Wezareta Derve ya Rûsya ragehand ku Moskow piştgiriya şerê li dijî terorê li Iraqê dike.
Di daxuyaniyekê de ku îro, 9’ê Tebaxê hatiye belavkirin, Wezareta Derve ya Rûsya piştgitiya welatê xwe bo şerê li dijî terorê ragihand û diyar kir ku ew amade ne alîkariya wan hêzan bikin ku li dijî terorê li Iraqê şer dikin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku tiştê niha li Iraqê diqewime wê yekê piştrast dike ku, teror pirseke berdewamî cîhanî ye û pêwîste hemû aliyek rûbirûyê wê bibin.
Ev helwesta Rûsya piştî wê yekê tê ku duh, Serokê Amerîka ferman da hêzên esmanî yên Amerîka bo operasyonên sînordar li dijî çekdarên DAIŞ’ê li Herêma Kurdistanê, operasyonan jî doh piştî nîvro dest pê kir û biryar e berdewam jî bibin.
Herwiha her yek ji Fransa û Brîtaniya jî piştgiriya vê biryara Amerîkayê kirin û ragehandin ku, ew amade ne alîkariya leşkerî di vê derbarê de pêşkêş bikin.