Bûyerpress
Çiya Kobanî
Ez şehîd im ez namirim
Ez ÇIYA me ez kevir im
Ez stêrk im şewqa pirr im
Ser tarî de dizîvirim
Ez bilnd im her li jor im
Ala geş im keskesor im
Xûya dikim li derdor im
Ronahîya çavên kor im
Ez hebûn im ez rûmet im
Soz û doz im ez milet im
Kurdistan im û dewlet im
Her heme ez qîtamet im