger weha bibe hemî miletên herêmê dê ziyanê bibînin.
Hêvîdar im ciwanên me li şûna bijartina kiryarên tund û tûj li zimanê xwe, li çanda xwe û li herêmên xwe miqayit bin; zanîna xwe pêş ve bibin û bi mentiq gavên xwe ranin, ji bo bidestxistina mafan û jiyaneke baştir a li gor demê. Mixabin bicihkirina van daxwazan di rewşa îroj de ne hêsan e. Li welatekî wek Sûriyeyê û li herêmine kurdan xelk êdî jiyana xwe bi rojekê ve girê dide û li benda roja din e. Pêşvexistina ramanên nirxbilind gelekî dijwar e, zehmet e. Lê îroj bi sedhezaran Kurd li derve hene. Qe nebe divêt ew xwe di warê prensîpên mirovahî de ber bi pêş bibin, li şûna noqbûna di gola fasîzmê de.
Pêş gotarê bi dawî bihînim tenbeyek: Ger mirov bixwaze gotinên di dilê xwe de ragihîne, dikare bi peyvên guncav (munasib) yên zimanekî ragihîne, li şûna peyvên riswakirinê, heqaretê û gotinên gemarî. Peyvên guncav û mentiqî encamên baştir bi dest dixin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1