Bûyerpress
Tosinê Reşîd
(Şêwra Xwendkarên Kurd)
Kurdên kevnesovyêtê salên dirêj bi perdeya hesinî çawan ji cîhana Yekîtîya Sovyêt der gişkî, usan jî ji gelê Kurdistanê û kurdên dervayî welêt hatibûn cihêkirin. Seva kurdên ji Yekîtîya Sovyêt kurdên ji welatê wan der gişk “kurdên welatên dereke” bûn.
Hetanî “pêrêstroyka” ê ji kurdên kevnesovyête tenê çend kesan ji wan kovar û rojnamên kurdî ra dinvîsîn, ên ji Yekîtîya Sovyêt der çap dibûn.
Çiqas jî ji destpêka salên 30’emîn li Yekîtîya Sovêt û bi taybetî li komara Armênîya ji bo pêşvabirina kurdnasîyê û çanda kurdî karekî hêja dihat kirin, lê wan dîsan jî xwe bes kurdên Sovyêtê didîtin, ji Kurdistanê û pirsa kurdî dûr. Bê guman ev yek payê pirê ji tirsa rêjîma Stalîn dihat, gava pir ronakbîrên kurd ên am û tam bi tawanbarîya nasîyonalîzmê (miletçîtîyê) avêtine girtîgehan, sirgûn kirin. Paşê jî ev nêrîneke tomerî bû ji bo gelê sovyêtê gişkî.
Vê rewşê heta nîveka salên 60’emîn, hê rast heta 9’ê Tîrmeh ê, sala 1963’emîn domand. Şoreşa Başûrê Kurdistanê ku ji Îlona 1961’ê dest pê bibû û bi navbîrîyan heta Adara sala 1975 an berdewam bû, havîna sala 1963’a rengekî nû wergirt. Hukumata Îraqê bi seroketîya Ebdel Selam Arêf, ku 8’ê Sibatê sala 1963’emîn, piştî avîtina hukumata Ebdel Kerîm Qasim û kuştina wî hatibû ser text, dijî gelê kurd û şorişa Başûrî Kurdistanê dest bi şerekî fire kir. Di wî şerî da Tirkîyaê, Îranê û Sûryaê piştgirtina Îraqê kirin.
Di vê rewşê da 9’ê Tîrmehê sala 1963’a, acansa TASS, a Yekîtîya Sovyêt e fermî, agahdarîya hukumata Yekîtîya Sovyêt belav kir. Di wê agahdarîyê da Yekîtîya Sovyêt ji Tirkîyê, Îranê û Sûryayê dixwest wekî tevî karê Îraqê, yê hundur nebin û ji hukumata Îraqê dixwest şerê dijî gelê kurd rawestîne û bi riya aşîtî pirsa kurda çareser bike. Bi navtêdana Yekîtîya Sovyêt Monxolîya ê pirsa kurda bire Şêwra Asayîşê, ya Netewên Yekbûyî.
Ev yek bûyarek e nebiayî bû di jîyana kurdên Yekîtîya Sovyêt da. Rast e piştî şoroşa Ebdul Kerîm Qasim û îlan kirina Îraqê çawan komara kurda û ereba li derbareyî pirsa kurda hinek ji cîh livîn dihat texmîn kirin; vekirina beşên kurdnasîyê li Lênîngradê û Yêrêvanê, hatina aspîrant û xwendkarên kurd ji başûr û başûr rojava Kurdistan, lê dîsan jî cara yekemîn Yekîtîya Sovyêt bi şêwekî fermî piştgirtina doza kurda dikir.
Em hingê xwendkar bûn û dema valayên havînê bû. Wan sala piranîya xwendkarên kurd ku li ûnîvêrsîtêt û înstîtûtên Yêrêvanê da dixwendin ji gundan bûn û wê demê çûbûn malên xwe.
Ez jî li gund bûm. Gava min ev bes bi têlêvîzîyonê bihîs û paşê jî di rojnaman da xwend, berî gişkî ez fikirîm divêt tiştek bê kirin. Û fikra yekemîn ku hate serê min ew bû ku divêt em destek ji xortên kurd, bi taybetî xwendkar, herin Kurdistanê û ji bo parastina gelê xwe şer bikin. Min ev yek berî gişkî ji kekê xwe Rizalî ra got û wî piştgirtina wê armanca min kir.
Roja din, berbangê min berê xwe da Yêrêvanê û rast çûme radîyo ya Yêrêvanê, beşa kurdî. Wan salan di wê beşê da xortekî têgihîştî û welatperwar kar dikir, Memê Eylaz. Ez û Memê pir caran rastî hev dihatin û navbera me da dostanîke baş hebû. Bêtirî sohbetên me ser pirsa kurdî bûn.
