Tundrewên DAIŞ ragihandin ku bajarokê Celewla kete bin destê wan de piştî pevçûnine tund bi hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê re, endamên rêxistina tundrewli ser hesabên xwe yên Twîterê gotin ku wan sarûxeke grad avêtine cihên pêşmergan li qezaya Xaneqîn.
Hêjayî gotinê ye ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh di kongireke rojnamevanî de got:ʺEm dilaram in ku em ê bi xwe û alîkariya hevalên xwe hêzên şer û tunrew têk bibin, serkeftin ji me re ye ʺ.