Bûyerpress
Tevlî ku Encumena Elwehiya Navdewletî agirbestek bi dirêjahiya yek mehî li Sûriyeyê ragihand jî, lê belê li tevahiya eniyên şer ên Sûriyeyê şer li dar e û agirbest cî bi cî nebûye.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku ew ê li Efrînê agirbestê pêk neînin û êrîşa xwe bidomînin.
Di heman demê de berpirsên Îranê tekez kir ku dê şerê li dij çekdarên rikberiyê li Xûteya Rojhilat berdewam be.