Bûyerpress
Arî Bîrgurî
Destpêk
Ev heye 7 sal ku “Şerê Cîhanî yê Sêyemîn” ku berdewamiya “Bihara Ereban” e, li ser erdnîgariya dewleta Sûrî qewimiye û hêj berdewam e.
Hemû dewletên zilhêz -bi awayekî rasterast an jî nerasterast- di nava şer de beşdar in û li ser sînorên dewleta Sûrî asê ne.
Piştî jinavbirina rêxistina DAIŞê, êdî qonaxeke nû li ser destên kurdan dest pê bûye.
Hemî hêz berjewendîperest in û her yekî ji wan li dor sifreyê kab berdane erdê û çavdêriya hevûdin dikin, ka kî yê pariyê mezin bibe..?
Anku şetrenc e.
Helwesta Tirkiyê – Erdogan
“Hinek kurdên bakurê Sûrî rabûne û gefan li me dixwin. Eger YPG û PYD bin, yan jî PKK û DAIŞ bin; lê divêt bê zanîn ku em ê rê û fersendan nedin wan û em ê li ser serê wan siwar bibin(…)!! “
Di 15.01.2018 de, Serokkomarê tirkan Erdogan derketibû beramberî girseyeke tirkên nijadperest û bi van gotinên kirêt û dûrî hemû rewiştên zimanê şaristanî, êrîşî kurdan dikir û gef li Efrînê dixwar.
Ji zû ve ye ku rayedarên Tirkiyê li fersendekê digeriyan da ku destkeftên kurdên Rojava têk bidin û nehêlin çu statûyeke wan çêbibe. Kefikên destên xwe bi hev ve disurikandin û gelek caran Erdogan digot: “Em dikarin şevekê ji nişka ve werin!”
Lê vê carê rewş cuda bû, cidî bû…
Li ber çavan diyar bû ku êdî rê ji Tirkiyê re vebûbû ku derbasî Efrînê bibe û ji hêla hin hêzên taristanî ve ronahiya kesk hatibû vêxistin.
Rûsyayê bi dest xwe re hêzên xwe ji Efrînê vekişandin û rêjîma Sûrî bêdeng ma.
Deng ji dinyayê û dewletên zilhêz dernediket; NATO, NY û Yekîtiya Ewropayê mîna kîsoyan xwe di qalikên xwe de veşartin û bêbertek man.
Binpêkirina zagonên navneteweyî, destwerdana di sînorê dewleteke xweser de, kuştina sivîlên bêsûc û rûxandina bajarên kurdan; dengê van hemiyan nediçû cîhanê..!
Ji dêlva ku bertekeke tund li hember Tirkiyê bête raberkirin, Tirkiyê dihat xelatkirin.
Efrînê Çi Bi Tirkan Kiribû?
Efrîna ku yek ji sê Herêmên Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî heft salan e wekî giravekî ji hawîrdorê xwe ve dorpêçkirî ye, tu hêzên tundrew nedikarîbû derbasî nava wê bibe û her timî pêkvejiyana di navbera hemî pêkhateyan de li wê derê li kar bû.
Tirkan bi navê “Sûreta Elfetih”, bi alîkariya hemî tundrewên Sûriyeyê û li jêr navê “Şaxê Zeytûnê” êrîşî Efrînê kir û ji raya giştî re tekez kir ku ew ê di nava 3 se’etan de derbasî nava Efrînê bibe.
Lê hesabê wan û sûkê li hev derneket.
Encam
Di çend demjimêrên pêşîn ên êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê de, ew êrîş li bedena xortên canfîda û dilpola yên wekî: Barîn, Avesta û bi sedan ji şervanên din, sekinî û têk çû. Tirkî kete di nava çiraveke bêhempade.
Tirkan ji bîr kiribû ku mêrxas û jinxasên Kurd ne ji bo gezeke nan û çend qurûşan şer dikin, lê ji bo parastina hebûna welatê bav û kalan têdikoşin.
Bi milyonan Kurd daketin kolanên Ewropayê û alîkariya xwe diyar dikir.
Sersarî, şikestin û ezmûna li Kerkûkê li bîra gel bû; naxwaze careke din stûxwar bibe.
Ne 3 demjimêr, lê nêzîkî meh û nîvekê ye ku dagirkeriya Tirkiyê hêj tişteke berbiçav bi dest nexistiye û bi dest naxe jî.
Ji kurdan pê ve, Efrîn nabe bermaliya tu kesî. Ji vê yekê zêdetir; eger kurd bixwazin ku bidin jî, lê zilhêzên cîhanê Efrînê nadin Tirkiyê.
Jixwe eger qada asîmanî ji Tirkiyê re venebûba, dê yek gavî bi pêş ve neçûya û qurbaniyên wê bi deh qatan zêdetir bûna.
Eger yekrêziya hêzên kurd ên navxweyî pêk were, dê bandoreke din a erênî li berxwedana Efrînê bike.
Berxwedana Efrînê derfetek bû, bo yekrêzkirin û parçîmkirina lutkeya siyaseta kurdan bi awayekî gelemper. Lê mixabin hetanî aniha keys ji vê derfetê nehatiye înan…
Tenê bi qehremanî û lehengiya jin û mêrên Efrînê, dê Efrîn nikaribe bi ser bikeve. Divê ku hemî hêz û aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî, û ji hevûdin re palpişt bin. Îro ez û sibe tu…
Aniha hêzên rêjîma Sûrî jî derbasî Efrînê bûne û diyar e ku êdî rewş ber bi qonaxeke nû ve diçe; dê rûdêmên evê qonaxê, di nêzîktirîn dem de xuya bibin.
Hêvîdar im ku qedera Efrînê, ne mîna ya Kerkûk, Xaneqîn û Şengalê be.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1