Bûyerpress
Dawûd Çîçek
Berxwedana Efrînê bi piştevaniya gelê kurd li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û bi îradeya polayîn a şervanên YPG û YPJê bi ser ket û aniha dîrokê ji nû ve dinivîse; gemara mirovahiyê û cîhana bêdeng lanet dike… Carek din diyar bû ku berjewendiyên welatên zilhêz di ser hemû tiştî re ne û maf û pîvanên mirovahiyê hemû derew in.
Pêncî roj in ku Tirkiyê bumbeyên dewletên Nato bi ser Efrînê de dibarîne, her wiha zarok, jin, pîr û lawan parçe parçe dike. Qîrîna zarokan û hawara dayîkan asîmanan diqelişînin, lê dunya û mirovahî kerr, lal û kor bûne û naxwazin hovîtiya dewleta Tirk bibînin.
Dema ku kurdan şerê hovîtiya DAIŞê li rojhilata Feratê dikir, wê demê kurd qehreman û parêzvanên mirovahiyê bûn. Lê îro li Efrînê kurd bi top, firoke û tankên wan tên kuştin, hemûyan pişta xwe daye Efrînê û behsa Xûtayê dikin; ne ku dilê wan li ser jin û zarokên Xûtayê ye, belku li pey parastina berjewendiyên xwe ne.
Diyar e ku hemû aliyên hevrik li Sûriyeyê û di serî de Rûsya, Amerîka, welatên Rojava , Tirkiye û Si’ûdiyê li ser wê yekê rêkeftine ku rojavayê Feratê ji Cerablus ta Minbic, Bab, Ezaz û ta Idlib û Efrîn ji pişka Tirkiyê û girûpên çekdar ên opozisyona Sûrî yên nêzîkî Tirkiyê bin. Ji ber ku Amerîka li rojhilata Feratê pişka xwe (petrol, av û xaz) misoger kiriye û xistiye destê xwe. Rûsyayê jî bajarên Hema, Humis, Heleb û herî dawî jî Xûta bi bazariya li gel Tirkiyê hemû xistin jêr kontrola xwe; ev hemî bajar li beramber Idlib, Cerablus, Bab û Efrînê birine.
Berî ku êrîşa li ser Efrînê dest pê bibe, wiha difikirîm ku eger Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê poşman bibe, ji ber ku dê hêzên YPG, YPJ û Hêzên Sûriyeya Demoqratîk hemû sînorê Rojavayê Kurdistanê ji Dêrîka Hemko bigire ta Serê Kaniyê, ji Kobanê ta Minbicê bi ser serê Tirkiyê de bikin agir… Texmîna min wiha bû ku şer dê tenê li Efrînê nemîne, belku pêwîst e eniyên şer berfireh bibin ku Tirkiyê neçar bikin ji wê gavê bi paş ve vegere; lê diyar e ez şaş bûm.
Şerê ku aniha Tirkiyê li Efrînê dike, şerê teknîkê ye (balafirên şer ên bêpîlot, top û tank). Ev şer li dij îradeya mirovên bi bîr û bawerî û xwedî îradeyên polayîn in.
Lê ev tenê têrê nake, divê eniyên şer berfireh bibin; çunkî heya niha kêm serbazên artêşa Tirkiyê hatine kuştin, ev yek civaka Tirkiyê nalivîne û eger bi hezaran çekdarên opozisyona Sûrî (Cebhet El-Nusra û DAIŞ) bêne kuştin, ne xema xelkê Tirkiyê ye. Bi dîtina min pêwîst bû ku eniyên cuda yên şer bihatina vekirin, lê diyar e ku hêzên navdewletî qebûl nakin û li gor rêkeftinên xwe tevdigerin.
Hêzên Sûriyeya Demoqratîk der barê şandina hêzên xwe de bo Efrînê biryareke rast da û ez bawer im dê hevsengiya şer li Efrînê bê guhertin. Di heman demê de ew biryar bi rizamendiya Hevpeymana Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê bûye û neçar in ku bi çi şêweyî be alîkariya Efrînê bikin; çimkî keftina Efrînê dê bibe rûreşiyek ji bo wan û serkeftina wê jî dê bihêle ku Amerîka dostaniya gelê kurd heta hetayî qezenc bike… ew kurdên ku îro bûne dînamoya guhertina demoqratîk li Rojhilata Navîn.
Li gor pêşketinên li ser erdê û berxwedana bêhempa ya gelê me li Efrînê, diyar e ku dewleta Tirkiyê bi hêsanî ranaweste û armanca wê dorpêçkirina bajarê Efrînê ye. Bawer im Tirkiye dê wê yekê ku bike berxwedana taxa Şêxmeqsud a Helebê li Efrînê dubare bibe. Gelê Efrînê dê bi piştevaniya gelê me yê li Koban, Qamişlo û Dêrikê bi ser bikeve; dê destanên bi xwîna zarok, dayîk, pîr û şervanan werin nivîsandin û dê bibe domahîka hikûmeta AKPê û Erdogan.
Efrîn nakeve. Efrînî bi girêdana xwe ya bi ax û dara zeytunê ve, her wiha bi xwedîderketina li xwîna zarok, keç, xort, jin, şêx, pîr û şervanên YPG û YPJ`ê dê suprîzên nû bixulqînin, dê pergala dewleta Tirk û hevpeymanên wê li erdê bixînin û dê ev yek bibe efsane.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15