Dr. Berhem Ehmed Salih ragihand ku gelê Kurd di dîroka xwe de gelek ezmûn derbas kirine û dilniyaye ewê vê tengiyê jî bi serkeftî derbas bikin û pêwîste hemû hêzên siyasî ên Herêma Kurdistan tevî parçeyên din ên Kurdistanê yekrêz û hevkar bin.
Dr. Berhem Salih bi daxuyaniyekê ji PUKmedia re ragihand û got: Divê yekrêziya gelê me û hêzên siyasî û piştevaniya me hemuyan bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê be bo rûbirûbûna terorê û destê reş ê terorîstan ku dixwazin ev destkefta mezin a gelê me bibin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Dr. Berhem Salih got: Ez dilniya me xelkê Kurdistanê di dîroka dûr û dirêj de rûbirûyê ezmûnên zor bûye û di wan ezmûnan re bi serkeftî derbas kiriye van tengayiyan jî emê bi serkeftî derbas bikin. Ji bîra me neçê civaka navdewletî hevkarê me ye li beramberî DAIŞ. Kurd ne bi tenê ye û erebên Şî`e û Sune û hemû aliyên din ên Êraqê neçar in pêkve hevkar bin li gel xelkê Kurdistanê bo rûbirûbûna terorê . ez nabêjim egerên li pêşiya me hêsanin belê giranin, lê belê bi pişt girêdan bi Xwedayê mezin û pişt girêdan bi tevahiya xelkê Kurdistanê û hêzên pêşmerge û ji wê jî giringtir bi piştgirêdan bi yekrêziya netewa Kurd bi hêzên rojhilat û Rojava û bakûrê Kurdistanê Gerîlayên PKK û YPG û hêzên din ên Kurdistanê, em hemû bo parastina destkeftên hukimraniya xwe bi xwe ya Kurdistanê yekrêz û yek deng û hemaheng in û bi vê de jî hevkariya civaka navdewletî di rûbirûbûna metirsiya terorîzmêو Kurd wê bi ezmûnê bi serkeftî derbas bikin.
Dr. Berhem got: Ew komkujiyên dijî Êzîdiyan, dij bi mesîhiyan û Şebek û Turkmenan û Şî`e û Suniyan wê rastiyê diçespîne ku ev terorîstane dijminê mirovatî û Kurd û pêkhateyên din e yên rojhilata naverastin, ji bo vê jî pêwîst e em hemû bi hev re hevkar bin li beramber ew tirajediyên mirovatiyê ku beramber bi kesûkarên me li Şengalê dibe û hesta niştimanperweriya me bilive û nabê qet û qet li welatê me baladest bin, belê ev ezmûna hanê imtîhaneke giran e bo gelê Kurdistanê û hikûmeta herêma kurdistanê û serkirdayetiya siyasî ya kurd.
Li dawiya axaftina xwe de jî Dr. Berhem Salih cext li wê yekê jî kir û got: Hêvîdar im em hemû pêkve , hemû hêzên siyasî li YNK, PDK, Goran û komel û Yekgirtu li asta başûr tevî hêzên din , herweha li asta netewî jî hêzên bakur, Rojava û Rojhilata Kurdistanê em hemû bi hev re hevkar û hemaheng bin bi piştevaniya hemû pêkhateyên din ên Êraq û welatên cîran û welatên emerîka û Ewrupa û civaka navdewletî ku ev metirsiya li dijî Kurd û destkeftên xelkê Kurdistanê bi dawî bînin û ji nav bibin.
Jêder: PUKmedia