Bûyerpress
Agirî Soran
Çawa ku berî çend mehan dilê her kurdekî digot: Kerkûk, lê belê dil di nava bêçaretiyê de dikelî, vê carê jî dilê her kurdekî li çardorê cîhanê û li çar parçeyên Kurdistanê dibêje: Efrîn.
Mirov dikare bi şer û berxwedana şajin û mêrxasan, keleha herî sext û asê ya berxwedana Efrînê bi rûdan û serpêhatiyên bêhempa yên şer derbibire. Lê belê rastiya deverê, rastiya siyasetê, rastiya çarenivîsa civaka kurd tenê bi qehremanî û palewaniyan ve nayête derbirîn û serkeftin jî bi vê yekê bi dest nakeve.
Rastiya Efrînê ne tenê bi Efrînê û tevgera artêşa terorîst a dewleta Tirk ve girêdayî ye. Rastiya komkujiya dijî nişteciyên Efrînê û gundê Efrînê, rasterast bi sê parçeyên dîtir ên Kurdistanê ve girêdayî ye. Rasterast bi siyaseta her çar parçeyên Kurdistanê ve girêdayî ye. Rasterast bi helwesta Rûsya ya dijî Komara Kurdistanê ya Mahabadê, ya dijî Mele Mistafa Barzanî ve girêdayî ye. Rasterast bi helwestê Amerîka ya li hember Mele Mistafa Barzanî ve girêdayî ye. Rasterast bi siyaseta Amerîka ya li hember Kerkûkê ve girêdayî ye.
Rastiya Efrînê rasterast bi komkujiyên vê dema nêzîk ên li Cizîrê, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê ve girêdayî ye.
Beriya her tiştî rasterast bi DAIŞ û navenda DAIŞê dewleta Tirkiyê ve girêdayî ye.
Li Rojhilata Navîn bi derketina DAIŞê re, destpêkê bi rengê xweparastina gelê kurd ê Rojava, şoreşa Rojava jî dest pê kir û di demeke hindek de li gel berjewendiyên cîhanî xwe mezin kir û xwe ava kir. Lê belê siyaseta navdewletî her tim berjewendiyên xwe li ser ên gelên deverê re digire û ji bo wan -mixabin- hevkarên sereke ne hêzên herêmî ne, bêhtir dewletên serdest û xwedî hêz in. Tişta ku li gor rastiya yasayên civak û jiyanê kurdan li hember van zilêhzan mezin dike û bi nirx dike, ne qehremanî û qenciya wan e. Lê belê tişta kurdan bi cîhanê bide pejirandin û wan bike xwedî axaftin hêz, vîn û jîrbûna hiş û aqilê wan e.
Ev rastî ne îro ne jî piştî sed salên dîtir nayête guhertin. Wergirtina rêz û mafan di siyaseta cîhanî de tenê bi hêzê çêdibe; ne ku bi dirustî û merdbûnê.
Bi taybet di van salên dawî de, li her çar parçeyên Kurdistanê gura agirê netewî yê kurdan bilind dibe û bi şerê DAIŞê re her devera Kurdistanê kete rojeva cîhanê.
Mixabin vê yekê ji bo kurdan serkeftin neanî. Ji ber ku dilê kurdan pêk ve lê dide, lê belê hêzeke kurdî ya yek hizir, yek bername ava nebûye.
Ne di dîrokê de, ne di dema îroyîn de û ne jî di demên bê de dewletên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê bi rêvebirên xwe ve tu carî li hember kurdan nebûne xwedan siyaseteke nerm û li gorî pîvanên mirovî tevnegeriyane. Eger wisa berdewam bike, dê ev her çar dagirker tu carî kurdan wekî mirov nehesibînin. Ji ber ku têgehên wekî: demokrasî, mafên mirovan û azadiya kesan… ji bo dewletên cîhanî û dewletên serdest ên Rojhilata Navîn tenê ji bo birêvebirina civakê ne, ne ku ji bo mafên mirovan in. Di serdemeke dîrokê de çaxa ku hukmê dêr û mizgevtan li dar bû, zordestan kirasê olê li xwe dikir û bi saya ewî kirasî deverên ku dixwestin, dagir dikirin. Îro jî welatên wekî Elmanya, Fransa, Brîtanya û Amerîka dema ku bixwazin DAIŞekê ava dikin û bi behaneya şerê terorê deverên hêmin dikin qadên şer û çawa ku berjewendiyên xwe bi dest dixin, êdî hevalbend û hevakrên xwe jî wekî terorîst radigihînin.
Sîyaseteke weha qirêj, mixabin, di vê demê de tenê li ser kurdan tête meşandin. Ji ber ku hêza herî zêde karîbû rola xwe bilîze, her wiha nexş û pîlanên hêzên navdewletî pêk bîne, kurd bûn. Kurd di şer de jîr in. Kurd di hevalbendî û hevkariyê de rast û dirust in. Kurd di baweriyê de ne dudil in û girêdayî soz û peymanan in.