Em bi hev şêwirîn û me biryar da têlêgiramekê ji serokê Yekîtîya Sovêt, Nîkîta Xrûşçov, yekê jî ji serokê şorişa Başûrî Kurdistan Mistefa Barzanî ra bişînin. Naveroka herdu têlêgraman jî nolî hev bû û ew bû, wekî em xortên kurd dixwazin herin Kurdistana Îraqê û bo parastin û azaya gelê xwe şer bikin. Em wê êvarê ketin nav bajêr û malên xortên hevalên me. Bi gilîkî me di bin têlêgramên xwe da 61 qol (îmza) berev kirin û hema wê êvarê jî têlêgaram şandin.
Wê şevê xew neket çavên min. Gelo wê çi bersiva me bidin? Gelo wê bihêlin em herin? Eger bihêlin em herin… Û hezar û yek plan!
Roja mayîn êvarê radîyoya Moskvaê bi zimanê rûsî têlêgrama me belav kir û dawîyê got, wekî Yekîtîya Sovyêt nikare tev karê Îraqê yê hundur bibe û hemwelatîyên xwe bişîne wir, lê hukumata Yekîtyî Sovyêr wê her tiştê ji destê wê bê bike ji bo rawestandina şêr û parastina gelê kurd. Wisa jî hat gotin, wekî Yekîtîya Sovêt wê gor firsenda xwe alîkarîya gelê kurd bike. Piştî demekê bi destê nonerê Partî Dêmokrat a Kurdistan li Moskva bersiva Mistefa Barzanî jî gihîşt me. Barzanî ê nemir digot, wekî yên tivingê hildin û şer bikin li Kurdistanê pirin. Hê baş e hûn bixwînin û dûarojê bo Kurdistanê bibin mirovne kêrhatî.
Ev têlêgram û bersiv di jîyana kurdên Yekîtîya Sovyêt da bûyarne nû bûn. Wan têlêgrama perda hesinî ku salên dirêj di navbera kurdên Yekîtîya Sovyêt û gelên Kurdistanê da bibûn asteng, dirandin. Ew ji me ra bûn helan.
Xortên me di xwe da dikelîyan, divêt tiştek bikirana. Lê çi? Em bê sebir benda destpê bûna sala xwendinê bûn. Divêt tiştek ji xwendkaran dest pê bibûya.
Rojeke destpêka meha Îlonê, gava em nû ji malên xwe vegerya bûn bajêr ser xwendinê, Zurbê Emir, Jorayê (Gêorgîê) Xudo, Tîtalê Efo û xudanê van rêza berev bûn û piştî gotûbêjeke dûr û dirêj me biryar kir “Şêwra Xwendkarên kurd” ava bikin. Ji bo ev kar bimeşe divêt komîtek bihata damezirandin. Me sparte hinek hevalan wekî herin nav xwendkaran û organîze bikin, ku xwendkarên kurd ên ûnîvêrsîtêt, înstîtûtên û kolêcên Yêrêvanê ji bo wê komîtê nonerên xwe bijbêrin. Şûnên xwendkarên kurd lê pir bûn divêt du mirovan, lê yên xwendkarên kurd lê hindik bûn, mirovekî ji bo komîta me di nav xwe da hilbijartana.
Di destpêkê da em li parka, di jûrên razanxanên xwendkaran da berev dibûn û me civînên xwe dikirin.
Di civîna komîtê a yekemîn da spartine min, wekî programa “Şêwrê” amade bikim. Bê guman di gotûbêjên dûr û dirêj da êdî armanca “Şêwrê” ji bo me zelel bû. Divêt me hesînên niştimanperwarîyê, kurdayetîyê di nav kurdên Yekîtîya Sovyêt da hişîyar û geş bikirana. Ji bo vê armancê divêt me kurdên kevnesovêtê bi dîrok û çanda kurdî ra bikirana nas. Usan bikira wekî ew xwe ne tenê çawan kurdên sovyêtê, lê usan jî perçekî gelê kurd nas bikin.
Em di wê bawarîyê da bûn, wekî niştimanperwarî, kurdperwarî tenê bi rîya naskirinê dikare bal merîya peyda bibe. Meriv eger tiştekî nas neke, nizanibe, nikare hiz bike.
Yek ji giringtirîn xalê programa me ew bû, wekî zimanê şêwra me kurdî e, tenê bîyanî dikarin di civînên me da bi zimanekî mayîn bipeyivin.
Di programa me da pirseke giring jî ew bû, wekî bi destî xwendkarên kurd, ên ji başûr û başûr’rojava Kurdistan hatibûn û li Moskva û bajarên Yekîtîya Sovyêt, ên mayîn dixwendin, pêwendîya bi komele û rêxstinên kurdan ra girêdin. Me di demeke kurt da pêwendî bi xwendkarên kurd, ên Gurcistanê ra girê dan, bi nama em hinek xwendkarên kurd, ên Qazaxistanê û Qirqizistanê ra bûne nas.
