Bûyerpress
Di navbera şervanên YPG û YPJê ji aliyekê ve û leşker û çekdarên dagirkeriya Tirkiyê ji aliyekî din ve, li seranserî navçeyên Efrînê şerên giran li dar in.
Firokeyên dagirkeriya Tirkiyê taxa Ternedê ya navenda bajarê Efrînê topbaran kir, di encamê de 3 zarok ji malbatekê şehîd bûn.
Li gorî ku hat ragihandin, firokeyên dagirkeriya Tirkiyê gundên Celemê, Kora û Çeqela yên navçeya Cendirêsê bi giranî topbaran dikin