DAIŞ derket û dewleta Tirkiyê bi rengekî nîvveşartî rêbertiya wê dikir û di heman demê de bang li siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê dikir da ku têkiliyan li gel wan deyne.
Li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt; dewletiya Tirkiyê serkêşiya DAIŞê dikir. Wargehên perwerdeyê, çavkaniya pereyan û bazara firotina petrola DAIŞê jî ji hêla Tirkî ve bû. Bi hezaran tirk li bajarên Tirkiyê -bi taybet li Dîlokê- hatin perwerdekirin û ji bo êrîşa li ser kurdan hatine rêkirin. Dema ku DAIŞ kete Mûsilê, balyozxaneya Tirkiyê bi awayekî hesan û hema bi fermî ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve radestî DAIŞê hat kirin.
Di demekê de ku tirkên DAIŞî serên ciwanên kurdan jê dikirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê di peywendiyeke birayetî ya berdewam de bû.
Îroj jî heman siyaset dimeşe. Erdogan ne mirovekî taybet e ku ji asmanan hatiye, ew jî wekî Dehaqê berî sê hezar sal, zilm û zorê li nav kurdan û li cîhanê belav dike. Na, Erdogan û artêşa xwe jî rasterast li gorî siyaseta Ingilîstan, Ewrûpa û Amerîkayê tevdigerin û îro vê zilmê bi kaşeya wan a “Erê” li ser kurdan dimeşînin. Ji bo ku mirov vê yekê bibîne, pêwîst nake ku mirov siyasetmedar be. Îro welatekî NATO bêyî tu astengî, bêyî tu hişyarî û bêyî tu nerehetiya hêzên navdewletî zarokên kurdan bumbebaran dike û bi rengekî durinde êrîşî gund û deverên Kurdistanê dike.
Çîroka Efrîna dilbirîn bi yek-du rûpel nivîs nayête derbirîn bê guman. Bi yek nivîsê mirov nikare tevayî dîmenê Efrînê binexşîne û pêşan bide. Lê di encamê de eger li ser çareyê mirov çend gotinan bike, ez ê karibim ne bi hizrê siyasetvanekî, ne bi hizrê mirovekî li Efrînê, lê bi hizrê kurdekî ji welatê xwe dûr, lê her kêlî dilê wî bi dûmana nava Efrînê tijî, weha bibêjim:
Ew şaşîtiya kurdan a dîroka wê vedigere 3 hezar sal, ew şaşîtiya ku dixwazin bi serdestên xwe re, bi dijminên xwe re li hev bên û wekî mirovan bijîn, tu carî derfeta serkeftinê nabîne û ji kurdan re nabête çareyek. Ne tirk, ne ereb, ne ecem, di tu defterên wan ên olî û yasayî de cihê kurdan tune. Bo vê yekê jî, hem hêzên serdest û dagirker, hem hêzên navdewletî û emperyal tenê ji hêzê fam dikin û tenê hesabê hêzê dikin. Ji kurdan re jî hêzeke xweparêz, kurdparêz a bêpîvan pêwîst e ku tu sînoran nas neke.
Îro qehreman û palewanên Kurd di zevî û keviyên Efrînê de berxwedaneke bêhempa pêşan didin. Lê Enqere, mêjî û dilê terorîstan aram e. Stenbola navenda dewleta terorîst, aram e, Izmîra navenda qaşo rewşeniya tirkan aram e.
Efrîn tenê bi şerê xwe nayête parastin, li Nisêbîn, Cizîrê û Amedê jî nayête parastin; lê li Enqerê, Izmîr, Stenbol û hemî bajarên Tirkiyê dê bête parastin. Hetanî ku di kezeba dijminan de derbeke kuştdar nekeve, ev dijminên li ser termê kurdan sifreya xwarina xwe radixin dê kumê xwe nedeynin pêş xwe û nehizirin. Bo vê yekê şerekî giştî, li hemî deverên Tirkiyê û welatên derveyî Tirkiyê, li dij Tirkiyê pêwîst e. Ew hêz, ew derfet û ew zanebûna kurdan heye. Eger ev yek nayête kirin, ev qelsiyeke mezin a kurdan e û dê xisareke mezin bide kurdan.
Rêka serkeftina berxwedana Efrînê, di şerê Enqere û Stenbolê re derbas dibe.
Silav ji bo giyanê zar û zêçên di bin agirê bumbeyên hovan de candayî.
Silav ji bo mêrxas û şajinên ku bi dil û laşên pak, erd û erza xwe û ya hemî kurdan diparêzin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15