Me armancên xwe bi taybetî bi rîya şevan pêk dianin.
Têma şeva me a yekemîn Cegerxwîn bû. Gotara di derheqa jîyan û berhemên Cegerxwîn da min xwend.
Wan salan navê Cegerxwîn, êdî ez di derheqa berhemên wî da nabêjim, tenê çend ronakbirên kurd bihîstibûn. Heta hingê tenê 11 şiîrên Cegerxwîn di pertûka Qanatê Kurdo ya “Rêzimana zimanê kurdî (kurmancî)” da sala 1957’a çap bibûn. Ew pirtûk jî bi zimanê rûsî li Moskva çap bibû û tenê destê çend kesan da hebû..
Lê hela sala 1955’a Qanatê Kurdo deste şiîrên Cegerxwîn ser daktîloyê bi tîpên latînî lêxistî ji min ra şandibûn û ji min xwestibû, wekî heta hatina wî li mala me, piştî meh û nîvekê, divêt ez wan şiîra gişkan ezberî zanibim (ez heta niha jî wan kaxezên ew şiîr ser, wek niviştên pîroz diparêzim).
Paşê jî havîna sala 1960’î ez wek çar meha mêvanê Qanatê Kurdo bûm. Ew mêvandarî ji bo min bû wek ûnîvêrsîtêteke kurdnasîyê û kurdayetîyê. Ez li wir fêrî xwendina kurdî bi tîpên erebî bûm. Min gelek pertûkên ser kurda û yên bi zimanê kurdî xwendin. Bê guman di nav wan pertûkan da herdu dîwanên Cegerxwîn; yekemîn û duyemîn, şûneke taybetî digirtin. Bawar bikî min her roj ew dixwendin. Min gelek şiîr hiz dikirin û şiîrên ermenîya, rûsa û yên gelên mayîn ser welat û gelên wan xwendibûn. Lê bi kurdî, ser kurd û Kurdistanê kêm tişt heta hingê ketibûn destên min. Û ez ji şiîrên Cegerxwîn e niştimanperwarîyê têr ne dibûm. Min gelek ji wan ji xwe ra ber girtin û anîn Yêrêvanê.
Lema jî ji bo şeva xwendkaran ez amade bûm.
Ew şev a me yekemîn bû, “Şêwra” me hê bi fermî ne hatibû naskirin û me biryar girt piştî gotara ser jîyan û berhemên Cegerxwîn em ê wek nîv sihetî şiîrên wî bixwînin. Paşê şayîrên me, ên ji Yêrêvan ê wê şiîrên xwe bixwînin. Wê demê şayîrên me jî êdî dest bi nivîsara şiîrên welatperwarîyê kiribûn.
Em usan jî fikirîn baş dibe em cara yekemîn şiîrên hinekî milahîm bixwînin.
Lê çi nîv sihet! Şiîrên me hilbijartî temam bûn, lê xelkê berev bûyî dîsan şiîrên Cegerxwîn dixwastin. Min herdu devterên ku şiîrên Cegerxwîn di wan da ber girtibûn ji centê xwe derexistin û bawar bikî şiîrên di wan da gişk xwendin.
Ew cara yekemîn bû kurdên Yekîtîya Sovêt şiîrên Cegerxwîn dibihîstin, cara yekemîn bû ku şiîrên ser kurd û Kurdistanê, ku şayîrekî ji Kurdistanê nivîsî bûn, dibihîstin.
Di çend mehan şûn da me pêwendî bi komîta navend a komsomola Armênîya ra çê kir û wan bi fermî “Şêwra” me nas kir. Piştî wê, her sal, di destpêka sala xwendinê, me civîna xwe ya salê dikir, komîta rêvabirinê û serokê komîtê, ê nû dijibartin. Wê komîtê plan a karê salekê amade dikir û civineke giştî da ser wê planê mûneqeşe çê dibû. Piştî pejirandin a (qebûlkirina) giştî ew plan dibirin komîta navendî ya komsomola Armênîya û bi wan ra didan qayîl kirin. Gerek bê gotin, wekî hevalên di komîta komsemolan da kar dikirin bi xêrxwazî karê me dinhêrîn û tu cara dijî xwestinên me dernediketin. Vê carê êdî çi pêwîstî, pêdivya me hebûya, eger sera, otobûs, yan tiştên mayîn bûna, wan timê alîkarî dida me.
Di plan a karê me a salê da bi taybetî pirsên dîrok û çanda kurdî cîh digirtin. Bo nimûn, “Şeref xan Bîdlîsî û “Şeref’name” a wî”. “Erdnîgarîya Kurdistanê”, şorişên kurda. Bê guman di plan a me da şevên ji bo salvegera Şorişa Oktobirê, şevên dostîya kurda û ermenîya jî cîhê xwe digirtin. Sersalên nivîskar û ronakbirên kurd jî me bi şeva dixemilandin. Hinek caran me civîn û şevên xwe di gundên kurdan, yan jî di gundên kurd tê da pir bûn, dikirin.
