Bûyerpress
Helbestvan Ibrahîm Ebdî di sala 1971’ê de li gundê Rişêdiyê yê bi ser bajarê Hisiçayê ve hatiye dunyayê.
Ew jî wekî gelek kurdên hevdemên xwe, ji nasnameya Sûriyeyê bêpar bû, ji lew re xwendina xwe nedomand.
Di sala 1988’ê de fêrî xwendin û nivîsîna kurmanciyê bûye û ji wê hingê ve hewildanên wî yên nivîsîna helbestê dest pê bûne. Ta roja îroj hêj berhemên wî çap nebûne, lê di gelek rojname û kovaran de nivîsiye.
Xelata Baştirîn Helbesta Kêşesaz di Festîvala Helbesta Kurdî ya 14’emîn de wergirtiye.
Di helbestên xwe de herî zêde giraniyê dide babetên welat û neteweyê û her timî banga niştimanperweriyê di helbestên wî de berz e.
GAZINEK
Birayê biçûk im
Di nav çar bira de
Xebatê dikim
Di ber wan de tim
Mi xwîna ciwana
Dida û didim
Heta min ji bîr kir
Ku ez jî heme
Ji ber ku bi doza
Mezin ewle me
Mixabin.. mixabin
Birayên mezin
Nerîneke din
Dinêrin li min
ŞAŞIYÊN MEZINAN
Ji leylanê dirêsan hêviyên xwe
Bi xweşxewnan nerînên xwe dipêçan
Ji ber zorê ji ber mirinê bi der bûn
Ji wana hin li xweşbûnê digeryan
Nizanîbûn ku mirinê davikên xwe
Di derya de vedaye l’ pêşiya wan
Nizanîbûn ku rewrewke buhişta
Buhayê wê jiyana xwe ji dest dan
Heval û hemdem û zaroktiya xwe
Bi avê re hemî tiştên xwe berdan
Cihên kû lê xwedî bûne firotin
Ji bona kû nemînin ew ji kerwan
Mezin va şaşiyên mezin dikin hîn
Bicûk jî zû didin ser rêçika wan
Ji kê ez dê bikim gazin û loma
Ji kona yan ji rêber û kesên zan!?
Heger her kes bi erkê xwe nerabit
Em ê kengî bi dest xin rûmet û şan
Heta her yek bibêjit min çi jê ye
Em ê kole bimînin him perîşan
Gelo ev xak nehêja ye heta kû
Bi hêsanî, wisa ew tête berdan?
Belê ev şar û bajarê me ne ew
Çi hêja ne, ji bo wan bibine qurban!?
Çi qa te’l in berên azadiyê ger
Neyên şuştin bi xwîdana lehengan
Belê şêrîn dibin gelkî dema kû
Bi xwîna pakrewanan têne avdan
NISRÎN
Heger Nisrîn were ba min
Ez ê çi bkim ji nisrînê
Ez ê çi bkim ji beybûnê
ji yasmîn û ji wê bînê
Li ber dergahê gorê me
Nexweş im pir di vê jînê
Heger ku ew were ser min
Ciwan û naz û şêrînê
Ew ê can dîs vegerrîn laş
Di laşê m bigerîn xwînê
Çiqasî ez dixwazim jê
Ku bê li ber serê m rînê
Tilên nazik bidî ser dil
Vegerrîn lept û him tînê
Li ber çava be her gavê
Biaxêve tu narînê
Bibêj wey Kesero jaro
Tu bes bik qîr û nalînê
XWARINA AXÊ
Min bi zaroktî berî ku şîr vebim
Zuxur û axa welat, min pir dixwar
Ser zimanê min çi tiştên xweş wiha
Hêj nebûrîne û nabûrin tu car
Ne ji birçîna mi ev tişta dikir
Dayikê wer gote min çend car û car:
“Min nehişta tu ji wê axê bixwî
Te li min tanîne hev bajar û şar”
Min bi zaroktî berî ku şîr vebim
Rûmeta axê bi şîr re min vexwar
Lê nuha jî mezin im û bîr dibim
Bûm penaber digerim ez war bi war
Ger bihêlin li welat ez vegerim
Dê bixwim axa welat deh qat û par
Nuh mi nas kir bo çi min ew tişt dikir
Ez ne şaş bûm wê dema min ax dixwar
XALA DILBER
Ez ê cerg û kezeb û dil ji dostê re verêkim
Bikim name diwêta wê ji xwîna dil xwe çêkim
Di namê de birînê dil ji nazê re xuya kim
Ji bo nas ke di meydana evînê de çi pak im
Bixwazim jê bi hûrbînî wê peyxamê bixwîne
Ewê xala çena pîroz ji miryê xwe r’ bişîne
Nizane ku ji bo xalê çiqasî bendewar im
Li bendî bersiva wê me li ser pêtek ji ar im
Rewanê min girêda ye bi wê xala çena boz
Ji bîra min ti car nare dilovana cegersoz
Di bîra m tê di her gavê heta d’ xewnê şeva de
Di zindana, li seyana, di nêv bexçê gula de
Di bîra min de ye bozê di her çaxan û gava
Peres mame li wê bejnê, ji bo dêm û du çava
Belê bêtir ji Ferhad û Memo ez evîndar im
