Bûyerpress
Ebdilselam Xoce
Meha adarê ji bona gelê kurd hem êş û azar e, hem kêfxweşî û destpêka buharê ye.
Di vê mehê de gelek bûyerên trajîdî li ser kurdan hatine encamdan û di heman demê de ev meh gelek bûyerên serkeftinê jî li xwe digire.
Ji hêlekê ve gelê kurd bi derbasbûna seqema zivistanê pêşwaziya buhar û Newrozê dike, di heman demê de pêşwaziya gelek bûyerên xemgîn ên mîna: kerasata Helepçe ku 5 hezar kesên sivîl tê de bûne qurbanî, Raperîna 12’ê Avdarê û tiştê bi xwe re anî, Şoreşa Rojavayî kurdistanê, teqîna şeva Newrozê li Hesekê û pir bûyerên dîtir, dike…
Qedera gelê kurd li seranserî Kurdistanê ew e ku di vê mehê de xweziya xwe daqurtîne û rûpeleke nû dûrî êş, azar û bobelatan veke; rojeke nû ku di jiyaneke seqamgîrî û aramiyê de bijî.
Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê îsal jî pêşwaziya adar û Newrozê di rewşeke nazik û hestyar de dike ku ji her hêlê ve dijmin û nehezên Kurd bi hemû hêza xwe pîlanan li dij hebûna wî dirêsin; wek nemûne: êrîşa Tirkiyê û hevalbendên wê yên rikberiya Sûrî li ser Efrînê û armanckirina xelkên sivîl ku ta niha zêdeyî 300 kesên sivîl ku piraniya wan zarok û jin in, bûne qurbaniyê hovîtî û zikreşiya desthilata tirk, her wiha berdewambûna nakokiyan, jihevdûrketina hêzên siyasî yên kurdî û dûrketina ji sazkirina biryareke kurdî ya serbixwe ji bo parastin û misogerkirina mafên gelê kurd li Sûriyeyê.
Tevlî rewşa ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistan tê re derbas dibe jî ( ji hêlên abûrî, ewlehî û penaberiyê ve) lê ew rijd e ku cilên êşê ji ser bedana xwe bidirîne û berê xwe bide siruşta Kurdistanê, ta ku biryara xwe nû bike ku ew miletekî ji jiyanê hez dike û soza xwe bi berdewamiya berxwedana li dij neyarên kurd nîşan bide.
Diyar e ku partiyên siyasî yên kurd di roja Newrozê de bi rêya komên xwe yên folklorî peyamên xwe yên siyasî nîşanî cemawerên xwe didin û di rêya wan peyaman re doza yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî dikin. Lê di baweriya min de welatiyê kurd gihaye bawerî û têgihiştenekê ku peyam û gotin têrê nakin ku tevgera siyasî ya kurdî bibe xwedî helwesteke yekgirtî. Lê pêwîstî pê heye ku di vê rojê de karekî pratîkî bê kirin, ta ku hemû kêşe, rêgir, bend û nakokiyên partîtî û kesane bêne çareserkirin, her wiha berjewendiya gel li pêş hemû tiştî be… Divê ev yek bi rêya danûstendineke rasterast bê encamdan, ta ku baweriya gel bi tevgera wî ya siyasî bê û da ku rehetiyek di nav gel de peyda bibe.
Ji hêlekê ve tê xwestin ku diruşma Newroza 2018’ê yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî û parastina deskeftên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê be, di dema ku hewildan têne kirin ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûrî re ya ku 7 sal derbas kirin. Ji hêleke din ve divê bangewazîya kurdayetiyê dakeve holê ta ku dîrok xwe dubare neke û kurd tenê ne êzingên cengê bin. Tişta ku tekeziyê li ser wê yekê dike ku kurd dibin ardûyên şer û cengan ew e ku di çend salên dawî de çi li Herêma Kurdistanê be, çi jî li Rojavayê Kurdistanê be kurdan terora cîhanî ya di bin navê Rêxistina DAIŞê de têk bir û xelata vê serkeftinê jidestdana Kerkûkê bû û aniha Efrîn e. Tê xwestin ku bi leztirîn dem lêvegereke kurdî were damezrandin, ta ku kurd bi hêzeke hevbeş karibin di rûyê pîlanên herêmî û navdewletî de rawestin.
Gelo di Newroza 2018’ê de dê omîd û hêviyên gelê kurd pêk werin? Pirseke bê bersiv dimîne. Tenê qedera kurdan bendewarî ye; ev e zimanhalê welatiyê kurd.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15