Ji ber ku yên gotar dixwendin xwendkar bûn, ne kesên profêsîyonal bûn, me têmayên giring, ku melûmetî kêm di dest me da hebûn, çend meha berê disparte gotarbêj, wekî ew bikaribe matêrîyalên pêwîst peyda bike û gotara xwe baş amade bike.
Şevên “Şêwra” me bûn bûyarên lape berbiçav di jîyana kurdên Armênîayê wê demê da. Rojname û kovarên Armênîya ser koma me dinvîsîn, derheqa piranaîya şevên me da têlêvîzîyon û radîyoên Yêrêvanê nûçe didan. Bi ronakbirên kurdan ra tevayî, gelek ronakbirên ermenî, yên nav û deng jî beşdarî şevên me dibûn.
Me êdî li jor got wekî zimanê “Şêwra” me kurdî bû. Hinek kesên ku divêt gotar bixwendana, lê kurdîya wan ne baş bû, gotara xwe dinvîsîn û didan yekî kurdîya wî baş ji bo serrastkirinê. Bi serî wan şeva gelek kesan nivîsara xwe a kurdî bi pêş xistin.
Keçen kurd e xwendkar ku wan salan jimara wan himberî lawan kêm bû, bi êginayî tevî karê “Şêwrê” dibûn. Bi taybetî hêjayî bîr anînê ne karên Svêtlana Bayloz, Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Cemîla Celîl.
Şevên “Şêwrê” amade dikirin pir caran bi heytehol derbas dibûn, dengbêj û sazbendên me, yên hizkirî bi amadebûna xwe şevên me dixemilandin. Agahdarîyê di derheqa şevan da di rojnaman da çap dibûn û bi radîyo ê dihatin belav kirin. Xên ji kurdên li Yêrêvanê diman, gelek xelk, bi taybetî ji gundên nêzîkî Yêrêvanê dihatin şevên me.
Şevên me roleke giring lîstin ji bo propoganda bîr û bawarîyên kurdayetîyê, edebîyeta kurdî, ji bo prpoganda xwendin û nivîsara kurdî.
Lê pêşîyên me gotîyê: “Çira tu kesî heta sibê neşuxulîye” û vê xweşîyê dirêj dom nekir.
Ji ber ku şêst salîya bavê “ronakbirekî kurd” komîta “Şêwrê” hêja nedît bike, wî mirovî bi alîkarîya hinek kurdên mayîn şikyatê “Şêwra” me ber hukumatê kir, guve ya nasîyonalîstî e û rê pêşîya me hat girtin. Komîta navendî ya komsemola Armênîya ku heta hingê piştgirtina me dikir, ji me ra got, wekî nabe hûn karê xwe bidomînin, her kes here di komsomola cîyê xwendin û karê xwe da kar bike.
Wê demê li Yekîtîya Sovêt komelên ser bingeha netewî nedihatin ava kirin û şikyatê me li Moskva ê jî berga tu tiştî negirt.
Ew kesê “Şêwra” me da dadan niha ji gişka bilindtir diqare: “Bijî Kurdistan!” û destê xwe sîngê xwe dixe. Ez ji wî bawar nakim, lê Xwedê bike usan be. Pêşîya gotîye: “Yê di nîvê rê da jî bizvire, ne poşman e”.
“Şêwra” me jîyana wê heyşt sala domand. Di nav wan heyşt salan da Zurbê Emir, Hesenê Qeşeng, Ezîzê Xeto, Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz û xudanê van rêza seroketîya wê kirin.
Piştî girtina “Şêwra” me hatanî van salên dawîyê jî xwendkarên kurd karê wê dest pê kirî didomandin. Rast e şêwra bi fermî naskirî tune bû, lê dîsan jî timê berev dibûn, şev amade dikirin.
Nîveka salên 70’î bi nimûna şêwra me li bajarê Tbîlîsî ê komîtêk hat avakirin û heta van çend salên dawî jî karekî baş dikir.
Îro li komarên Yekîtîya Sovêt a berê gelek komel, komîtê û rêxistinên kurda hene. Her yek ji wan gor armanc û karibûna xwe karê xwe dimeşîne. Lê “Şêwra Xwendkarên Kurd” e ku sala 1963’a li Yêrêvanê hate avakirin û heyşt sala karê xwe meşand, ya yekemîn bû. Wê karekî hêja kir ji bo hişyarkirin û geş kirina hesînên niştimanperwarîyê û kurdayetîyê di nav kurdên Yekîtîya Sovêt, bi taybetî di nav kurdên Armênîya da.