Bûyerpress
Beha’edîn Şakir
Bûyera ku li Kerkûk û Mehabadê rû da û tiştên ku li her du serbajarên Kurdistanî qewimîn, îro li Efrînê dubare dibin.
Dema ku meriv van her sê bajarên Kurdistanî bide ber hev û baş rewşê bixwîne,êdî bi awayekî zelal rastîyek derdikeve holê: Çawa ku Mehabad û Kerkûk bûn qeurbanên rêkeftinên navnetewî, heman dek û dolab li ser Efrînê jî geriyan…
Ji beriya 72 salan û piştî ku berpirsên Yekîtiya Sovyetê bi dehan soz û peyman dan serwerên kurd û tekezî li ser wê yekê kirin ku dê ji milên siyasî û leşkerî her duyan ve palpiştiya evê komara nûavabûyî (Komara Kurdistan – Mehabad) bikin, lê bi encama rêkeftinekê, Sovyetê hemî sozên xwe beravêtî kirin.
Peymana ku wê demê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de çêbû, ev bend vedihewand: Dê berpirsên Sovyetê ji Mehabadê derkevin û bi yek carî têkiliyên xwe li gel kurdan bibirrin. Li beramber evê yekê, dê Îran tevahiya Azerbîcanê bi hemî samanên wê yên binerd ve pêşkêşî Stalîn (Joseph Vissarionovich Stalin) bike.
Bi heman şêweyî; îro tirkan soz ji Rûsyayê stand da ku derbasî Efrînê bibin. Li beramber vê derbasbûnê dê Rûsya boriyên xaza “sîal” di xaka Tirkiyê re bigihîne Deryaya Sipî. Bi vê yekê Putîn leşkerên Rûsî ji Efrînê kişand û Efrîn pêşkêşî Erdogan kir.
Hêja ye mirov bibêje ku Erdogan bajarê Idlibê jî di vê rêkeftinê de kir qurbanî.
Zêdetir ji mehekê ye ku artêşa Tirkiyê û komikên rikberiya Sûrî yên çekdar bi tundî êrîşî Herêma Efrînê dikin, lê belê tu encam bi dest nexistine. Bi berxwedana xwe, şervanên Kurd hebûna kurdan diparêzin û nahêlin ev pîlanên qirêj li devera Çiyayê Kurmênc cî bi cî bibin.
Mixabin, Amerîka ta aniha bi tenê dilgiraniya xwe nîşan daye û tu helwesteke piştgîriya kurdan raber nekiriye. Amerîka xemxwara jinavbirina DAIŞê ye û kurdan wekî destek bi kar tîne.
Di bûyera dagirkirina Kerkûkê de jî Amerîka di bêdengiyê de ma û heman helwest nîşan da.
Amerîka wê hingê got: “Ez ne alîgira tu aliyan im û ez destê kesekî nagirim, ji ber ku ev pirsgirêkeke navxweyî ye”.
Di her heft salên borî de, me dît bê çawa di meydana siyaseta navnetewî û herêmî de, gelek welat û serokan helwestên xwe guhertin û berjewendiyên miletê xwe dane pêş.
Mixabin ta niha û tevlî ku ji çiyayan pê ve kesekî kurdan tune ye jî, lê belê kurdan helwesta xwe hêj neguhertiye û berjewendiyên xwe nedane pêş. Ev yek di demekê de ye ku Efrîn sedema herî girîng e ku kurd li hev vegerin û li hember rêkeftinên dijminan hebûna xwe biparêzin.
Daxwaza her kurdekî jî ew e ku îro tevahiya hêz û aliyên siyasî li gorî xwestekên demê helwesteke êkgirtî destnîşan bikin.
Di siyasetê de li gorî berjewendiyên welatan, helwest jî tên guhertin. Ya herî rast ew e ku hêzên kurdî xwendineke hûrbîn ji rewşê re bikin û tevegera tevahiya Sûriyeyê li ber çavan bigirin, da ku strateciyeke nû ji bo qonaxeke zor û giran amade bikin.
Gotina ku dibêje: “Tişta ku kurd di şer de bi dest dixin, di siyasetê de winda dikin” gerek e naveroka wê were pûçkirin û ev gotin ji koka xwe ve ji holê bê rakirin…Hêvîdar im ku demek were û gotina “Tişta ku kurd di şer de bi dest bixin, dê di siyasetê de zevt bikin” cî bi cî bibe.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1