Ji dûrbûna zirava xwe çi qa jar û hejar im
Çi bêrya wê dikim her dem hişê min tim li bal e
Ev e rewşa evîndara Keser tu bes binale
CANA LIHEVHATÎ
Di jîna mi d heye canek
Delal û nazik û boz
Di rengê wê li cîhanê
Tu kes nîne cegersoz
Bi nav û deng û nîşan e
Li gerdûnê seraser
Çi gava wê dibînim ez
Li min roj dibe Newroz
Çi gava wê dibînim ez
Demê min xweş dibin pir
Ji nava dil bi der tîne
Bizot û pêtê agir
Di zevya dil diçîne tim
Evîn û doz û peyman
Evîna ku dil û cergêm
Ji nêv laşê mi rakir
Li ser wê min sipî kirye
Bi carek porê wek şev
Li ser cana ku navê wê
Ti carî nakeve j’ dev
Buhara min dibî payiz
Heger ku wê nebînim
Bihişta xweş dibî doje
Bi min tal dibî hinguv
Ji bo cana lihevhatî
Bi arzanî didim can
Didim can û rewanê xwe
Buhayê her du çavan
Ewan çavên tijî hêvî
Dilê min kirne talan
Ji ber wan min nema aram
Tenê ma qîr û fîxan
Keser îro çi xemgîn e
Ji ber dûr e ji dilber
Dilê wî tev de kovan e
Şikîn lê basik û per
Çiqa tal e jiyana wî
Zilindar şekir e li ber
Li rewşa wî bimeyzîne
Tu çarê jê r bikî der
ŞAHINŞAHA GERDÛN
Dilbera min şêrîn e
Ciwan û nazenîn e
Di rengê wê kes nîne
Deng awazê bilbil e
Xwendevan û gundî ye
Ji nijadê Mîdî ye
Li ba min surperî ye
Kêf û şahiya dil e
Çavên di reş tarîn e
Lêvê tenik ji xwîn e
Dêm çi sor û sipî ne
Di nêv berfê sorgul e
Devliken û rûgeş e
Ziman şêrîn û xweş e
Can û rewanê leş e
Kî wê d’bîne dihile
Biskên wê rengê dav e
Porê dirêj solav e
Jiyan bê wê pir xav e
Çavên reş tijî kil e
Hebûn û tunebûn e
Şahinşaha gerdûn e
Bûka çayê Sasûn e
Sor û Gor û Dumil e
Xec û Zîn û Şêrîn e
Ê rewşa wê nabîne
Bila bimr û nemîne
Deng ji wî jî bibile
Kulîlkek sor û zer e
Li ser wê ceng û şer e
Dil ji bo wê b’keser e
Keser her dem dilkule
EVÎN Û DILBER
Evîn çi ye?
Çi ye dilber
Kî ye ew fer?!
Ew e ya ku rewanê te
Bilerzîne
Ew e ya ku dilê te zû
Ji sînga te
Biderxîne
Di nêv sawîr û xewnan de
Bib û bîne
Hiş û raman û hizrê te
Ji kokê de
Bihejjîne
Ew e ya ku bihêle tim
Ji wan cam û peyalên
Tehl û şêrîn pir
Binoşîne
Bihêle ku bi heyvê re
Bi Perwîn û sitêran re
Şevên xwe tim
Biborîne
Ji rengê bilbilê dilkul
Di nêv baxan de ser şaxan
Bi awazan
Kul û derdan
Bi der bîne
Weke perwaneyê ku xwe
Bi arê işq û hezkirnê
Bisojîne
Ew e ya ku bihêle can
Ji pabendan
Xwe rizgar ke
Ji bo xaka welat zû xwe
bigorîne
JI BÎR NAKIM
Ji bîr nakim welatê xwe
Çiya û deşt û latê xwe
Çemê Zab û Feratê xwe
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ji bîr nakim zozanê xwe
Xelat û him Sîpanê xwe
Mehabad û Berzanê xwe
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Diyarbekrê ji bîr nakim
Divê dijmin ji wir rakim
Di her gavê ez ê ba kim
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ji bîra m naçe Hewlêrê
Ku bidne ser sitû kêrê
Ku ser laşê m bikin gêrê
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ji bîra m naçe Hemrînê
Cihok û kaniya xwînê
Belê şehrê Mem û Zînê
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ewî giryê di mendala
Giran barê l milê kala
Setemkarya sedê sala
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Heval û hemdem û yara
Cihok û çem û cobara
Ewan geştê li nav dara
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ji bîr nakim Qamişlokê
Hekar û şehrê Zaxokê
Ruha û çayê Bagokê
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ewê dilşad û Newrozê
Gulê vedbin di bahozê
Xebatkarên li pey dozê
Keser ew wan ji bîr nake
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatine weşandin. 2018.4.1