Bûyerpress
Ibrahîm Adem
Berî destpêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, Erdogan got ku ew ê artêşa Tirkiyê bişîne Efrînê, ji bo rizgarkirina kurd û ereban ji destên PYDê û PKKê. Lê artêşa wî û girûpên radîkal ên opozisyona Sûrî bi hev re, tevlî cihên olî û şûnwarên dîrokî, kurd, ereb, jin û zarok kirin armanca balafir û topên xwe… roj bi roj jî diyar dibe ku armanca wê êrîşî: Nehiştina kevir li ser kevir e û encamdana guhertineke demografî ye.
Lê ji ber çi êrîşa Tirkiyê ya ku bi “Şaxê Zeytûnê” hat binavkirin, bû “Dara Xwînê”?
Heya demeke nêzîk jî gelê kurd -di nav de netewperestên kurdan jî- bi erebên Sûriyeyê re hevsoz bûn û pencereya bihevrejiyanê di navbera xwe û wan de vekiribûn; ew jî bi mebesta bicihkirina projeyeke ronak li Sûriyeyê.
Lê beşdarkirina grûpên opozisyona Sûrî li kêleka artêşa Tirkiyê di êrîşên ser Efrînê û kurdan de bêyî ku ew çekdarên ereb ên Sûriyeyê hizir bikin ku heya niha jî kurd welatiyên Sûriyeyê ne û bi hev re bi dehên sal li gel erebên Sûrî rastî zordarî û binpêkirinên Şamê hatine, her wiha derketina wan parçevîdyoyan ku tê de gef li kurdan dixwarin û digotin: ” Kurd beraz in û em ê zilamên kurdan hemûyan bikujin” …. Êdî bi vê yekê rewş guherî.
Ne tenê wisa, lê di dema derbasbûyî de hejmarek ji çekdarên rihdirêj û çekhilgir li dora cendekê şervaneke kurd ku berevanî li axa xwe û darên zeytûnan dikir kom bûbûn û wekî keftarên birçî laşê wê parçe-parçe kirin û digotin: “Ev heyfa me ye, ev tola me ye, ev çarenivîsa bêdînên PKKê ye”. Her wiha termê Barînê li ser rê kişkişandin û bang dikirin ku ew ê tevahiya kurdan parçe-parçe bikin. Ev qas bûyer rû dan bêyî ku ew çekdarên Sûrî plana Enqerayê binasin ku bi van kiryarên xwe Sûriyeyê parçe dike.
Piştî wî dîmenî praniya kurdan behitî ma û hemûyan ji xwe re digot: Em ê çawa di paşerojê de bi van kesan re û di bin siya yek welatî de bijîn?
Ne tenê wisa, lê piraniya kurdan li xwe vegeriya û her 7 salên derbasbûyî xwendin, ka çawa wan doza rûxandina rêjîma Beşar El-Esed kiriye û xwestine ku li şûna rêjîmê, opozisyon bi cih bibe?
Piştrast im ku piştî dîmenê wan keftaran li ser laşê “Barîn Kobanê”, hemû kurdan bi hev re sipasiya Xwedê kiriye ku ev hovên çolan negihiştine desthilata Sûriyeyê. Li cem kurdan jin pîroz û rûmet e û qet laşê “Barîn Kobanê” ji bîr nakin. Ji lew re Tirkiyê li Sûriyeyê “Şaxê Zeytûnê” kir “Dara Xwînê”.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1